Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in

  • rojane
  • 10:31 20 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edale Nazli Yogler, diyar kir ku ew ê destûr nedin ku doza Şûle Çet bê veşartin û bang li her kesî kir di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan dakevin qadan. 

Xwendekara zanîngehê Şûle Çet a 22 salî li Enqerê di sala çûyî de, bi awayekê bi guman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Çagatay Aksu û Berk Akand derbarê mirina Çet de hatibûn girtin û bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Êrîşa zayendî û gef li azadiya kes xwarin” doz hat vekirin. Derbarê her du kesan de cezayê muebetê û 39 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji Komîsyona Ji bo Şûşe Çet Edalet a ji bo ku cînayet aşkere bibe têdikoşe Nazli Yogler, diyar kir ku Tirkiye li gorî Peymana Stenbolê tevnagere. 
 
'MUDAXILEYÎ JIYANA JINAN TÊ KIRIN’
 
Yogler, anî ziman ku divê jin li dijî astengî û sînordarkirinên mafên jinan xwe bi rêxistin bikin û wiha axivî: “Li ser vê erdnîgariyê tim mudaxileyî jiyana jinan hatiye kirin. Ji dewletê bigirin heya, dewleta biçûk a malbatê û tevahiya civakê jî di nav de destûrê nadin vê yekê. ‘Tu nikarî etekê kurt li xwe bikî, tu nikarî tiqetik bikî, azadiya te ya aboriyê tune ye û dema tu bi zewicî tu bi hevjînê xwe ve girêdayî.’ Ev hemû gotin qadên jinan teng dikin. Li ser azadiya jinan û daxwaza azadiya jinan êrîşên mezin hene. Ji qanûnan bigirin heya nava malê jî ev êrîş dewam dikin. Divê êdî ev rastî bê dîtin.”
 
‘FAÎL HEWL DIDIN XWE XELAS BIKIN’ 
 
Yogler, dest nîşan kir ku ji bo danişîna 5’emîn a darizandina faîlên Şûle Çet ew ê îro li Edliya Enqerê kom bibin û wiha bi lêv kir: “Jinên ku ji bo ronîkirina cînayetê têdikoşin weke hedef tên nîşandan û faîl jî hewl didin xwe xelas bikin. Faîlên Çet 3 mehan derve geriyan. Dema ku em pêşketina dadgehê mezê dikin, hewl dana veşartinê dozê heye. Herî dawî bincilê Şûle ya ku wê li dadgehê weke delîl bihata dîtin li Saziya Tipa Edlî hat windakirin. Ev delîla girîng çawan dibe ku li Tipa Edlî bê windakirin? Em dixwazin vê bipirsin. Parêzeran di dadgehê de jî pirs kirin. Ji ber van hemûyan ev doz ji bo me pir girînge.”
 
JI TEVLÎBÛNA 25’Ê MIJDARÊ BANG KIR
 
Yogler, da zanîn ku her sal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Taksîma Stenbolê meş tê lidarxistin û wiha got: “25’ê Mijdara îsal girîngtire. Îsal gelek jin hatin qetîlkirin, gelek jinan întîxar kirin, tundî û tacîzên li dijî jinan zêdetir bûn. Ji ber van sedeman divê em jin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Pêdivî heye ku em di her qadê de li mafê xwe bigerin. Gelek saziyên jinan xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin. Em jî li hemû deriyan dixin û jinan vedixwînin 25’ê Mijdarê. Em bi hemû rêxistinên jinan re li ser awayên tundiyê yên li dijî jinan diaxivin. Emê li dijî hemû êrîşên li ser jinan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.”
 

Sernavên din

21/11/2019
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'
13:29 Olûç: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin