Belgeyek din a têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan dide derket holê

  • rojane
  • 10:50 17 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Belgeyek din a têkiliya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de derdixe holê derket holê. Di belgeyê de ji hikûmeta Tirkiyeyê tê xwestin ku endamên wan bi rehetî biçin Ewropayê.  
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), belgeyek ku têkiliya di navbera DAIŞ û hikûmeta Tirkiyeyê de nîşan dide weşand. Belgeya ku ANHA parve kir, têkiliya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê DAIŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî derdixin holê. Bexdadî li gundê Barişa yê Idlibê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de bû hatibû kuştin.  Belge têkildarî derbasbûna “yekîneyên ewlehiyê” ber bi Ewropayê ve ye ku ev yekîne agahiyên îstixbaratê yên çeteyan berhev dikin û plansaziya êrişên dikin ye. Talîmat bi bi îmzeya wîlayeta El-Xêr (Dêrazor) hatiye şandin û tê de wiha hatiye nivîsandin:
 
 “ PEYVIRDARKIRIN
 
Bi navê Xwedayê mezin
 
Bi pêzanîn û talîmata “Emîr El-Mumînin” “emîrê berxwedanê El-Bexdadî”, Ebû Suleyman El-Enter ji Tirkiyê re, ji wê derê jî bi rêya birayê me yê ku peywirdarê kar û barên me yên ewlehiyê ye, ber bi Almanyayê ve, li gorî talîmata diyarkirî, da ku faaliyetan bi rê ve bibe, tê şandin.
 
Dîrok: 31.10.2015
 
Dewlet Îslamê ya Iraq û Şamê
 
Rêveberiya Wîlayeta El-Xêr (Dêra Zor)”
 
Li ser navê Abdullah Muhammed El-Muhammed jî bi heman naverokê talîmatek hatiye amadekirin û ji heman kesî re hatiye şandin. Bi van belgeyên ku bi fermana Bexdadî hatine amadekirin, nemaze tê diyarkirin ku divê DAIŞ'î di ser Tirkiyê re werin şandin da ku li Almanyayê kar û barên çeteyan bi rê ve bibin. Di demên berê de jî gelek caran derketibû holê ku Tirkiye bi hevkariya rayedarên Tirkiyeyê ji dagirkerî û qetlîamên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê re, ji Rûsya, Afrîkaya bakur û gelek deverên cîhanê çeteyan vediguhêze û her cure cebilxaneyê derbasî herêmê dike. Mînake: çeteyê DAIŞ’ê yê berê hatibû girtin Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde) di Gulana 2019’an de têkildarî hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê a li ser sînorê Tirkiyê ya bi têkiliya MÎT-DAIŞ’ê çêbûye, ev agahî dabûn:
 
‘ME LI SER SÎNOR BI PÊZANÎNA MÎT’Ê BAZIRGANÎ DIKIR' 
 
“Sînor di bin kontrola me de bû, me bi MÎT’ê re her tim civîn çêdikirin. Hemû teqemenî, madeyên kîmyewî û tedawiya birîndaran, me her tişt di ser deriyê Tirkiyê re dikir.” Agahiyên ku Îlyas Aydin dane, diyar dikin ku DAIŞ’ê bi rêya Tirkiyeyê plansaziya sewqiyat û êrişên xwe organize kiriye û ji bo vê yekê DAIŞ’ê li Tirkiyê maseyeke taybet jî ava kiriye. Da ku karên xwe yên qirêjî û peywendiyên xwe yên bi derve re bi rehetî û bi rêk û pêk bi rê ve bibe, DAIŞ’ê bi navê “Mektebîl Tirkî” anku “Maseya Tirkiyê” yekîneyeke taybet amade kiribû.
 
Îlyas Aydin, digot: “Lîsteya çalakiyên ku dê li Tirkiyê pêk bên, ewilî didan MÎT’ê. Yê ku ew didan MÎT’ê, Abdurrahman Alagoz bû ku di nav koma ku teqîna Surûçê pêk anî de cih digirt.” 
 
Li gorî wan belgeyan, Ebû Bekir El-Bexdadî di 18`ê Sibata 2015`an de çeteyekî bi navê Hisên Mihemed El-Elî û di 21`ê heman mehê de çeteyê bi navê Elî Hemûd El-Îsa ji bo çûyîna Tirkiyê erkdar dike, ji bo ku derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Ewropayê û bi taybet ji Almanyayê re hêsan bikin. Bi dehan belge desteka Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ`ê re û vekirina sînoran li pêşberî çeteyên biyanî ji welatên cîhanê yên cuda ji bo ku tev li DAIŞ`ê li Sûriyê bibin, eşker dikin.
 
