AMED - Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zûgûrlî hat binçavkirin.
Polisan, li Amedê bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclisa Şaredariya Licê Şehrîban Zûgûrlî de girt. Polisan piştî lêgerîna ku li malê pêk anîn û Zûgûrlî binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Amedê.
Sedema binçavkirina Zûgûrlî nehat hînbûn.