Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin

  • rojane
  • 15:48 19 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriyê didomin. Hêzên dewletê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin û heya niha herî kêm 200 xwepêşandêr hatine kuştin.

Xwepêşandana gelên Îran û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatiyê di roja 5’emîn de berdewam dike. Li gorî hinek çavkaniyan di  nava 4 rojên borî de, li seranserê Îranê 200 xwepêşandêr hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndarbûne. Duh li gorî çavkaniyekê ku xwe dispêre çavkaniyek Wezareta Navxweyî ya Îranê, di nava 4 rojan de zêdetirî 200 kes li seranserê Îranê hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî hinek çavkaniyên herêmî, hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetire. Tê gotin zêdetir kes li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê hatine kuştin. Li gorî Tora Mafê Mirov ya Kurdistanê, tenê di nexweşxaneyek Kirmaşanê ya bi navê İmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene. Beriya wê jî 9 xwepêşandêr li Kirmaşan hatibûn kuştin. Li gorî dîmenên li ser torên civakî belavbûne, li bajarê Ciwanro 14 û Merîwanê jî 12 kes hatine kuştin. Li bajarê Sine û Bokanê jî 2 kes hatine kuştin. Tê gotin hejmara birîndarên li Rojhilatê Kurdistanê 300 kes derbaz bûne û gelek birîndar ji tirsa girtin û revandinê, serdana nexweşxaneyan nakin.
 
LI ZÊDEYÎ 100 NAVENDAN ÇALAKÎ TÊN LI DAR XISTIN
 
Li bajarên Tahran, Şîraz, Ehwaz, Tebrêz, Îsfahan û Meşhed jî xwepêşandan berdewam dikin. Tê gotin li zêdetirî 100 bajarên Îranê xwepêşan tên kirin. Li gorî medyaya muxalefetê, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşandêran û hêzên dewletê jî raste rast gule bi ser wan dibarîne. Li gorî agahiyan hêzên dewletê nikarin bikevin wan taxan. Hejmarek zêde bank, navendên polîsan, baregehên hukmî, cihên dewletê ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin.
 
'ÎRANÊ ÎNTERNET LI SERANSERÎ WELAT QUT KIRIYE'
 
Ji ber ku hikumeta Îranê xetên înternetê li seranserê Îranê qut kiriye, zanyariyên baş nayên wergirtin. Li gorî hikumetê, rewşa hinek bajaran arame û pirsgirêk nîne. Lê Wezareta Perwerde û Wezareta Navxweyî bi fermî ragihand ku ji ber rewşa ne aram, li gelek parêzgehan dibistan û zanîngeh hatine girtin. Bi taybet li Elburz, Şîraz û Tebrêz dibistan û zanîngeh hatine girtin. Hikumetê heya niha li ser kuştina xwepêşandêran tiştek negotiye, lê piştrast kiriye ku li bajarên Tahran, Kerc, Kirmaşan û Şîrazê gelek fermandar û leşkerên wan hatine kuştin. Li ser hejmara kesên hatine binçavkirin, hejmarek diyar nîne, lê li gorî nûçeyên di tora civakî de hatine belav kirin, heya niha li seranserê Îranê bi hezaran kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û revandin. Herwiha tê gotin ku hêzên dewletê ji bo ku kiryarên xwe veşêrin, kesên birîndar dibin direvînin, cenaze jî desteser dikin. Hîn jî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin." 
 

Sernavên din

13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
14:04 Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne
13:43 Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:41 Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat
13:35 Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire
13:21 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin
13:17 Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin
13:14 Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin
12:57 Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin
12:46 Angaştnameya hevşaredarên Rêya Armûşê hat amadekirin
12:04 Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin
11:51 Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê
11:09 Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne