Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan

  • rojane
  • 15:00 23 Mijdar 2019
  • |
img

AMED/ÊLIH - Li Amed û Êlihê, xizmên windayan ên li hev kom bûn, biyara qedexekirina walîtiyê li ser çalakiya xwe şermezar kirin û xwestin ku xizmên wan ên winda demildest bên dîtin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 562’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Parazvanên mafê mirovan wêneyên windayan hilgirtin. 
 
‘EV 64 HEFTENE DESTÛRÊ NADIN’
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a ya Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û got: “Ji bo ku winda û faîlên wan bên dîtin emê têkoşîna xwe dewam bikin.” Yalçin, diyar kir ku ji ber biryara qedexeya walîtiyê ev 64 heften di qada sergirtî de neçar mane ku çalakiya xwe  li dar bixin. Ev bê mafiye û binpêkirina mafane. Bi salane em vê yekê tînin ziman.” 
 
‘TEKANE DAXWAZA ME DÎTINA WINDAYANE’
 
Yalçin, da zanîn ku tekane daxwaza wan darizandina bersûcane û wiha bilêv kir: “Bi salane di her  qadê de em vê daxwaza xwe tînin ziman. Em gelek caran şehîd bûn. Di dosyayên windayan de, faîl ji bo ku neyin cezakirin tên parastin. Tekane daxwaza me dîtina windayan û faîlên wane.”
 
Yalçin, dest nîşan kir ku gelek kesan bêyî ku xizmên xweyên winda bibînin jiyana xwe  ji dest dan û wiha rêz kir: “Gelek dayikên mîna dayika Fatma û Elmas bêyî ku kurê xwe, birayên xwe û xizmên xwe bibînin, wefat kirin. Dayika Îbrahîm Gundem ê winda jî îsal jiyana xwe ji dest da.”
 
DIVÊ CÎNAETA ELÇÎ BÊ LÊPIRSÎN
 
Yalçin, bal kişand ser cînayeta Prz. Tahîr Elçî jî û wiha got: “4 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûn. Lê heya niha tu pêşketin di dosyeya wî de tuneye. Divê cînaheta Elçî baş bê lêpirsîn.” 
 
‘HEYA KU EM SAX BÎN EMÊ DEV JÎ DOZA XWE BERNEDIN’
 
Piştî axaftina Yalçin, xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an de li navçeya Hezro ya Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Xweşka Gundem Ferîde Gundem piştî xwendina çîroka Gundem hat xwendin axivî û got: “Heya ku em saxbin emê dev ji doza xwe bernedin û emê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê birayê min bibîn in.”
 
Dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
‘EM Ê TIM AQÛBETGA WİNDAYAN BIPIRSIN’
 
Li Êlihê jî rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 469’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” hat vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û wiha got: “Emê aqûbeta windayan tim bipirsin.” Tanguner, aqûbeta Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlîk ên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn. 
 
Piştî axaftina Tanguner, 5 deqeye çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

Sernavên din

23/11/2019
18:16 Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir
17:20 Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn
16:42 Zarokan mafê xwe vegot
16:38 Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin
Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin
16:29 ‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’
16:20 Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin
16:19 Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin
16:13 Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt
16:00 4 karker ji pira Rêya Marmara Bakur ketin: Lêgerîn didome
15:31 Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje!
15:10 'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin'
15:03 Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan
15:00 Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan
14:46 El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye
14:42 'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’
14:41 Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye
14:30 Îkbal Eren: Bavê min 32, dayika min jî 39 salan ji bo Hayrettin têkoşiyan
14:29 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
13:21 Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir
13:10 Ji bo meşa Taksîmê ya 25'ê mijdarê bang kirin
12:56 Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin
12:44 ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'
12:30 Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
12:19 2 birayên ji bo kar çû şaredariya Erziromê rastî lêdanê hatin
12:03 'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’
11:56 Li Girê Spî teqînek dijwar rû da
11:49 Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta tayînkirina qeyûm hat qebûlkirin
10:51 Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan
10:51 Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin
10:44 8 kesên li Qereyaziyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan
10:23 Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn
10:06 ‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
09:17 Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan
09:06 Serokê Baroya Stenbolê: Li Tirkiye krîza darazê heye
09:05 Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe
09:02 Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe
09:01 Malbata helebî di konteynireke 2 odeyî û derîşikestî de dimîne
09:01 Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Mûdrek: Rojava bûye cihê îlhamê
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
22/11/2019
17:11 Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome
16:13 Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin
15:46 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:43 'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin'
13:58 Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin
13:52 ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike
13:49 Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin
13:33 Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane
13:18 Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin
12:50 Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Prz. Fuat Şengul hat girtin
12:18 Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne
12:10 Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû
12:04 Polîsan otobusa ku Şaredariya Êlihê bi rengê jinê xemiland asteng kir
11:31 ‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye'
11:13 Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê
10:50 Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be
10:22 Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin
10:18 Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike
09:26 Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP
09:26 Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe
09:23 Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
09:20 'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'
09:20 Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne
09:19 Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê
09:18 Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in
09:18 Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike
09:17 Ev aş sedsal in bênavber digere
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN
21/11/2019
17:15 Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin
16:50 45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
16:29 Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin
16:27 Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin
16:27 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:40 Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan
15:32 Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê
15:31 KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin
15:00 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat
14:55 Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye
14:41 Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e
14:19 SES: Divê derbarê kesên ku li Darulacezeyê tundî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin
14:12 Fîncanci: Min îşkenceyê îfşa kir
14:00 Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin
13:48 Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest
13:10 Dema dadgehê nav xwend hemû balbatan bi dengekî gotin 'Girtî ye'
12:37 Malbatên li ber HDP'ê dîsa bi hev ketin
12:30 Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde
12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike