* Li Erziromê, ji bo restorekirinê Keşîşxaneya Oşkiyê ji bo 5 mehan dabûn ber îhaley. Bedêla îhaleyê milyon û 430 hezar TL bû. Lê belê di ser dema îhaleyê re 3 meh derbas bûne, hîn jî keşşxane nehatiye temamkirin.
* Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku bajêr di şert û mercên Rewşa Awarte de tê birêvebirin û xebatên li bajêr hemû tên astengkirin. Kava, got: "Lê wê bi ser nekevin. Çimkî baweriya me bi têkoşîn, aştî û demokrasiyê heye. Em ê bi ser bikevin û wê ew winda bikin."
* Hiqûqnas Ercan Kanar, têkildarî pakêta darazê ya ji aliyê îqtîdarê ve hatiye amadekirin nirxandin kir û got: “Ger ku wekî sala 1991'an bê kirin û Kurdan jî tev li pêvajoya niqaşan bikin wê demê mirov dikare reform e. Lê tu eleqeya vê pakêta darazê û referandumê bi hev tune ye."
* Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya bingehîn û sereke pirsgirêka kurd e. Tumuklu, diyar kir ku tu hikmeke gotinê nemaye û got, dem dema pratîkê ye.
* Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê didome. Jinên ala ji dest Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan.
* Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.
* Xebatên rojnamegeriyê yên nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin ên di 16 mijdarê de hatin girtin sûc hatin hesibandin. Ji hevdîtinên bi malbatên girtiyan bigire heta nûçeyên kuştina jinan û Çiyayên Kazê sûc hatin dîtin.
* Danişina doza bersûcê Şule Çet dê li 31'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere bê dîtin. (10.00)
* Platforma Jinan a Mêrsînê dê têkildarî danişina doza Nûrcan Altundal a li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, li 20'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Mêrsînê bê dîtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê (10:05)
* Rêxistina HDP'ê dê têkildarî qeyûm û pêvajoya nû bi tevlêbûna hevserok û endamên MYK'ê û nûnerên STK’ê li Otela Hiltonê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Şaredariya Sûrê dê vekirina Navenda Piştevaniya Jinê ya Amida li Taxa Îskenderpaşa bi merasimekê vekin. (12.00
)
* Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê dê li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê rapora 2019'an aşkere bike. (12.30)
* Komisyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê Mêrsînê dê têkildarî mafên zarokan li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Dev Yapi Îş, bi boneya Sekreterê wan ê giştî Nihat Demîr serbest bê berdan dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemenê. (12.00)
* Jinên Anarşist, dê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan, bi şîara "Bila ne ser tundî û komkujiya jinê, bila Qanalên Medya Cinsiyetkar bên girtin" li pêş avahiya ATV daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)
* Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê bi mijara “Di Pirtûkên zarokan de mafên zarokan" li Şaxa EMO ya Enqereyê gotubêjê li dar bixin. (19.00)