Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan 2019-11-23 15:00:47 AMED/ÊLIH - Li Amed û Êlihê, xizmên windayan ên li hev kom bûn, biyara qedexekirina walîtiyê li ser çalakiya xwe şermezar kirin û xwestin ku xizmên wan ên winda demildest bên dîtin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 562’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Parazvanên mafê mirovan wêneyên windayan hilgirtin.    ‘EV 64 HEFTENE DESTÛRÊ NADIN’   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a ya Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û got: “Ji bo ku winda û faîlên wan bên dîtin emê têkoşîna xwe dewam bikin.” Yalçin, diyar kir ku ji ber biryara qedexeya walîtiyê ev 64 heften di qada sergirtî de neçar mane ku çalakiya xwe  li dar bixin. Ev bê mafiye û binpêkirina mafane. Bi salane em vê yekê tînin ziman.”    ‘TEKANE DAXWAZA ME DÎTINA WINDAYANE’   Yalçin, da zanîn ku tekane daxwaza wan darizandina bersûcane û wiha bilêv kir: “Bi salane di her  qadê de em vê daxwaza xwe tînin ziman. Em gelek caran şehîd bûn. Di dosyayên windayan de, faîl ji bo ku neyin cezakirin tên parastin. Tekane daxwaza me dîtina windayan û faîlên wane.”   Yalçin, dest nîşan kir ku gelek kesan bêyî ku xizmên xweyên winda bibînin jiyana xwe  ji dest dan û wiha rêz kir: “Gelek dayikên mîna dayika Fatma û Elmas bêyî ku kurê xwe, birayên xwe û xizmên xwe bibînin, wefat kirin. Dayika Îbrahîm Gundem ê winda jî îsal jiyana xwe ji dest da.”   DIVÊ CÎNAETA ELÇÎ BÊ LÊPIRSÎN   Yalçin, bal kişand ser cînayeta Prz. Tahîr Elçî jî û wiha got: “4 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûn. Lê heya niha tu pêşketin di dosyeya wî de tuneye. Divê cînaheta Elçî baş bê lêpirsîn.”    ‘HEYA KU EM SAX BÎN EMÊ DEV JÎ DOZA XWE BERNEDIN’   Piştî axaftina Yalçin, xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an de li navçeya Hezro ya Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Xweşka Gundem Ferîde Gundem piştî xwendina çîroka Gundem hat xwendin axivî û got: “Heya ku em saxbin emê dev ji doza xwe bernedin û emê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê birayê min bibîn in.”   Dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   ‘EM Ê TIM AQÛBETGA WİNDAYAN BIPIRSIN’   Li Êlihê jî rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 469’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” hat vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û wiha got: “Emê aqûbeta windayan tim bipirsin.” Tanguner, aqûbeta Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlîk ên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.    Piştî axaftina Tanguner, 5 deqeye çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.