Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî

  • rojane
  • 09:15 15 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Nûnerên partiyên kurd, têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd diyar kirin ku partî û saziyên kurdan, berjewendiyên şexsî û partiyan deynin aliyekî û li ser nirxên neteweyî hiş û fikra xwe bikin yek. Nûneran destnişan kir ku heta di mêjî de yekitî çê nebe yekîtiya neteweyî ya kurd jî pêk nayê. 

Nûnerên partiyên kurdan, derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de destnîşan kirin ku heger kurdên li bakur di nava xwe de yekitiyê ava bikin dê bandorê li parçeyên din jî bike. 
 
Rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş diyar kir ku yekîtiya neteweyî meseleyeke geleke girîng e û wiha got: “Îro hatiye asteke wisa ku pirsgirêka gelê kurd û Kurdistanê bûye rojeva hemû dinyayê. Niha tu li Pentagonê, li Qesra Spî, li Yekitiya Ewropa, li Yekitiya Ereba, li parlementoyên dewletên Ewropa dinêrî di rojeva wan hemûyan de meseleya kurd û Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê divê yekîtiyeke neteweyî, li ser nirx û daxwazên neteweyî rêxistin û saziyên kurd û Kurdistanê hemû bên ba hev. Ne şert e ku rêxistinên xwe betal bikin an dev ji rêxistinên xwe berdin. Lê li ser çend xalên nirxên neteweyî divê bêşik werin ba hev. Îro dinya hemû li kurda bi çavekî erênî dinêre û ketiya rojeva hemû dinyayê. Lê ew li hêviya wê yekê ne ku kurd daxwazên xwe yên netewî, meşrû, demokratîk û mafê xwe yê rewa bi hev re zelal bînin ziman. Ji ber vê yekê divê rêxistinên me hemû li ser xalên neteweyî van daxwazên xwe zelal bikin û li dor wan bi hev re tevbigerin.”
 
‘LI SER NIRXÊN NETEWEYÎ YEKITIYÊ AVA BIKIN’
 
Okumuş, da zanîn ku li bakurê Kurdistanê xebateke wan ya ku hêvî dide mirovan heye û wiha axivî: “Ez bawerim civîna didoyan dê di vê mehê de pêk bê. Hêvî dikim ku wê encamek jê derkeve. Ku di serî de rêxistinên kurdên bakur li ser nirxên neteweyî yekîtiya xwe ava bikin. Û bi navê wê yekîtiyê bandorekê li Başûr, li Rojava û li Rojhilat jî bikin. Ji ber ku parçeyê mezin ê kurda li bakurê Kurdistanê ne. Gava kurdên Bakur yekitîya xwe ava bikin. Wê bandoreke erênî li her sê parçeyên me yên din jî bike." Okumuş, destnîşan kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd demekê hat rojevê lê encamek jê nehat girtin û wiha berdewam kir: “Divê ku ji bo çi encam nehat girtin kî bû sebep? Divê dest ji vê sûcdariyê bê berdan, di pêşerojê de ji bo kongreya neteweyî şert û merc werin ava kirin. Ev ji bo kurdan lazim e. Ji ber ku Kongereya Neteweyî wê bi xwe re yekîtiya neteweyî derxe holê. Divê ev jî li ser nirxên neteweyî û bi hêzên neteweyî re bên kirin.”
 
‘PERÇEKIRINA AXÊ PERÇEKIRINA MEJÎ BI XWE RE ANIYE’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî da zanîn ku perçekirina axê perçekirina mejî bi xwe re aniye û wiha got: “Şert û mercên dinyayê hatiye asteke wisa ku li her derê êrîş li ser kurda tê kirin. Ev ne çîrok in ne jî derew in. Me êrîşa li ser Helepçe, Şengalê, Kobanê, Kerkukê, Musilê dît. Cihê ku kurd lê dijîn êrîş li ser tê kirin. Ev çi bi xwe re tîne pêwistiya neteweyî tîne. Lê mixabin kurd nabin yek.  Ji ber ku axa wan perçe bûye nêrîna wan ya dinyayê û ya ku li buyera dinêre jî perçe bûye.  Berjewendiyên her kesê li bin guhê hev dikeve. Ji ber ku berjewendiyên wan nabe yek yekitî jî di nav kurda de ava nabe. Pêwiste ku hûn berjewendî û hebûna wî miletî bidin pêşiya her tiştê xwe. Lê mixabin di siyaseta me kurda de ev nexweşî heye. Em berjewendiya xwe didin pêşiya her tiştî. Ez, tu, ew berjewendiyên xwe bidin pêşiyê ne tu tifaq ne jî tu yekîtî çê dibin. Gereke kurd rewşa ku niha di tê de bigirin berçavê xwe. Dinya bi çi çavî li wan dinêre ax û mafê wan ketiye çi astê gereke vê wergirin berçav li gor wê tevbigerin. Heta ku berjewendiyê yekîtiya neteweyî di hiş û serê mirov de çê nebe yekîtî bi rehetî çê nabe.”
 
‘HEKE MIROV BIRÎNA XWE BIZANIBE LI GOR WÊ REÇETEYA XWE JÎ DINIVÎSE’
 
Dogan, diyar kir ku ji bo ku yekîtiya kurdan pêk bê divê binê wê bê tijîkirin û wiha domand: “Gereke mirov birîna xwe bizanibe teşhîsa wê dane ku li gorî wê reçeteya xwe binivîse. Mixabin em kurd ji vê tiştê dûr in. Em kurdê li Tirkiyeyê dibêjin hejmara nufusa me nêzîkî 30 milyon e. Di dinyayê de miletek ku nifûsa wan 30 milyon be bacên xwe bidin dewletê leşkeriyê ji dewletê re bike, qanûnên dewletê yek bi yek bicih bîne. Lê hêj nikare zarokekî xwe bişîne kreşeke kurdî. Nikare zarokê xwe bi rêka dibistana zimanê dayikê. Gereke divê serî de em yekîtiyê ava bikin pişt re em xwe bikin di bin barê giran de . Wexta ku em nikarin barê biçûk em ê di bin barê giran de bimînin. Hêzên kurda divê her kes vê pirsê ji xwe bike bibêje ‘ez endamê kîjan miletî, ez perçeyê kîjan miletî me.’ Wextê navekî rast li xwe bike wê demê rêya yekîtiyê jî vedibe. Wê demê di çarçoveya yekîtiyê de wê rûnin û biaxivin.”
 
‘KURDAN TERORÎST DIBÎNIN' 
 
Nûnerê Partiya Azadî Ayetûlah Aşitî jî gotinên "tu dijminatiya me bi kurdan re tune, dijminatiya me bi terorê re heye" ên Serokkomar Erdogan rexne kir û wiha got: “Lê wexta ku mirov li dîrokê binêre. Ew kesên ku dibêjin ez kurd im û bixwaze bi kurdî bijî ew terorîst tê hesibandin. Mînak tayînkirina qeyûman ya ser şaredariya. Li gora zagona dewletê jî ne tiştekî hiqûqî ye. Li hin deveran ji sedî heftê û şeş bi dengê gel bûne şaredar bi hinceta qeyûm avêtin ser. serokomar digot ‘Kurd li ser heyvê jî bi cih bibin ez destûr nadim pêkhatineke Kurdan’." 
 
‘BERÊ YEKÎTIYA MEJÎ' 
 
Aşitî, diyar kir ku li  hemberî van polîtîkayan divê siyasetmedarên kurd di mejiyê xwe de ji bo vê yekîtiyê hazir bibin û wiha domand: “Aniha tu ji kê re bibêjî dibê baş e lê dema hate gav avêtinê hincet derdikevin. Heta ku ev mejî di siyaseta kurd de hebe ne gengaz e ku siyaseta kurd bibe yek.” Aşitî, dest nişan kir ku partî û saziyên kurdan hemû divê werin cem hev  û di serî da pirsa ‘netewetî çi ye?’ bikin û wiha berdewam kir: “Neteweyên dinyayê çawa tên bi navkirin. Heke em bêjin weke min çêbû ji xwe ez amade me lê weke min çênebû ez ê hincetekê bigirim bêjim çênebû. Wisa çênabe. Weke min be an ne weke min be dema saziyên kurdan hatin cem hev û li ser maseyê rûniştin. Kîjan raman pêş ket divê hemû wê qebûl bikin.”
 
MA - Fahrettîn Kiliç 
 

Sernavên din

24/04/2024
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan