Endama Meclisa ŞBMA'yê hat binçavkirin 2019-11-13 10:44:21   AMED - Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zûgûrlî hat binçavkirin.    Polisan, li Amedê bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclisa Şaredariya Licê Şehrîban Zûgûrlî de girt. Polisan piştî lêgerîna ku li malê pêk anîn û Zûgûrlî binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Amedê.   Sedema binçavkirina Zûgûrlî nehat hînbûn.