JI McGurk TÊKILDARÎ HEVKARIYA TIRKIYE Û û DAIŞ’Ê ÎSTATÎSTÎKÊN BALKÊŞ
 
Di demek berê de şandeyê Amerîkî yê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk di panelekê de di 20`ê Cotmehê de têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de eşkere kir û got: "Min hemleya Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ`ê bi rê ve bir. Tirkiyê hişt ku 40 hezar DAIŞ`î yên ku ji 110 dewletan bi rêya balafirgehên wê hatine, derbasî Sûriyê bibin." Brett McGurk ev tişt diyar kiribû: "DAIŞ`î li ser sînorên Tirkiyê bûn. Me bi Tirkiyê re kar kir û ji dewletên din bêtir min serdana Tirkiyê kir, ji bo ku wan teşwîqî girtina sînoran bikim. Lê nekirin. Berpirsên Tirk tevî daxwazên koalîsyonê gotin ew nikarin sînoran bigirin."
 
Îtîrafên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hatine girtin, eşkere kir ku DAIŞ`ê li herêmeke sînor di navbera Tirkiye û Sûriyê de kampek ji bo perwerdekirina çeteyên xwekuj ava kiriye. Girtiyekî fransî dibêje ew di wê kampê de bû. Komên ku perwerdeyên leşkerî dîtine, ji bo ku wan bişînin Lubnan, Lîbyayê û bajarên din li Rojhilata Navîn dîtine.
 

Sernavên din

18/11/2019
13:19 Di dewriya Tirkiye û Rûsyayê de jinek birîndar bû
12:47 Gelê Kobanê vê carê bi molotofan bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs
12:47 Koma Ehrar Şarqiye li Efrînê jinek kuştin
12:14 Kurdan di lîsteya 'Kesê Salê' ya Kovara TIME'ê de cih girt
11:30 Çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin
Zanîngeh, dibistan û banka hatin girtin
11:15 Hemdan El-Ebid: Me hevkariya DAIŞ û Tirkiyê bi belgeyan îspat kir
11:12 Surucu: Bi qeyûman êrîşî pergala hevserokatiyê dikin
11:08 Ji Geliyê Dîcleyê rengên jiyanê
10:42 Ji bo parastina xwezayê şitil çandin
10:17 Îdîanameya ku kirin sedema tayînkirina qeyûm red kirin
09:32 Li Nisêbînê 25 kes hatin kuştin: Îfadeya rayedarekê jî nehat girtin
09:01 Girtiyên Girtîgeha Osmaniye ji 12'ê mijdarê de di grevê de ne
09:01 Xwendekara der barê wê de lêpirsîn vekirin di 4 saetan de ji leyliyê dûr xistin
09:01 Bond: Li dijî krîza avhewayê pêwistî bi çalakiyên radikal heye
09:01 Alagaş a hêjayî xelata Maria Grazia Cutuli hat dîtin: Serkeftina jinên kurd ên rojnameger e
09:01 'Ji ber me maşîna plaka wê 21 slav kir em rastî êrîşê hatin'
09:01 AYM, serlêdana Atabay a 'Mafê jiyanê hatiye îhlalkirin' red kir
09:01 Li Lûbnan, Iraq û Îranê gel çi dixwazin?
09:01 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ji xeynî yekîtiyê pêdiviya Kurdan ji tiştekî din tune
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2019'AN
17/11/2019
20:33 Gabriyel: Lihevkirin li ser Til Temirê tune: Êriş berdewam in
20:27 Şewata daristanê ya piştî operasyona eskerî 3 rojin didome
20:18 Dozger binçavkirina 57 HDP’iyan 4 rojên din dirêj kir
18:27 Mamosteyê dawî li jiyana xwe anî li Dersîmê defin kirin
16:42 Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e
15:50 Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye
15:41 Zêdeyî 3 hezar Karkerên Sûriyeyî li dervê qeydan kar dikin
Temenê zaroken karker daket 6 salî
15:17 Çalakiyên gel ên li dijî rejima Îranê didomin
15:02 Rêveberiya Xweser: Bi lez bila dewleta Tirk ji axa me derkeve
14:47 Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' danîn
Ji bo 390 jinên hatin kuştin 390 dar çandin
14:19 Endezyarê di bin înşaeta mizgeftê de ma û mir defin kirin
13:57 5 rojnameger hefteyekê neheq di bin çavan de man
Dozger hewce bi lêpirsînê nedît
12:36 Ciwanên HDP'ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanan dan
11:51 Li vê malbatê hemû betal in: Debar nabe
10:50 Belgeyek din a têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan dide derket holê
09:38 Kalê 80 salî 23 salin girtî ye
09:12 Di 13 rojên mijdarê de 19 kesan ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîn
09:11 Pirtûka 'Ji Bo Zarokan Cografya'
09:10 'Xebatkarên AVM'yan bi berxwedana li AVM'yan tozika mirî ya li ser xwe avêtin'
09:07 Karataş: Dixwazin Tirkiyeyê bikin çopgeha nukleerê
09:05 Komeleya Lêkolînên Kurdî: Divê ji bo yekîtiya neteweyî gavine berbiçav bên avêtin
09:03 Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN
16/11/2019
21:09 Ebdî: Belgeyen ku DAIŞ di êrîşan de tên bikaranîn hene
19:14 Xwepêşenderan wesayîtên polîsan şewitandin
19:04 Xwestin Hevşaredara Pirsûsê 2 rojên din di bin çavan de be
18:39 Rêxisitnên elewiyan: Em dibêjin êdî bes e
18:13 Jiyan û têkoşîna Memed Uzun vegotin
17:10 Hiso: Hêzên cîhanê li dijî êrîşan bêdeng in
16:40 Li Heskîfê mexdûrên xaniyan hatin binçavkirin
16:40 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:39 Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin girtina Demîr û Aydin şermezar kir
16:29 Ocalan: Midurê Emniyetê ji bo pesnê wî bê dayîn hiqûqê binpê dike
16:28 Jinên şirnexî ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev
15:59 Koçyîgît: AKP penaberan wek keysê bikar tîne
15:58 Midura Nûçeyan a Jin News'ê Alagaş li Îtalyayê hêjayî xelatê hat dîtin
15:41 Xizmên windayan: Tevî JÎTEM li xwe mikur hat jî dewlet vedişêre
15:35 HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin
15:30 Li Pendîkê êrîşa çekdarî: 3 kes mir û kesek jî birîndar bû
15:00 Hevjîna Hayrullahoglu yê hat qetlkirin: 37 sal derbas bûn lê hêrsa min neqediyaye
14:51 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk: Me tiştekî derveyî qanûnan nekiriye
14:50 Li Pirsûsê mudaxileyî şermezarkirina qeyûm
14:21 Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bû çêkir
14:11 Li Babê teqîn: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
13:21 Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin
13:09 Îran wê mamosteya kurdî Zehra Mohammadî darve bike
12:47 Endezyarê di bin îskeleyê da ma jiyana xwe ji dest da
12:21 Qeyûm kurdî kir tirkî!
12:06 Ji ber deynan dawî li jiyana xwe anî
12:04 Bi salane dengê Ahmet Kaya li wê kuçeyê olan dide
11:37 MKGP: Rûken Demîr û Melîke Aydin pêwistiya pîşesaziya xwe kirine
11:35 Hevşaredarê Dêrikê: Em qeyûmên wan nas nakin
11:02 'Ji ber bêkariyê em nikarin xeyala siberojê jî bikin’
10:54 Akademîsyen Altiparmak bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
10:51 Ji bo ‘Zirarên Peyvirê' dê 99,5 milyar tl ji butçeyê xerç bikin
10:37 ‘Ji bo her kesî xizmeta tenduristiya wekhev û bi qalîte lazim e’
10:36 Navenda Jinê ya Amîda ku qeyûm girtibû dîsa vedibe
10:15 Berdevkê Meclisa Ciwanên HDP'ê: Armanc dikin rêxistinbûna ciwaanan belav bikin
09:29 Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?
09:28 Hevşaredarê Êlihê Demîr: Walîtî biryarên meclîsa şaredariyê red dike
09:27 Karker: Em ancax bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî dikarin ji krîzê derkevin
09:27 Adîl Okay: Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan
09:26 Muftuoglû: Îktîdar kesên birçîbûnê qebûl nakin dike 'terorîst'
09:25 Ji dêvla polîsan ceza li kesên hatin derbkirin birîn
09:25 Nerazîbûna hezexiyan a ji bo qeyûman: Ne bi hilbijartinê, bi darê zorê distînin
09:13 Wê HDP rapora derbarê qeyûman de bi raya giştî re parve bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2019'AN
08:39 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin
08:24 Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin
15/11/2019
22:00 10 ciwanên HDP'î hatin girtin
20:41 10 kes hatin binçavkirin
19:35 Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anîn
16:57 Bi kepçeya Şaredariya Kanîreşê li xezîneyên geriyan
16:56 Derket holê ku deynê malbata ku li malê mirî hatin dîtin pir zêde ye
16:41 Serokê Baroya Stenbolê: Pakêtên darazê hêvî nadin
16:35 TJA'yê li Stenbolê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan
16:29 ‘Plana Islahatê ya Şerqê bi destê qeyûman didome’
16:21 Li avahiya Şaredariya Pirsûsê ‘lêgerîn’ bi dawî bû
16:15 Nûçegihanê me Omer Akin hat berdan
16:14 Binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin