Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê 2019-11-18 15:07:03   GIRÊ SPÎ - Hin navên nû yên endamên DAIŞ'ê ku di eniyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, derketin holê.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 39'emîn de didomin. Êrîşên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên selefî ku beriya êrîşê di bin navê Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de hatin cem hev ve pêk tên, li ser rêya M4 ku ji Eyn Îsa heta Til Temîrê dirêj dibe giran bûne. Hêzên Sûriyeya Dmeokratîk (QSD) mafê xwe yê parastina rewa bi kar tîne û bersiv dide êrîşên pêk tên.    Komên selefî ku di bin sîwana SMO'yê de li hev kom bûne, sûcên mîna talan, revandina mirovan, îşkence, komkujî û guhertina demografiyê ku beriya niha li Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Îdlibê pêk anîbûn, niha li Girê Spî û Serêkaniyê didomînin.    Her roj agahiyên nû derbarê komên SMOy'ê ku Tirkiye wan di êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kar tîne, zêde dibin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li herêmê weşanê dike, beriya demeke kurt 77 endamên DAIŞ'ê yên ku di eniyên SMO'yê de cih girtibûn, aşkera kiribû.    Piştî parvekirina van navan, navê 7 endamên DAIŞ'ê yên din ku kincên SMO'yê li xwe kirine û êrîş dibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derketin holê.    Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirt; van her heft navên ku li ser navê DAIŞ'ê tevlî êrîşan bûne, di bin navê SMO'yê de tevlî êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê jî bûne. Di nav van kesan de kesên ku tevlî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şenagalê bûbûn jî hene.    Her heft kesên ku agahiyên wan hatin bidestxistin, nav û rewşa wan îro, angaştên derbarê Tirkiyeyê yên têkildarî DAIŞ'ê xurttir kir. Navê endamên DAIŞ'ê yên kincê SMO'yê li xwe kirine wiha ne:     * Ramî El Dehiş: Ji Grê Spî ye û bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re tevlî Ehrar El Şam'ê bûye. Piştre tevlî DAIŞ'ê bûye û berpirsyartiya îstixbaratê ya Girê Spî kiriye. Ev kes îro di nav koma Ehrar El Şerqiye ya di bin sîwana SMO'yê de cih digire.    * Raxîd Yûsûf El Dehiş: Navê “Ebû Disir” bi kar tîne û ji Girê Spî ye. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Lîwaya El Qadisiye ya girêdayî Artêşa Sûriyeye Azad (SMO) ava kiriye. Pişt re tevlî DAIŞ'ê bûye xebatên îstixbaratî kiriye û niha jî ji MÎT'ê re îstixbarast berhev dike.    * Tariq Ebû Mizefer: Ji gundê El Zêbeqiye yê Silûkê ya Girê Spî ye. Endamê eşîreke tirkmen e. Dema DAIŞ'ê yek ji mirovên herî girîng ê DAIŞ'ê bûye û niha di bin navê SMO'yê de careke din vegeriyaye gundê xwe.    * Mueeyed Ebîd El Mistefa: Ji navçeya Hezîma ya Reqayê ye û yek jî emîrên DAIŞ'ê bûye. Piştî ku Reqa dikeve destê QSD'ê, derbasî bajaroka Hecîn a Dêra Zorê bûye. Piştî êrîşa QSD'ê ya ser vir, bi rêyên mişext di ser Ezazê de derbasî Tirkiyeyê bûye. Di êrîşa SMOy'ê ya bi ser Silûkê de cih girt.    * Sermed Etewî: Ji bajarê Misûlê ye û tevlî DAIŞ'ê bûye. Li Iraqê tevlî êrîşên DAIŞ'ê yên ser Şengalê bûye û êrîşa bi rê ve biriye. Piştre ji vir derbasî navçeya Ebû Kemal a Dêra Zorê bûye. Piştî têkçûna DAIŞ'ê weke sivîl li Qampa Ey Îsa bi cih bû. Bi malbat û gelek kesan re ji qampê reviya û xwe avêt SMO'yê. Yek ji DAIŞ'iyên ku qampê şewitandine.    * Mehmûd El Qedûş El Eran: Ji navçeya Ebû Kemal a Dêra Zorê ye û li Hesekê û Şeddadê berpirsyartiya DAIŞ'ê kiriye. Piştî ku ev der ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin, derbasî Tirkiyeyê bûye û tevlî Eniya Neteweyî ya Sûriyeyê bûye. Ji Tirkiyeyê derbasî Cerablûsê dibe û tevlî êrîşên li ser vê bûye. Niha kî li Serêkaniyê ye.    * Ismayîl El Hefiyan: Bi navê “Ebû Xelil” tê nasîn û ji eşîra Cêse ya Girê Spî ye. Fermandarê Lîwa Hamza ya OSO'yê bûye. Piştî ku DAIŞ dikeve Girê Spî bi lîwa xwe re tevlî DAIŞ'ê dibe. Piştî ku Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve hat rîzgarkirin bi lîwa xwe re reviya Tirkiyeyê. Li vir tevlî SMO'y'ê bû di êrîşên SMO'yên li ser Girê Spî de cih girt. Hat hînbûn ku Hefyan tevlî meclisa hatiye avakirin jî bûye.     MA / Nazim Daştan