Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê

  • rojane
  • 15:07 18 Mijdar 2019
  • |
img
GIRÊ SPÎ - Hin navên nû yên endamên DAIŞ'ê ku di eniyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, derketin holê. 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 39'emîn de didomin. Êrîşên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên selefî ku beriya êrîşê di bin navê Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de hatin cem hev ve pêk tên, li ser rêya M4 ku ji Eyn Îsa heta Til Temîrê dirêj dibe giran bûne. Hêzên Sûriyeya Dmeokratîk (QSD) mafê xwe yê parastina rewa bi kar tîne û bersiv dide êrîşên pêk tên. 
 
Komên selefî ku di bin sîwana SMO'yê de li hev kom bûne, sûcên mîna talan, revandina mirovan, îşkence, komkujî û guhertina demografiyê ku beriya niha li Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Îdlibê pêk anîbûn, niha li Girê Spî û Serêkaniyê didomînin. 
 
Her roj agahiyên nû derbarê komên SMOy'ê ku Tirkiye wan di êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kar tîne, zêde dibin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li herêmê weşanê dike, beriya demeke kurt 77 endamên DAIŞ'ê yên ku di eniyên SMO'yê de cih girtibûn, aşkera kiribû. 
 
Piştî parvekirina van navan, navê 7 endamên DAIŞ'ê yên din ku kincên SMO'yê li xwe kirine û êrîş dibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derketin holê. 
 
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirt; van her heft navên ku li ser navê DAIŞ'ê tevlî êrîşan bûne, di bin navê SMO'yê de tevlî êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê jî bûne. Di nav van kesan de kesên ku tevlî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şenagalê bûbûn jî hene. 
 
Her heft kesên ku agahiyên wan hatin bidestxistin, nav û rewşa wan îro, angaştên derbarê Tirkiyeyê yên têkildarî DAIŞ'ê xurttir kir. Navê endamên DAIŞ'ê yên kincê SMO'yê li xwe kirine wiha ne:
 
 
* Ramî El Dehiş: Ji Grê Spî ye û bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re tevlî Ehrar El Şam'ê bûye. Piştre tevlî DAIŞ'ê bûye û berpirsyartiya îstixbaratê ya Girê Spî kiriye. Ev kes îro di nav koma Ehrar El Şerqiye ya di bin sîwana SMO'yê de cih digire. 
 
* Raxîd Yûsûf El Dehiş: Navê “Ebû Disir” bi kar tîne û ji Girê Spî ye. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Lîwaya El Qadisiye ya girêdayî Artêşa Sûriyeye Azad (SMO) ava kiriye. Pişt re tevlî DAIŞ'ê bûye xebatên îstixbaratî kiriye û niha jî ji MÎT'ê re îstixbarast berhev dike. 
 
* Tariq Ebû Mizefer: Ji gundê El Zêbeqiye yê Silûkê ya Girê Spî ye. Endamê eşîreke tirkmen e. Dema DAIŞ'ê yek ji mirovên herî girîng ê DAIŞ'ê bûye û niha di bin navê SMO'yê de careke din vegeriyaye gundê xwe. 
 
* Mueeyed Ebîd El Mistefa: Ji navçeya Hezîma ya Reqayê ye û yek jî emîrên DAIŞ'ê bûye. Piştî ku Reqa dikeve destê QSD'ê, derbasî bajaroka Hecîn a Dêra Zorê bûye. Piştî êrîşa QSD'ê ya ser vir, bi rêyên mişext di ser Ezazê de derbasî Tirkiyeyê bûye. Di êrîşa SMOy'ê ya bi ser Silûkê de cih girt. 
 
* Sermed Etewî: Ji bajarê Misûlê ye û tevlî DAIŞ'ê bûye. Li Iraqê tevlî êrîşên DAIŞ'ê yên ser Şengalê bûye û êrîşa bi rê ve biriye. Piştre ji vir derbasî navçeya Ebû Kemal a Dêra Zorê bûye. Piştî têkçûna DAIŞ'ê weke sivîl li Qampa Ey Îsa bi cih bû. Bi malbat û gelek kesan re ji qampê reviya û xwe avêt SMO'yê. Yek ji DAIŞ'iyên ku qampê şewitandine. 
 
* Mehmûd El Qedûş El Eran: Ji navçeya Ebû Kemal a Dêra Zorê ye û li Hesekê û Şeddadê berpirsyartiya DAIŞ'ê kiriye. Piştî ku ev der ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin, derbasî Tirkiyeyê bûye û tevlî Eniya Neteweyî ya Sûriyeyê bûye. Ji Tirkiyeyê derbasî Cerablûsê dibe û tevlî êrîşên li ser vê bûye. Niha kî li Serêkaniyê ye. 
 
* Ismayîl El Hefiyan: Bi navê “Ebû Xelil” tê nasîn û ji eşîra Cêse ya Girê Spî ye. Fermandarê Lîwa Hamza ya OSO'yê bûye. Piştî ku DAIŞ dikeve Girê Spî bi lîwa xwe re tevlî DAIŞ'ê dibe. Piştî ku Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve hat rîzgarkirin bi lîwa xwe re reviya Tirkiyeyê. Li vir tevlî SMO'y'ê bû di êrîşên SMO'yên li ser Girê Spî de cih girt. Hat hînbûn ku Hefyan tevlî meclisa hatiye avakirin jî bûye. 
 
 MA / Nazim Daştan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/11/2019
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'
13:29 Olûç: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin