Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî 2019-11-15 09:15:47 AMED - Nûnerên partiyên kurd, têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd diyar kirin ku partî û saziyên kurdan, berjewendiyên şexsî û partiyan deynin aliyekî û li ser nirxên neteweyî hiş û fikra xwe bikin yek. Nûneran destnişan kir ku heta di mêjî de yekitî çê nebe yekîtiya neteweyî ya kurd jî pêk nayê.  Nûnerên partiyên kurdan, derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de destnîşan kirin ku heger kurdên li bakur di nava xwe de yekitiyê ava bikin dê bandorê li parçeyên din jî bike.    Rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş diyar kir ku yekîtiya neteweyî meseleyeke geleke girîng e û wiha got: “Îro hatiye asteke wisa ku pirsgirêka gelê kurd û Kurdistanê bûye rojeva hemû dinyayê. Niha tu li Pentagonê, li Qesra Spî, li Yekitiya Ewropa, li Yekitiya Ereba, li parlementoyên dewletên Ewropa dinêrî di rojeva wan hemûyan de meseleya kurd û Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê divê yekîtiyeke neteweyî, li ser nirx û daxwazên neteweyî rêxistin û saziyên kurd û Kurdistanê hemû bên ba hev. Ne şert e ku rêxistinên xwe betal bikin an dev ji rêxistinên xwe berdin. Lê li ser çend xalên nirxên neteweyî divê bêşik werin ba hev. Îro dinya hemû li kurda bi çavekî erênî dinêre û ketiya rojeva hemû dinyayê. Lê ew li hêviya wê yekê ne ku kurd daxwazên xwe yên netewî, meşrû, demokratîk û mafê xwe yê rewa bi hev re zelal bînin ziman. Ji ber vê yekê divê rêxistinên me hemû li ser xalên neteweyî van daxwazên xwe zelal bikin û li dor wan bi hev re tevbigerin.”   ‘LI SER NIRXÊN NETEWEYÎ YEKITIYÊ AVA BIKIN’   Okumuş, da zanîn ku li bakurê Kurdistanê xebateke wan ya ku hêvî dide mirovan heye û wiha axivî: “Ez bawerim civîna didoyan dê di vê mehê de pêk bê. Hêvî dikim ku wê encamek jê derkeve. Ku di serî de rêxistinên kurdên bakur li ser nirxên neteweyî yekîtiya xwe ava bikin. Û bi navê wê yekîtiyê bandorekê li Başûr, li Rojava û li Rojhilat jî bikin. Ji ber ku parçeyê mezin ê kurda li bakurê Kurdistanê ne. Gava kurdên Bakur yekitîya xwe ava bikin. Wê bandoreke erênî li her sê parçeyên me yên din jî bike." Okumuş, destnîşan kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd demekê hat rojevê lê encamek jê nehat girtin û wiha berdewam kir: “Divê ku ji bo çi encam nehat girtin kî bû sebep? Divê dest ji vê sûcdariyê bê berdan, di pêşerojê de ji bo kongreya neteweyî şert û merc werin ava kirin. Ev ji bo kurdan lazim e. Ji ber ku Kongereya Neteweyî wê bi xwe re yekîtiya neteweyî derxe holê. Divê ev jî li ser nirxên neteweyî û bi hêzên neteweyî re bên kirin.”   ‘PERÇEKIRINA AXÊ PERÇEKIRINA MEJÎ BI XWE RE ANIYE’   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî da zanîn ku perçekirina axê perçekirina mejî bi xwe re aniye û wiha got: “Şert û mercên dinyayê hatiye asteke wisa ku li her derê êrîş li ser kurda tê kirin. Ev ne çîrok in ne jî derew in. Me êrîşa li ser Helepçe, Şengalê, Kobanê, Kerkukê, Musilê dît. Cihê ku kurd lê dijîn êrîş li ser tê kirin. Ev çi bi xwe re tîne pêwistiya neteweyî tîne. Lê mixabin kurd nabin yek.  Ji ber ku axa wan perçe bûye nêrîna wan ya dinyayê û ya ku li buyera dinêre jî perçe bûye.  Berjewendiyên her kesê li bin guhê hev dikeve. Ji ber ku berjewendiyên wan nabe yek yekitî jî di nav kurda de ava nabe. Pêwiste ku hûn berjewendî û hebûna wî miletî bidin pêşiya her tiştê xwe. Lê mixabin di siyaseta me kurda de ev nexweşî heye. Em berjewendiya xwe didin pêşiya her tiştî. Ez, tu, ew berjewendiyên xwe bidin pêşiyê ne tu tifaq ne jî tu yekîtî çê dibin. Gereke kurd rewşa ku niha di tê de bigirin berçavê xwe. Dinya bi çi çavî li wan dinêre ax û mafê wan ketiye çi astê gereke vê wergirin berçav li gor wê tevbigerin. Heta ku berjewendiyê yekîtiya neteweyî di hiş û serê mirov de çê nebe yekîtî bi rehetî çê nabe.”   ‘HEKE MIROV BIRÎNA XWE BIZANIBE LI GOR WÊ REÇETEYA XWE JÎ DINIVÎSE’   Dogan, diyar kir ku ji bo ku yekîtiya kurdan pêk bê divê binê wê bê tijîkirin û wiha domand: “Gereke mirov birîna xwe bizanibe teşhîsa wê dane ku li gorî wê reçeteya xwe binivîse. Mixabin em kurd ji vê tiştê dûr in. Em kurdê li Tirkiyeyê dibêjin hejmara nufusa me nêzîkî 30 milyon e. Di dinyayê de miletek ku nifûsa wan 30 milyon be bacên xwe bidin dewletê leşkeriyê ji dewletê re bike, qanûnên dewletê yek bi yek bicih bîne. Lê hêj nikare zarokekî xwe bişîne kreşeke kurdî. Nikare zarokê xwe bi rêka dibistana zimanê dayikê. Gereke divê serî de em yekîtiyê ava bikin pişt re em xwe bikin di bin barê giran de . Wexta ku em nikarin barê biçûk em ê di bin barê giran de bimînin. Hêzên kurda divê her kes vê pirsê ji xwe bike bibêje ‘ez endamê kîjan miletî, ez perçeyê kîjan miletî me.’ Wextê navekî rast li xwe bike wê demê rêya yekîtiyê jî vedibe. Wê demê di çarçoveya yekîtiyê de wê rûnin û biaxivin.”   ‘KURDAN TERORÎST DIBÎNIN'    Nûnerê Partiya Azadî Ayetûlah Aşitî jî gotinên "tu dijminatiya me bi kurdan re tune, dijminatiya me bi terorê re heye" ên Serokkomar Erdogan rexne kir û wiha got: “Lê wexta ku mirov li dîrokê binêre. Ew kesên ku dibêjin ez kurd im û bixwaze bi kurdî bijî ew terorîst tê hesibandin. Mînak tayînkirina qeyûman ya ser şaredariya. Li gora zagona dewletê jî ne tiştekî hiqûqî ye. Li hin deveran ji sedî heftê û şeş bi dengê gel bûne şaredar bi hinceta qeyûm avêtin ser. serokomar digot ‘Kurd li ser heyvê jî bi cih bibin ez destûr nadim pêkhatineke Kurdan’."    ‘BERÊ YEKÎTIYA MEJÎ'    Aşitî, diyar kir ku li  hemberî van polîtîkayan divê siyasetmedarên kurd di mejiyê xwe de ji bo vê yekîtiyê hazir bibin û wiha domand: “Aniha tu ji kê re bibêjî dibê baş e lê dema hate gav avêtinê hincet derdikevin. Heta ku ev mejî di siyaseta kurd de hebe ne gengaz e ku siyaseta kurd bibe yek.” Aşitî, dest nişan kir ku partî û saziyên kurdan hemû divê werin cem hev  û di serî da pirsa ‘netewetî çi ye?’ bikin û wiha berdewam kir: “Neteweyên dinyayê çawa tên bi navkirin. Heke em bêjin weke min çêbû ji xwe ez amade me lê weke min çênebû ez ê hincetekê bigirim bêjim çênebû. Wisa çênabe. Weke min be an ne weke min be dema saziyên kurdan hatin cem hev û li ser maseyê rûniştin. Kîjan raman pêş ket divê hemû wê qebûl bikin.”   MA - Fahrettîn Kiliç