Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in 2019-11-20 10:31:21 STENBOL - Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edale Nazli Yogler, diyar kir ku ew ê destûr nedin ku doza Şûle Çet bê veşartin û bang li her kesî kir di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan dakevin qadan.  Xwendekara zanîngehê Şûle Çet a 22 salî li Enqerê di sala çûyî de, bi awayekê bi guman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Çagatay Aksu û Berk Akand derbarê mirina Çet de hatibûn girtin û bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Êrîşa zayendî û gef li azadiya kes xwarin” doz hat vekirin. Derbarê her du kesan de cezayê muebetê û 39 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji Komîsyona Ji bo Şûşe Çet Edalet a ji bo ku cînayet aşkere bibe têdikoşe Nazli Yogler, diyar kir ku Tirkiye li gorî Peymana Stenbolê tevnagere.    'MUDAXILEYÎ JIYANA JINAN TÊ KIRIN’   Yogler, anî ziman ku divê jin li dijî astengî û sînordarkirinên mafên jinan xwe bi rêxistin bikin û wiha axivî: “Li ser vê erdnîgariyê tim mudaxileyî jiyana jinan hatiye kirin. Ji dewletê bigirin heya, dewleta biçûk a malbatê û tevahiya civakê jî di nav de destûrê nadin vê yekê. ‘Tu nikarî etekê kurt li xwe bikî, tu nikarî tiqetik bikî, azadiya te ya aboriyê tune ye û dema tu bi zewicî tu bi hevjînê xwe ve girêdayî.’ Ev hemû gotin qadên jinan teng dikin. Li ser azadiya jinan û daxwaza azadiya jinan êrîşên mezin hene. Ji qanûnan bigirin heya nava malê jî ev êrîş dewam dikin. Divê êdî ev rastî bê dîtin.”   ‘FAÎL HEWL DIDIN XWE XELAS BIKIN’    Yogler, dest nîşan kir ku ji bo danişîna 5’emîn a darizandina faîlên Şûle Çet ew ê îro li Edliya Enqerê kom bibin û wiha bi lêv kir: “Jinên ku ji bo ronîkirina cînayetê têdikoşin weke hedef tên nîşandan û faîl jî hewl didin xwe xelas bikin. Faîlên Çet 3 mehan derve geriyan. Dema ku em pêşketina dadgehê mezê dikin, hewl dana veşartinê dozê heye. Herî dawî bincilê Şûle ya ku wê li dadgehê weke delîl bihata dîtin li Saziya Tipa Edlî hat windakirin. Ev delîla girîng çawan dibe ku li Tipa Edlî bê windakirin? Em dixwazin vê bipirsin. Parêzeran di dadgehê de jî pirs kirin. Ji ber van hemûyan ev doz ji bo me pir girînge.”   JI TEVLÎBÛNA 25’Ê MIJDARÊ BANG KIR   Yogler, da zanîn ku her sal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Taksîma Stenbolê meş tê lidarxistin û wiha got: “25’ê Mijdara îsal girîngtire. Îsal gelek jin hatin qetîlkirin, gelek jinan întîxar kirin, tundî û tacîzên li dijî jinan zêdetir bûn. Ji ber van sedeman divê em jin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Pêdivî heye ku em di her qadê de li mafê xwe bigerin. Gelek saziyên jinan xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin. Em jî li hemû deriyan dixin û jinan vedixwînin 25’ê Mijdarê. Em bi hemû rêxistinên jinan re li ser awayên tundiyê yên li dijî jinan diaxivin. Emê li dijî hemû êrîşên li ser jinan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.”