Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin 2019-11-25 22:01:32           NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek navendan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê meşiyan. Jinan bi yek dengî diyar kirin ku dê li dijî tundiyê civaka azad ava bikin.      Jin, li Amed, Edene, Mêrsîn, Dersîm, Îzmîr, Aydin, Tarsûs, Hatay û Îsparta û gelek navendên din bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan daketin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin.    AMED    Jin li Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê meşiyan. Jinan li Navçeya Yenişehirê ya Amedê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê û piştigiriya TJA'yê, Platforma Jinê ya Dicle Amedê li Ofisê kom bûn. Jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, li ber dengê erbaneyan govend gerandin. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Jin şer naxwaze aştiyê dixwaze" berz kir. Berî meşê pankart hatin kontrolkirin. Jin ji Ofîsê heta Qada Îstasyonê meşiyan. Jinan bi Kurmancî, Kirmanckî û tirkî dowîzên "Hevserokatî Xeta Me ya Mor e", “Jin dê bi axivin, qatil dê hesab bidin" "Em dest ji jiyanê û têkoşînê bernadin" "Cînayetên Jinan polîtîk in" "Ji kuştina jinan re na". “Biji berxedana Rojava” rakirin. Dîsa pankarta “Jin, Şoreş, Sosyalizm” vekirin. Jinan bê navber silav şandin ji têkoşîna Rojava re.    Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Saliha Aydeniz û gelek jin tevlî meşê bûn. Pankartên "Li dijî tundiya mêr û dewletê rabin ser piyan","Jin jiyan e jiyan serîhildan e" hilgirtin. Endma Komeleya Jinê ya Rosayê Bedriya Aydin daxuyanî da û got:"Li welatê ku tundiya li dijî jinê û zarokan pêk tê divê çareserî bê dîtin. Divê hemû rayedarên hikumetê bi erka xwe zanibe û pêşî li tundiyê bibire. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin em ê her werin gel hevdu. Divê em bikaribin ku em biryarên derbarê jiyana xwe de bi xwe bikaribin bidin."   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî axivî û got: "Tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li dijî jinê polîtik e û pirsigirêka zihniyetê ye. Xwişkên Mîrabel û Leyla Qasim, Sêvê, Sara ji aliyê heman zihniyetê ve hatin qetilkirin. Li dijî tundiyê jinên kurd her dem li berxwe dan. Têkoşîna jinên Rojava ji bo cîhanê dibe mînak. Heger jinek jî bi tundiyê rû bi rû bên hiştin ev tê wê wateyê ku hemû jin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin." Piştî daxuyaniyê jinan bi erbaneyan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.    DERSÎM    Li Dersimê jî bi heman armancê jin di pêşengiya Platforma Jinan a Dersîmê de li Qada Seyit Riza  kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li vir jî pankarta "Jibo jiyanek wekhev û azad em li mafê xwe xwedî derkevin" vekirin û daxuyanî dan. Endama Platforma Jinan a Dersîmê Şukran Yilmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên li dijî nasname û bedena jinê zêde bûne û rojê 2 jin tên kuştin. Yilmaz, destnîşan kir ku di 17 salên dema AKP'ê de 15 hezar jin hatine kuştin. Yilmaz, xwest hemû mafê jinan bi zagonan bên parastin.    EDENE    Li Edene jî Platforma Jinan a Edeneyê bi heman armancê li Parka Abidin Dino kom bûn û bi çepik û dirûşmeyan heta Parka Ataturk meşiyan. Jinan di meşê de ji bo Daniella Carrasco a li Şîlî hat kuştin edalet xwestin. Jinan dîsa xwestin peymana Îstanbûl têkeve meriyetê. Li ser navê Platformê Prz Sevil Aracı Bek, daxuyanî xwend û got: "Li dijî kesên ku krîz, tundî û xizaniyê bi mirinê re dikin yek em bibin yek. Em ji bo mafê xwe yê jiyanê bi dest bixin bibin yek. Werin em hemû bi hevre hemû jinên cîhanê li dijî tundiyê piştevaniyê xurt bikin." Bek, da zanîn ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Daxuyaniya jinan bi skeç û muzîkê bi dawî bû.    MÊRSÎN    Jinên endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Kolana Kushimato kom bûn û heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Nûnerên jin ên gelek partî û rêxistinên civakî piştgirî dan meşê. Jinan di meşê de pankarta "Cînayetên Jinan bi lez rawestînin" vekirin û dirûşmeya "Jin dimeşin têkoşîn mezin dibe" û "Jin jiyan azadi" berz kirin. Li ser navê Jinan Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê Elif Yaşar, diyar kir ku bi boneya li dijî tundiya mêrê serdest ava kiriye sekna xwe diyar bikin dîsa li qadan in û wiha got: "Îktîdara AKP'ê li dijî tundiya mêr bêdeng e. Medya hevkar jî medena jinê dike hedef. Dîyanet jî rê li pêş vedike." Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bilind bikin. Piştî daxuyaniyê li muzîkê guhdar kirin û govend gerandin.    TARSUS   Platforma Jinan a Tarsusê jî bi heman armancê li Qada Yarenlikê meşek li dar xistin. Jinan tundî şermezar kirin û diyar kirin ku dixwazin azad bijîn. Jinan bê navber dirûşmeyên "Jin şer naxwazin" berz kirin. Li ser navê jinan Endama Şaxa Egîtîm Senê Berna Kalav daxuyanî da û diyar kir ku dê li mafê xwe û jiyana xwe xwedî derkevin."      HATAY    Li Hatayê jî bi heman armancê Platforma Jin Bi Hevre bi Hêz li Qada Koprubaşi kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê jinan Burcu Ozkaya daxuyanî da û xwest wek hev û azad bijîn. Ozkaya da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya mafan bidomînin.    ÎZMÎR    Platforma Jinan a Îzmirê jî bi heman armancê li pêş OSYM a Alsancakê kom bûn û meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" “Cînayetên Jinê politîk e" berz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur û gelek jinên din amade bûn. Jinên ku heta pêş navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Ozgur Genç  daxuiyanî xwend. Genç, diyar kir ku di sala 2019'an de 350 jin hatin qetilkirin û her roj bê hêjmar jin rastî tacîz û tecawizê tên.    AYDIN    PLatforma Jinan a Aydinê jî bi haman armancê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jin li Parka Nevzat Biçerê kom bûn û heta Qada Kentê meşiyan. Li ser navê jinan Oznur Ozagaç daxuyanî da û got: "Dema şer tê gotin ji bo jinan mirin, tundî, xizanî ye. Jinên ku ji şer direvin li welatên biyanî li kampan rastî tundî û fuhuşê tên."      ISPARTA   Li Isparta jî Meclisa Jinan a Isparta bi haman armancê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên uk li Qada Kaymakkapi kom bûn, heta Şaredariya Isparta meşiyan. Jinan dirûşme berz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê Meclîsa Jinan Fadime  Akşahin daxuyanî da. Akşahin, diyar kir ku bi sedan jin li vir kom bûne û civak li dijî tundî û cînayetên jinan li ser piyan e û xwest êdî hikûmet dengê wan bibhîze.