ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-20 09:00:07 * Li Erziromê, ji bo restorekirinê Keşîşxaneya Oşkiyê ji bo 5 mehan dabûn ber îhaley. Bedêla îhaleyê milyon û 430 hezar TL bû. Lê belê di ser dema îhaleyê re 3 meh derbas bûne, hîn jî keşşxane nehatiye temamkirin.  * Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku bajêr di şert û mercên Rewşa Awarte de tê birêvebirin û xebatên li bajêr hemû tên astengkirin. Kava, got: "Lê wê bi ser nekevin. Çimkî baweriya me bi têkoşîn, aştî û demokrasiyê heye. Em ê bi ser bikevin û wê ew winda bikin."    * Hiqûqnas Ercan Kanar, têkildarî pakêta darazê ya ji aliyê îqtîdarê ve hatiye amadekirin nirxandin kir û got: “Ger ku wekî sala 1991'an bê kirin û Kurdan jî tev li pêvajoya niqaşan bikin wê demê mirov dikare reform e. Lê tu eleqeya vê pakêta darazê û referandumê bi hev tune ye."    * Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya bingehîn û sereke pirsgirêka kurd e. Tumuklu, diyar kir ku tu hikmeke gotinê nemaye û got, dem dema pratîkê ye.    *  Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê didome. Jinên ala ji dest Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan.    * Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.     * Xebatên rojnamegeriyê yên nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin ên di 16 mijdarê de hatin girtin sûc hatin hesibandin. Ji hevdîtinên bi malbatên girtiyan bigire heta nûçeyên kuştina jinan û Çiyayên Kazê sûc hatin dîtin.    * Danişina doza bersûcê Şule Çet dê li 31'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere bê dîtin. (10.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê dê têkildarî danişina doza Nûrcan Altundal a li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, li 20'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Mêrsînê bê dîtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê (10:05)   * Rêxistina HDP'ê dê têkildarî qeyûm û pêvajoya nû bi tevlêbûna hevserok û endamên MYK'ê û nûnerên STK’ê li Otela Hiltonê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Şaredariya Sûrê dê vekirina Navenda Piştevaniya Jinê ya Amida li Taxa Îskenderpaşa bi merasimekê vekin. (12.00 )   * Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê dê li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê rapora 2019'an aşkere bike. (12.30)   * Komisyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê Mêrsînê dê têkildarî mafên zarokan li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Dev Yapi Îş, bi boneya Sekreterê wan ê giştî Nihat Demîr serbest bê berdan dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemenê. (12.00)    * Jinên Anarşist, dê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan, bi şîara "Bila ne ser tundî û komkujiya jinê, bila Qanalên Medya Cinsiyetkar bên girtin" li pêş avahiya ATV  daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)   * Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê bi mijara “Di Pirtûkên zarokan de mafên zarokan" li Şaxa EMO ya Enqereyê gotubêjê li dar bixin. (19.00)