Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin 2019-11-19 15:48:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriyê didomin. Hêzên dewletê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin û heya niha herî kêm 200 xwepêşandêr hatine kuştin. Xwepêşandana gelên Îran û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatiyê di roja 5’emîn de berdewam dike. Li gorî hinek çavkaniyan di  nava 4 rojên borî de, li seranserê Îranê 200 xwepêşandêr hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndarbûne. Duh li gorî çavkaniyekê ku xwe dispêre çavkaniyek Wezareta Navxweyî ya Îranê, di nava 4 rojan de zêdetirî 200 kes li seranserê Îranê hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî hinek çavkaniyên herêmî, hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetire. Tê gotin zêdetir kes li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê hatine kuştin. Li gorî Tora Mafê Mirov ya Kurdistanê, tenê di nexweşxaneyek Kirmaşanê ya bi navê İmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene. Beriya wê jî 9 xwepêşandêr li Kirmaşan hatibûn kuştin. Li gorî dîmenên li ser torên civakî belavbûne, li bajarê Ciwanro 14 û Merîwanê jî 12 kes hatine kuştin. Li bajarê Sine û Bokanê jî 2 kes hatine kuştin. Tê gotin hejmara birîndarên li Rojhilatê Kurdistanê 300 kes derbaz bûne û gelek birîndar ji tirsa girtin û revandinê, serdana nexweşxaneyan nakin.   LI ZÊDEYÎ 100 NAVENDAN ÇALAKÎ TÊN LI DAR XISTIN   Li bajarên Tahran, Şîraz, Ehwaz, Tebrêz, Îsfahan û Meşhed jî xwepêşandan berdewam dikin. Tê gotin li zêdetirî 100 bajarên Îranê xwepêşan tên kirin. Li gorî medyaya muxalefetê, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşandêran û hêzên dewletê jî raste rast gule bi ser wan dibarîne. Li gorî agahiyan hêzên dewletê nikarin bikevin wan taxan. Hejmarek zêde bank, navendên polîsan, baregehên hukmî, cihên dewletê ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin.   'ÎRANÊ ÎNTERNET LI SERANSERÎ WELAT QUT KIRIYE'   Ji ber ku hikumeta Îranê xetên înternetê li seranserê Îranê qut kiriye, zanyariyên baş nayên wergirtin. Li gorî hikumetê, rewşa hinek bajaran arame û pirsgirêk nîne. Lê Wezareta Perwerde û Wezareta Navxweyî bi fermî ragihand ku ji ber rewşa ne aram, li gelek parêzgehan dibistan û zanîngeh hatine girtin. Bi taybet li Elburz, Şîraz û Tebrêz dibistan û zanîngeh hatine girtin. Hikumetê heya niha li ser kuştina xwepêşandêran tiştek negotiye, lê piştrast kiriye ku li bajarên Tahran, Kerc, Kirmaşan û Şîrazê gelek fermandar û leşkerên wan hatine kuştin. Li ser hejmara kesên hatine binçavkirin, hejmarek diyar nîne, lê li gorî nûçeyên di tora civakî de hatine belav kirin, heya niha li seranserê Îranê bi hezaran kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û revandin. Herwiha tê gotin ku hêzên dewletê ji bo ku kiryarên xwe veşêrin, kesên birîndar dibin direvînin, cenaze jî desteser dikin. Hîn jî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin."