Belgeyek din a têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan dide derket holê 2019-11-17 10:50:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgeyek din a têkiliya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de derdixe holê derket holê. Di belgeyê de ji hikûmeta Tirkiyeyê tê xwestin ku endamên wan bi rehetî biçin Ewropayê.     Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), belgeyek ku têkiliya di navbera DAIŞ û hikûmeta Tirkiyeyê de nîşan dide weşand. Belgeya ku ANHA parve kir, têkiliya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê DAIŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî derdixin holê. Bexdadî li gundê Barişa yê Idlibê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de bû hatibû kuştin.  Belge têkildarî derbasbûna “yekîneyên ewlehiyê” ber bi Ewropayê ve ye ku ev yekîne agahiyên îstixbaratê yên çeteyan berhev dikin û plansaziya êrişên dikin ye. Talîmat bi bi îmzeya wîlayeta El-Xêr (Dêrazor) hatiye şandin û tê de wiha hatiye nivîsandin:    “ PEYVIRDARKIRIN   Bi navê Xwedayê mezin   Bi pêzanîn û talîmata “Emîr El-Mumînin” “emîrê berxwedanê El-Bexdadî”, Ebû Suleyman El-Enter ji Tirkiyê re, ji wê derê jî bi rêya birayê me yê ku peywirdarê kar û barên me yên ewlehiyê ye, ber bi Almanyayê ve, li gorî talîmata diyarkirî, da ku faaliyetan bi rê ve bibe, tê şandin.   Dîrok: 31.10.2015   Dewlet Îslamê ya Iraq û Şamê   Rêveberiya Wîlayeta El-Xêr (Dêra Zor)”   Li ser navê Abdullah Muhammed El-Muhammed jî bi heman naverokê talîmatek hatiye amadekirin û ji heman kesî re hatiye şandin. Bi van belgeyên ku bi fermana Bexdadî hatine amadekirin, nemaze tê diyarkirin ku divê DAIŞ'î di ser Tirkiyê re werin şandin da ku li Almanyayê kar û barên çeteyan bi rê ve bibin. Di demên berê de jî gelek caran derketibû holê ku Tirkiye bi hevkariya rayedarên Tirkiyeyê ji dagirkerî û qetlîamên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê re, ji Rûsya, Afrîkaya bakur û gelek deverên cîhanê çeteyan vediguhêze û her cure cebilxaneyê derbasî herêmê dike. Mînake: çeteyê DAIŞ’ê yê berê hatibû girtin Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde) di Gulana 2019’an de têkildarî hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê a li ser sînorê Tirkiyê ya bi têkiliya MÎT-DAIŞ’ê çêbûye, ev agahî dabûn:   ‘ME LI SER SÎNOR BI PÊZANÎNA MÎT’Ê BAZIRGANÎ DIKIR'    “Sînor di bin kontrola me de bû, me bi MÎT’ê re her tim civîn çêdikirin. Hemû teqemenî, madeyên kîmyewî û tedawiya birîndaran, me her tişt di ser deriyê Tirkiyê re dikir.” Agahiyên ku Îlyas Aydin dane, diyar dikin ku DAIŞ’ê bi rêya Tirkiyeyê plansaziya sewqiyat û êrişên xwe organize kiriye û ji bo vê yekê DAIŞ’ê li Tirkiyê maseyeke taybet jî ava kiriye. Da ku karên xwe yên qirêjî û peywendiyên xwe yên bi derve re bi rehetî û bi rêk û pêk bi rê ve bibe, DAIŞ’ê bi navê “Mektebîl Tirkî” anku “Maseya Tirkiyê” yekîneyeke taybet amade kiribû.   Îlyas Aydin, digot: “Lîsteya çalakiyên ku dê li Tirkiyê pêk bên, ewilî didan MÎT’ê. Yê ku ew didan MÎT’ê, Abdurrahman Alagoz bû ku di nav koma ku teqîna Surûçê pêk anî de cih digirt.”    Li gorî wan belgeyan, Ebû Bekir El-Bexdadî di 18`ê Sibata 2015`an de çeteyekî bi navê Hisên Mihemed El-Elî û di 21`ê heman mehê de çeteyê bi navê Elî Hemûd El-Îsa ji bo çûyîna Tirkiyê erkdar dike, ji bo ku derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Ewropayê û bi taybet ji Almanyayê re hêsan bikin. Bi dehan belge desteka Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ`ê re û vekirina sînoran li pêşberî çeteyên biyanî ji welatên cîhanê yên cuda ji bo ku tev li DAIŞ`ê li Sûriyê bibin, eşker dikin.   JI McGurk TÊKILDARÎ HEVKARIYA TIRKIYE Û û DAIŞ’Ê ÎSTATÎSTÎKÊN BALKÊŞ   Di demek berê de şandeyê Amerîkî yê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk di panelekê de di 20`ê Cotmehê de têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de eşkere kir û got: "Min hemleya Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ`ê bi rê ve bir. Tirkiyê hişt ku 40 hezar DAIŞ`î yên ku ji 110 dewletan bi rêya balafirgehên wê hatine, derbasî Sûriyê bibin." Brett McGurk ev tişt diyar kiribû: "DAIŞ`î li ser sînorên Tirkiyê bûn. Me bi Tirkiyê re kar kir û ji dewletên din bêtir min serdana Tirkiyê kir, ji bo ku wan teşwîqî girtina sînoran bikim. Lê nekirin. Berpirsên Tirk tevî daxwazên koalîsyonê gotin ew nikarin sînoran bigirin."   Îtîrafên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hatine girtin, eşkere kir ku DAIŞ`ê li herêmeke sînor di navbera Tirkiye û Sûriyê de kampek ji bo perwerdekirina çeteyên xwekuj ava kiriye. Girtiyekî fransî dibêje ew di wê kampê de bû. Komên ku perwerdeyên leşkerî dîtine, ji bo ku wan bişînin Lubnan, Lîbyayê û bajarên din li Rojhilata Navîn dîtine.