Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin

  • rojane
  • 22:01 25 Mijdar 2019
  • |
img
 
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek navendan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê meşiyan. Jinan bi yek dengî diyar kirin ku dê li dijî tundiyê civaka azad ava bikin. 
 
 
Jin, li Amed, Edene, Mêrsîn, Dersîm, Îzmîr, Aydin, Tarsûs, Hatay û Îsparta û gelek navendên din bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan daketin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin. 
 
AMED 
 
Jin li Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê meşiyan. Jinan li Navçeya Yenişehirê ya Amedê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê û piştigiriya TJA'yê, Platforma Jinê ya Dicle Amedê li Ofisê kom bûn. Jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, li ber dengê erbaneyan govend gerandin. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Jin şer naxwaze aştiyê dixwaze" berz kir. Berî meşê pankart hatin kontrolkirin. Jin ji Ofîsê heta Qada Îstasyonê meşiyan. Jinan bi Kurmancî, Kirmanckî û tirkî dowîzên "Hevserokatî Xeta Me ya Mor e", “Jin dê bi axivin, qatil dê hesab bidin" "Em dest ji jiyanê û têkoşînê bernadin" "Cînayetên Jinan polîtîk in" "Ji kuştina jinan re na". “Biji berxedana Rojava” rakirin. Dîsa pankarta “Jin, Şoreş, Sosyalizm” vekirin. Jinan bê navber silav şandin ji têkoşîna Rojava re. 
 
Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Saliha Aydeniz û gelek jin tevlî meşê bûn. Pankartên "Li dijî tundiya mêr û dewletê rabin ser piyan","Jin jiyan e jiyan serîhildan e" hilgirtin. Endma Komeleya Jinê ya Rosayê Bedriya Aydin daxuyanî da û got:"Li welatê ku tundiya li dijî jinê û zarokan pêk tê divê çareserî bê dîtin. Divê hemû rayedarên hikumetê bi erka xwe zanibe û pêşî li tundiyê bibire. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin em ê her werin gel hevdu. Divê em bikaribin ku em biryarên derbarê jiyana xwe de bi xwe bikaribin bidin."
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî axivî û got: "Tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li dijî jinê polîtik e û pirsigirêka zihniyetê ye. Xwişkên Mîrabel û Leyla Qasim, Sêvê, Sara ji aliyê heman zihniyetê ve hatin qetilkirin. Li dijî tundiyê jinên kurd her dem li berxwe dan. Têkoşîna jinên Rojava ji bo cîhanê dibe mînak. Heger jinek jî bi tundiyê rû bi rû bên hiştin ev tê wê wateyê ku hemû jin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin."
Piştî daxuyaniyê jinan bi erbaneyan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
DERSÎM 
 
Li Dersimê jî bi heman armancê jin di pêşengiya Platforma Jinan a Dersîmê de li Qada Seyit Riza  kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li vir jî pankarta "Jibo jiyanek wekhev û azad em li mafê xwe xwedî derkevin" vekirin û daxuyanî dan. Endama Platforma Jinan a Dersîmê Şukran Yilmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên li dijî nasname û bedena jinê zêde bûne û rojê 2 jin tên kuştin. Yilmaz, destnîşan kir ku di 17 salên dema AKP'ê de 15 hezar jin hatine kuştin. Yilmaz, xwest hemû mafê jinan bi zagonan bên parastin. 
 
EDENE 
 
Li Edene jî Platforma Jinan a Edeneyê bi heman armancê li Parka Abidin Dino kom bûn û bi çepik û dirûşmeyan heta Parka Ataturk meşiyan. Jinan di meşê de ji bo Daniella Carrasco a li Şîlî hat kuştin edalet xwestin. Jinan dîsa xwestin peymana Îstanbûl têkeve meriyetê. Li ser navê Platformê Prz Sevil Aracı Bek, daxuyanî xwend û got: "Li dijî kesên ku krîz, tundî û xizaniyê bi mirinê re dikin yek em bibin yek. Em ji bo mafê xwe yê jiyanê bi dest bixin bibin yek. Werin em hemû bi hevre hemû jinên cîhanê li dijî tundiyê piştevaniyê xurt bikin." Bek, da zanîn ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Daxuyaniya jinan bi skeç û muzîkê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Jinên endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Kolana Kushimato kom bûn û heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Nûnerên jin ên gelek partî û rêxistinên civakî piştgirî dan meşê. Jinan di meşê de pankarta "Cînayetên Jinan bi lez rawestînin" vekirin û dirûşmeya "Jin dimeşin têkoşîn mezin dibe" û "Jin jiyan azadi" berz kirin. Li ser navê Jinan Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê Elif Yaşar, diyar kir ku bi boneya li dijî tundiya mêrê serdest ava kiriye sekna xwe diyar bikin dîsa li qadan in û wiha got: "Îktîdara AKP'ê li dijî tundiya mêr bêdeng e. Medya hevkar jî medena jinê dike hedef. Dîyanet jî rê li pêş vedike." Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bilind bikin. Piştî daxuyaniyê li muzîkê guhdar kirin û govend gerandin. 
 
TARSUS
 
Platforma Jinan a Tarsusê jî bi heman armancê li Qada Yarenlikê meşek li dar xistin. Jinan tundî şermezar kirin û diyar kirin ku dixwazin azad bijîn. Jinan bê navber dirûşmeyên "Jin şer naxwazin" berz kirin. Li ser navê jinan Endama Şaxa Egîtîm Senê Berna Kalav daxuyanî da û diyar kir ku dê li mafê xwe û jiyana xwe xwedî derkevin." 
 
 
HATAY 
 
Li Hatayê jî bi heman armancê Platforma Jin Bi Hevre bi Hêz li Qada Koprubaşi kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê jinan Burcu Ozkaya daxuyanî da û xwest wek hev û azad bijîn. Ozkaya da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya mafan bidomînin. 
 
ÎZMÎR 
 
Platforma Jinan a Îzmirê jî bi heman armancê li pêş OSYM a Alsancakê kom bûn û meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" “Cînayetên Jinê politîk e" berz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur û gelek jinên din amade bûn. Jinên ku heta pêş navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Ozgur Genç  daxuiyanî xwend. Genç, diyar kir ku di sala 2019'an de 350 jin hatin qetilkirin û her roj bê hêjmar jin rastî tacîz û tecawizê tên. 
 
AYDIN 
 
PLatforma Jinan a Aydinê jî bi haman armancê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jin li Parka Nevzat Biçerê kom bûn û heta Qada Kentê meşiyan. Li ser navê jinan Oznur Ozagaç daxuyanî da û got: "Dema şer tê gotin ji bo jinan mirin, tundî, xizanî ye. Jinên ku ji şer direvin li welatên biyanî li kampan rastî tundî û fuhuşê tên." 
 
 
ISPARTA
 
Li Isparta jî Meclisa Jinan a Isparta bi haman armancê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên uk li Qada Kaymakkapi kom bûn, heta Şaredariya Isparta meşiyan. Jinan dirûşme berz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê Meclîsa Jinan Fadime  Akşahin daxuyanî da. Akşahin, diyar kir ku bi sedan jin li vir kom bûne û civak li dijî tundî û cînayetên jinan li ser piyan e û xwest êdî hikûmet dengê wan bibhîze. 
 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2019
09:12 Berfîn Ozek ji bo edaletê bang kir : Ma gere ez bimirama
09:11 Hevşaredara Nisêbînê Nergîz: Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me diyar e
09:11 Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran
09:10 Dr. Garîp: Li Kurdistanê divê aştiya navxweyî pêk bê
09:09 Omer Ocalan: Polîtîkaya dewletê tasfiyekirina kurda ye
09:09 Zivistan hat lê hê jî pezê xwe li derve diçêrîne
09:08 Hosteya donerê: Qewetê ji keçên xwe digirim
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
26/11/2019
20:40 Her 3 hevşaredarên HDP'î hatin girtin
16:26 Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
15:43 Heyeteke Rûsyayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
15:24 Di doza Irmak û Demîrel de dosya ji dozgeriyê re hat şandin
15:13 ‘Em binçavkirina rojnamevan Bêrîvan Altan şermezar dikin’
15:12 Li Wanê 20 ciwan hatin binçavkirin
15:11 Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyên ku li dijî venêrîna bi cendirmeyan re derketin kir
14:06 Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e
13:53 Li Kocaeliyê hejmara binçavkirinan derket 20'an
13:52 ‘Şahidê nepen’ beşdarî danişînê kirin lê bêdeng ma
13:42 Piştî sîxurê Îngilistanê bijîjkê NATO'yê jî mirî hat dîtin
13:16 Kesên ji çalakiya girtina rê tên darizandin: Sûc nîne
13:13 Tahîr Elçî dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were bîranîn
13:09 Dozger ji Casimê xwest Berfînê bikuje xwest bê cezakirin
12:20 HDP'ê xwest meclîs cînayeta Elçî lêkolîn bikin
12:10 Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Kocaeliyê de girt: Alê bi panoyan ve daleqandin
11:47 Jinên Serhedê: Me qadan terk nekir û em ê neterikînin
11:35 Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt
11:20 HDP’ê bang li Îranê kir: Daxwazên gelan pişguh neke
11:19 Piştî 12 rojan hevşaredar birin edliyeyê
11:04 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Di çalakiyên li Îranê de 143 kes hatin kuştin
10:52 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Hikûmeta Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji hevdîtinan vekişiya
10:02 Rapora krîmînal piştrast kir ku Casim Çelik bi asîtê rûyê Berfîn şewitandiye
09:07 Gundiyên Geliyê Botanê ligel rîska heyî jî, erdên xwe çandin
09:04 Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê siyaseta dewletê ye
09:03 'Her kes dikare ji bo wan tiştekê bike'
09:01 Komir pir e, lê kes nakire
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin
08:37 Balafirên Koalîsyonê baragehên Ahrar El Sharqiya bombe kir
25/11/2019
22:31 Dadgehê 7 kesên li Esenyurtê belavokên 25'ê mijdarê belav kirin girtin
22:01 Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin
21:10 Jinan li Taksîmê dengê xwe bilind kirin: Em êdî tehamul nakin yek ji me kêm bibe
17:36 Beştaş ji Wezîr Gul pirsî: Armanca israr di tecrîdê de çî ye?
16:45 Keskîn: Tirkiye peymana Stenbol pêk nîne
16:40 Meşa ku ji jinan re hat qedexekirin ji zilaman re serbest e
16:24 Jin li dijî tundiyê li qadane: Qîrîniya Emîne Bûlût qîrîniya me hemûyan e
15:55 Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
15:55 Ji dadgehê biryara 'KHK': Heta hikmek teqez tunebe bûrsa xwendekar nikare bê birîn
15:13 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin
14:45 Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
14:45 Rapora ÎHD'ê ya li dijî tundiya jinan: Li herêmê di salekê de 54 jin hatin kuştin
14:44 Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe
13:35 Walîtiya Stenbolê qedeqeya li ser meşa jinan rakir
13:32 AYM'ê ji bo peykerê Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' biryara 'binpêkirinê' da
13:18 Li Şîlî jinek rojnameger kuştin
13:16 Dûndar: Li Tirkiyeyê di 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin
12:50 Daxwaza Malbata Tore: Em dixwazim li cem rêhevalên xwe bê veşartin
12:41 Baroya Amedê: Zilaman di 10 mehên 2019'an de 284 jin kuştin
12:38 HDP’iyan bi wêneyan Komîsyona Butçeyê şermezar kirin
12:07 Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan
11:33 Erdogan çû Qatarê
11:30 Li Zozanê Şenê ji 8'ê mijdarê ve daristan dişewite
11:29 Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist
10:49 Hemîd El-Ebid: Vegera koçberan a herêma dagirkirî ne rast e
10:22 Komên çekdar tang û topên xwe li dora Eyn Îsa kom dikin
09:19 Parêzer Kiliç: Li pişt biryara DMME'yê sedemeke siyasî heye
09:18 'Hilbijartina pêşwext şert e'
09:13 Bi feraseta 'koleyên modêrn' nêzî karkerên penaber dibin
09:11 Peyama xwendekarên jin a ji bo 25'ê Mijdarê: Divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê
09:07 Doza Nisêbînê dibe dîrok
09:06 Mehmet Ocalan: Mifteya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN
24/11/2019
20:08 Walîtiya Stenbolê çalakiyên Jinan qedexe kir
18:20 Li Sûrê Komeleye Zarok li Her Derê Ne vekirin
17:19 Mamosteyên Hesekê ji bo piştevaniya Zehra Mihemedî meşiyan
17:02 Jinan banga tevlêbûna meşa şevê kirin
16:40 Ji 54 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin 25 jê hatin girtin
15:59 Kaftancioglu: Pirsgirêka kurd pirsgirêka me hemûyan e
15:33 Heyeta Ewropayê hat Nisêbînê: Têkoşîna gelê Kurd a maf rewa ye
15:25 Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê
14:08 Midura Ajansa JinNewsê xelata wêrekiyê girt
13:21 Ji 23 baroyan banga hevpar: Dest nedin parastinê
13:06 TJA: Ji bo ku em yekê din kêm nebin di 25'ê Mijdarê de em dakevin qadan
12:57 Biryar dan ku Tora Ziman û Çandan berfirehtir bikin
12:47 Encama rapoa DNA’yê ya Rabîa Naz Vatan hat aşkerekirin
12:15 Dozek din li Rojnamegerê girtî Sayilgan vekirin
12:01 Şervanên YPJ’ê: Em xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin
12:00 Cerdevan şandin hawara operasyona li Parsûrê
11:31 Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe
11:19 Jinan îsal jî gotin ‘Em naxwazim bimirim’
10:25 Zaroka bi zorê zewicandin bi şik întîhar kir
10:13 Rençberên Botanê: Dixwazin li Geliyê Botanê rençberiyê biqedînin
09:08 TIR ji Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne
09:07 Girtiyên li Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de: Berpirsiyar midûrê girtîgehê ye
09:06 Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin
09:05 Garo Paylan: Zêdebûna întiharan rewşa krîza aborî nîşan dide
09:04 Çîçek: Karkeriya zarokî zêde dibe
09:04 'Bi piştevaniyê em dikarin pêşî li şidetê bigirin'
09:03 Seferî Yilmaz: Em heqê xwe li Buyukanit helal nakin
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN