Xiristiyanên Suryanî û Ermenî di hedefa êrîşên DAIŞ OSO û El Nusra de ne

  • rojane
  • 10:16 13 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xirîstiyanên Ermenî û Suryanî yên piştî komkujiya 1915'an komçî Rojava kirin, piştî şerê navxweşî yê Sûriyeyê 8 salin bê navber rastî êrîşên DAIŞ, El Nusra, OSO û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê tên. Di 8 salan de gelê xiristiyan ê Suryanî û Ermenî gelek caran rastî êrîşên dijwar ên DAIŞ û OSO hatin, hatin kuştin û mal û milkê wan  hatin talankirin. Êrîşên li diji Suryanî û Ermeniyan didome.

Li ser axa Rojhilata Navîn û bi taybetî li axa Mezopotamya, bi hezaran salin gelên xwedî bawerî û nasnameyên cuda di nava hevde dijîn. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baweriyên Musliman, Xirîstiyan, Durzî, Elevî, Îsmaîlî bi sedan sal in bi hevre di hembêza hev de dijîn. Kurd, Ereb, Ermenî, Asurî-Suryanî, Çerkes, Turkmen, bi ziman û nasnameya xwe têkoşîna hebûna xwe didin. Piştî serdema dewleta Osmanî û Tirkiyeyê li dijî van nasnameyan êrîşan dest pê kir. Bi taybetî Di sed sala dawî de êrîşên li dijî bawerî û nasnameyan zêde bûn. Piştî şerê navxweşî yê Sûriyeyê êrîşên li dijî bawerî û nasnameyên gelan zêdetir bûn. Li ser axa Rojava baweriya hearî zêde rastî êrîşan tên Xiristiyan in. Di sala 1915’an de li dijî Xiristiyanên Ermenî û Suryanî komkujî pêk hat. Di komkujiyê de herî kêm 2 milyon mirovên Xiristiyan hatin qetilkirin. Yên man jî sirgûnî çolan kirin.  Ev zilma Tirkiye di hişê gelê Xiristiyan de hêj zindî û taze ye, bi şerê li dijî Sûriyeyê dîsa bi komkujiyek nû re rû bi rû man. Di salên dawî de çeteyên cihadist El Nusra û DAÎŞ'ê li dijî gelê xwedî baweriya ola Xiristiyan dest bi zilmê û paqijiya nijadî kirin. 
 
LAZIKIYE KESEP 
 
Di 22'ê Adara 2014’an de li Bajaroka Kesep a Lazikiyeyê; ji aliyê çeteyên Qoqas ê di fermandariya Ebu Muslim El Şişanî û El Nusra, Ensar Îslam û Ebu Musa El Şişanî yên Dewleta Tirk piştgirî dida wan ve, rastî êrîşan hatin. 
Di êrîşa bi xwîn de ku navê “Şerê Enfalê" lê kirin, hêzên îstîxbarata Tirk (MÎT) jî bi çekên giran ji hewa de piştgirî dan vê êrîşê. Di êrîşê de nêzî 900 malbatên Ermenî ji Bajarokê neçar man ku koçî Lazkiye û cihên din bikin. Bi sedan ermeniyên ku ji çeteyan nereviyan ji aliyê çeteyan ve hatin girtin. Çeteyan mal û dêrên ermeniyan talan kirin û wêran kirin. Di şerê Suriyeyê de yek ji kesê herî qirêj Heysem Topalca jî, di êrîşa li dijî Bajaroka Keseb ya ku MÎT'ê piştgirî da wan de cihê xwe girt. Ev kes di heman demê de di komkujiya li dijî Elewiyên Reyhanliye de cihê xwe girtibû. 
 
IDLIB 
 
Li navçeya Cîsîr El Şîgur a Idlibê, li herêmên El Cidida, El Xesaniya, El Yakubiye, El Qiniya û El Heloz nifûsa gelê Xiristiyan di hêjmara sala 2010'an de nêzî 15 hezaran bû. Di sala 2012'an de Xirîstiyan, ji aliyê çeteyên OSO ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ve rastî êrîşê hatin û ketin hedefa OSO. Bi hezaran Xristiyan koçî bajarên din ên Sûriyeyê û Lubnanê kirin. Di sala 2013'an de çeteyên DAIŞ'ê dema herêma Cisur El Şîgur dagir kir, Dêr, Warên baweriyê û goristanên wan xera kirin. Hemû Xirîstiyanên li Herêmê neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin.  Di sala 2014’an de komên çetayan ku Tirkiye piştgiri dan wan, li dijî Xirîstiyanan dest bi komkujiyê kirin. Li gorî şahidan serê mirovan jê kirin û gelek jin revandin. Rahîb û rahîbe revandin. Ev tenê çend bûyerên ku şahidê wan hene.  Çeteyan li El Qiniya û El Xesaniyeyê, 33 dêr, li El Qiniya peykerên Dayika Meryem û Gower Geoss şikandin û hilweşandin. 
Di mijdara 2013’an de komên keçdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Gundê El Xesaniye Dêra Rum Ortodoksê kirin gora komî. Di sala 2015’an de Koma Cind El Eqsa Dêra Dayika Meryem hilweşandin.  El Nusra piştre bi navê xwe yê nû Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), li Idlibê biryar girtin ku dest dînin ser hemû mal û milkê Xiristiyanan. 
 
KOMKUJIYA  ŞAM-ADRA 
 
Di 13'ê Kanûna 2013’an de li Herema Çoltara Adra ya Şamê, komkujiyek pir mezin pêk anîn. Çeteyên El Nusra, li kampa ku 100 hezar Nusayrî, Durzî, Xirîstiyan û Îsmailî lê bi cih bûbûn, bi ser kampê de girtin û gelek penaber revandin. Gelek ji wan qetil kirin. Serokwezîrê Sûriyeyê Vaîl el Halakî Tirkiye berpirsiyarê komkujiyê nîşan da. Dîsa di sala 2013’an de li Malula ya 50 kîlometre dûrî Şamê ye, Dêra ku Aramî lê dijîyan, şewitandin. 12 rahibe revandin. Li Deyr Atiyyeyê komên çekdar bi ser nexweşxaneyekê de girtin. Bijîşkên nexweşxaneyê qetil kirin. 
 
HELEB 
 
Beriya şerê navxweyî nifûsa ermeniyan li Helebê 18 hezar bû. Piraniya ermeniyan ji ber êrîşan neçar man koç bikin. Di Nîsana 2013'an de, dema ji Bakurê Sûriyeyê di sînor de diçûn Helebê; Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Helebê Gregorios Yohanna Îbrahim û Metrepolîtê Dêra Ortodoks a Yûnan Pavlos Yazici, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
- Di çileya 2015’an de li Dêra Katolîk a Ermeniyan a berê ya Helebê, Dêra Aziza Rita, ji ailyê çeteyên Cephe EL Şamiye ve rastî êrîşê hat û zerarek mezin dît. 
- Di sala 2015'an de li Helebê li taxa Suleymaniye ya ku Ermenî lê dijiyan, çeteyan êrîşek mezin a çekdar li dijî ermeniyan pêk anîn. Di êrîşê de gelek sivil hatin kuştin. Bi dehan kes birîndar bûn. Dêra Katolik zerarek mezin dit. 
 
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ REWŞA XIRISTIYANAN 
 
Li navçeyên Raco û Mabata yên Efrînê û navenda Efrînê cihê herî zêde Xiristiyan lê dijîyan bû. Li herêmê nêzî 20 dêr û keşîşxane hebûn. Ji van dêran, dêra herî mezin Dêra Rai Salih bû. Di Nîsana sala 2011'an de deriyê xwe ji îbadetê re vekirbû. Beriya ku Tirkiye êrîşan pêk bine, zêdeyî 250 malbatên Xiristiyan hebûn.  Piştî di 20'ê Çileya 2018’an de êrîşa Tiriye li dijî Efrînê dest pê kir, balafirên şer ên Tirkiyeyê li Navçeya Raco malbatek Ermenî qetil kir. Di komkujiyê de dayik û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan. Keça wan jî piyê wê jê bû. Ji ber êrîşên dagirker, piraniya Xiristiyanên li Efrînê koçî Helebê kirin. Hem ji ber bombebaranê, hem jî ji ber gefên çeteyan ên ‘Sere kafiran jêkin" nêzî 250 malbatên Xiristiyan ên man jî neçar man koç bikin. Dêr û warên pîroz ên Xiristiyanan tev talan û wêran kirin. 
 
GIRÊ SPΠ
 
Komên El Nusra û DAÎŞ'ê, di sala 2013’an de êrîşî Girê Spî kirin. Çeteyan bi hezaran malbatên Kurd û Ermenî revandin. Yên man jî ji ber êrîşên hovane yên çeteyan neçar man koç bikin. Li Girê Spî gelek Dêrên Ortodoks ên Ermeniyan hebûn. Lê çeteyan hemû dêr û warên pîroz ên aydî Xirîstiyana talan û wêran kirin. Gelek ji wan kirin warên perwerdehiya eskerî û barageh. Kirin avahiyên Emîrên xwe. Piştî Girê Spî di sala 2015'an de ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, gelek malbatên Xiristiyan dîsa li bajar vegeriyan. 
 
SERÊKANIYÊ 
 
Li bajar ji çar mezheban bi giştî 150 malbatên Suryanî û Ermenî hebûn. Li bajar Dêra Suryaniyên Ortotoks ya Mar Toma Resul û Dêra Suryaniyên Katolîk a Dayika Meryem û yek jê Dêra Ermeniyan hebû. Bi giştî 3 dêr hebûn. Nêzî 1000 Xirîstiyanên Ermenî û Suryaniyên Asûrî li vir dijiyan. Piştî êrîşên çeteyên El Nusra, DAÎŞ û Xerebe El-Şam, Ermenî û Suryaniyên li vir bi zorê koç kirin. Di Kanûna 2012’an de komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgirî dan wan, li Serêkaniyê malên Xirîstiyanan talan û wêran kirin. Êrişî dêran kirin. Hemû alavên hundirê wan şewitandin. Teqemenî li hundirê wê bi cih kirin. Dêra Ortodoksên Suryanî hatibû wêrankirin. Di der aliyê dêrê de teqemenî bi cih kiribûn. Çeteyan dibistanên Suryaniyan jî şewitandibûn. Bi îdîaya têkiliya wan bi Rejîma Suriyeye re heye, bi dehan Xiristiyan revandin.  Di sala 2013’an de piştî YPG/YPJ’ê li ber xwe da, bajar ji çeteyan hat rizgarkirin. Piştî bajar ji çeteyan hat paqijkirin, gelê aydi olê Xiristiyanê dîsa vegeriyan û li gorî bîr û baweriya xwe disa dest bi îbadetê kirin. 
 
DÊRAZOR 
 
Piştî DAÎŞ’ê Dêrazor dagir kir, di sala 2014’an de Çeteyên DAÎŞ'ê Dêra Katolîk a Ermeniyan şewitandin. Li bajar nêzî 4000 Ermenî, li qadên di bin Rêveberiya Xweser de bi cih bûn. Bi taybetî li Qamişloyê bi cih bûn. Çeteyên DAIŞ'ê hemû mal û milkên Ermeniyan desteser kirin û malên wan talan kirin. 
 
TIL TEMÎR 
 
Di payiza sala 2012’an de komên çete yên OSO li herêma Cizîrê dest bi êrîşên talankirin û wêrankirinê kirin. Piştî êrîşan, çeteyan beşek ji Hesekê û bajarê Serêkaniyê û Til Temir dagir kirin. Komên çeteyan li vê herêmê li ser rêyan nokteyên lêgerînê ava kirin û sivîl revandin. Komên çeteyan di sala 2013’an de, di rêyên navbera Til Temir, Reqa û Halebê de maşîneyên aydî Xirîstiyanan kirin hedefa xwe. Di 23'ê Sibata 2015’an de Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî herêma Xabûr û Tiltemîr a 35 gundên Asuriyan lê hebû kirin. Di van êrişan de çeteyên DAÎŞ'ê jin û zarok jî di navde nêzî 200 sivîl revandin û birin Şedade û Reqayê. Dêr û warên pîroz ên Xirîstiyanan tev talan û wêrean kirin. 
 
TIRBESPIYÊ 
 
Xirîstiyanên li Tirbespiyê dijiyan, rastî êrîşên komên çekdar ku Tirkiyeyê piştgirî dida wan hatin. Gelek gundên Xirîstiyanan hatin valakirin. Gundê Til Cihan ê Suryaniyan, rastî dehan êrîşên artêşa tirk a dagirker hat. Di 2'ê mijdara 2018’an de li ser rêya Gundê Til Cihan sivîlek ji aliyê eskerên tirk ên dagirker ve hat kuştin. 
 
QAMIŞLO 
 
Ermenî û Suryaniyên ku wekî perçeyek Rêveberiya Rojava li vir bi bîr û baweriya xwe, bi çand, perwerde û zimanê xwe dijîyan bûn hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgirî dan wan. Di 11'ê Tîrmeha 2019’an de li taxa Wista, li nêzî Dêra Ezra ya Suryanî, çeteyên DAIŞ'ê êrîşa bi bombeyî pêk anîn. Di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn. Dêrê zerarek mezin dît. Bi mehan deriyê dêrê girtî ma. Piştî 9'ê Cotmehê ku Tirkiye êrîşî Rojava kir, komên çekdar dîsa herêmên ku Xiristiyan lê dijiyan kirin hedefa xwe. Beriya 9'ê cotmehê, komên girêdayî Tirkiyeyê bi çekên di destê xwe de li ser sînor rawestiyan û gotin “Em diçin serê Kafîran jêkin" û gef xwarin. Dîsa Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan, di Nimêja Înê ya li Mizgefata Uskudarê de gotibû “Em ê li dijî Kuffara (Yên ne misilman" bê rahm bin. Dilê me bi wan naêşe û fetva da. Piştre komên çekdar ewil gelê Xiristiyan kirin hedefa xwe. 
 
SERÊKANIYÊ 
 
Li bajarê Serêkaniyê ku gel û bawerî bi hevre dijîn, piştî sala 2013’an, dêr û warên piştî êrîşên komên çekdar talan û wêran kiribûn ji nûve hatin avakirin. Dengê Çanan ji nûve olan da. Lê piştî êrîşên dagirker disa dest pê kir, gelên Ermenî û Suryanî ji nûve neçar man ku ji Serêkaniyê koç bikin. Nêzî 100 malbatên Hristiyan neçar man ax û malên xwe terk bikin û koç bikin. Malbat hatin li Haseke û bi alîkariya cemaata Ermenî û dêran bi cih û war bûn. 
Çeteyên ketin bajar her der talan û wêran kirin. 
 
GIRÊ SPΠ
 
Girê Spî piştî di sala 2015’an de hat rizgarkirin, dêr û warên pîroz ên DAÎŞ'ê talan û wêran kiribûn, gelê Xiristiyan ji nûve dêr ava kirin û deriyê wan li îbadetê vekirin. Piştî 9'ê cotmehê bi êrîşa Tirkiyeyê re gelê Girê Spî dîsa neçar man koç bikin. Di dîmenên çapemeniyê de jî hat dîtin ku Dêra Ortodoksên Ermenî wêran kirine.  Nêzî 50 malbatên Ermenî û Suryaniyên li bajar, ji ber êrîşan neçar man koçî Kobanê bikin. 
 
TIL TEMÎR 
 
Yek ji warê gelê Qedîm li Til Temîrê jî Tirkiye û komên çekdar armanc dikin dagir bikin. Piştî 9'ê Cotmehê gund û axa Suryaniyan bombe kirin. Gelê Suryanî ji bo li dijî van êrîşan ax û warê xwe bernede berxwedana xwe berdewam dike. Di meha dawî de li Til Temir û gundên wê di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin. Çeteyên DAÎŞ'ê  piştî êrîşa Tirkiye ya liser Rojava di 11'ê mijdarê de li Qamişlo, Keşîşê Dêra Katolik a Ermeniyan Hosip Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan li ser rêya Hesekê-Derazor qetil kirin.  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîş bi hevkariya DAÎŞ-dewleta tirk pêk hatiye. 
 
MA - Hêvî Hesen 
 
 

Sernavên din

13/11/2019
15:18 Jinan li Enqereyê starta 25’ê Mijdarê dan
15:09 Girtina îfadeyên ciwanên HDP'î dest pê kri
14:55 Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê zarokên li Sînemaya Amûdê bibîr anîn
14:54 Li ber Şaredariya Periyê çalakiya rûniştinê dest pê kir
14:31 Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê: AKP dixwaze xebatên me asteng bike
14:27 Farisogûllari serboriya ciwanên HDP'ê bir rojeva Meclisê
13:32 Rojnameger Ahmet Altan dîsa hat girtin
13:29 Armanca TSK-SMO ya li gorî agirbestê tevnagere, Til Temir û Rêya M4 e
13:21 Ozguneş: Qeyûm polîtîkaya înkarkirina gelê kurd e
13:20 Serokê AKP'ê yê Bajar ê Sêrtê îstifa kir
13:18 PEN'ê ji bo Başkaya peyama piştevaniyê weşand
12:50 Polîsan jinên HDP’yî li ser kolanê binçav kir
12:38 Dadgehê serlêdana ‘qeyûm’ a Ahmet Turk red kir
12:17 Erdogan li Amerîka ye: Rojev Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
12:13 Li girtîgehên Kayseriyê muayeneya kelemçekirî li girtiyan ferz dikin
12:09 Ozkan: Dibe rageşiya navbera DYA-Tirkiye zêdetir bibe
12:08 Nûnerên partiyên siyasî li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
11:58 'Me bi postalan şiyar kirin, vîna gel xesp kirin'
11:42 Qedexeya derveyî welat a Hevseroka KCD’ê Guven nehat rakirin
11:18 Ziman û zeman
10:58 Saîp: Nexweşxaneyên Bajar bûne fabrîqeyên bi hezaran doşek
10:47 Şaredariya Hezexê di dorpêça de ye: Hûn nikarin me bitirsînin
10:44 Endama Meclisa ŞBMA'yê hat binçavkirin
10:35 ‘Şahidê’ derbarê Hevşaredarên Geverê de îfade da 9 sal in girtî ye
10:34 Li Feraşînê operasyona leşkerî dest pê kir
10:16 Xiristiyanên Suryanî û Ermenî di hedefa êrîşên DAIŞ OSO û El Nusra de ne
10:10 Derûnnas Guldîken: Pirsgirêkên civakî û aborî rê li ber bûyeran vedikin
10:05 Peywir û rayeyên BDDK'ê dewrî Bankaya Navendî hat kirin
09:11 Hunermendê avûstralyayî Les Thomas: Rojava wekî meşaleya hêviyê dibiriqe
09:10 Tirşiya hinaran a Pirsûsê şîfa ye
09:10 Mûdrek: Li Amerîkaya Latîn kelehên çepgiriyê hedef tên girtin
09:10 Malbata Mûstafa Koçak: Em ji bo kurê xwe edaletê dixwazin
09:09 Daş: Heger yekîtiya neteweyî çê nebe wê êrîş bidomin
09:09 ‘Ji bo berjewendiyên gelê kurd têbikoşin’
09:08 Sînemaya ku herî dawî şewitandina zarokên kurd li hat pêşandan: Sînemaya Amûdê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2019'AN
07:43 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin
12/11/2019
22:51 Ahmet Altan hat binçavkirin
20:45 Rojnamevan Kîbriye Evren ji girtîgehê derket
18:28 Malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji des dan şin danin
17:21 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Bila endamên me bên berdan
16:36 HDP'ê girtina hevşaredar Kurt û Yacan şermezar kir
16:26 Li Dêrikê jin ji bo 25’ê Mijdarê li hev kom bûn
16:05 Rêveberê HDP'a Antalyayê hat binçavkirin
16:02 Rojnameger Kîbriye Evren hat berdan
16:01 ÎHD: Li Egeyê nêzî 14 hezar binpêkirinên mafan qewimîn
15:56 Bersûm: Tirkiye bi êrîşan DAIŞ'ê zindî dike
15:22 17 endamên Meclîsa Nûneran ji Trump xwestin ku ziyareta Erdogan betal bike
15:08 Çakar a polîsan tacîzî wê kir serî li ÎHD’ê da
15:08 Polîsên Alman 2 jê Tirk 3 DAÎŞ'î binçav kirin
14:51 Di 300 rojan de 1012 lêpirsîn
14:44 Dewriya Tirkiyê gule li sivîlan reşand: Gelek kes birîndar bûn
14:30 Nûçegihanê Ronahî TV birîndar bû
14:11 'Baxçeyê Milet' ya li ser goristinên Suryanî û Ermeniyan hat çêkirin bir Meclîsê
13:57 'Kurdên Xorasanê li pişta rojavayiya ne
13:47 Temellî: Li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê negere, çareserî li Îmraliyê ye
13:39 Dîsa leşkerên rûs û tirk bi şermezarinê pêşwazî kirin
13:19 HDP: Gelo dixwazin dosyaya Kadirova bigirin?
13:14 Zilamê ku pere jê xwest tundî lê kir
12:34 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:57 Birayê Çetîn ê silava eskerî da tayînî Şaredariya Wanê kirin
11:56 Danişîna Hevseroka KCD’ê Guven wê sibê bê dîtin
11:30 Nûçegîhana JINNEWS Melîke Aydin hat binçavkirin
11:19 Îşkence li ciwanên HDP’ê yên dibin çavan de kirin
11:14 ‘Em ê li dijî zextan bi biryarî li ber xwe bidin’
11:14 Li ser bertekên zêde Şaredariya Artûklûyê tabeleya pir zimanî dîsa daleqand
10:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê dîsan serlêdan kirin
10:52 KNK ji bo yekîtiya neteweyî şandeyekê dişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê
10:33 Budçe têra Wezareta Karên Hundir nake
10:26 'Şer aboriya me têk dibe’
10:25 Nesrîn Nas: Rewşa mirovan a hilberînê nema ye
09:48 Li Amedê rêxistinên jinan ji 25’ê Mijdarê re amadene
09:45 Polîsan Rojnameger Ruken Demîr binçav kirin
09:23 Serokê SUDEF’ê Turker: Qet nebe hurmetê nîşanî miriyan bidin
09:23 Wekîlê CHP'î Şeker: Sûcên şerî wê derkevin pêşberî Tirkiyeyê
09:23 Li Artûklûyê plana nû ya ji bo îmar û revîzyonê: Tê gotin bi tayînkirina qeyûm gef hatiye xwarin
09:22 15 meh in li dijî JES'an têdikoşin
09:21 Firoşkar pir in, lê kiryar nînin
09:21 37 sal şûnde hevpeyvînek bi Yilmaz Guney re derket holê
09:21 Wê kurdên Xorasanê 'Pêşbirka Wêjeyê ya Milwarî' li dar bixin
09:20 Genimê 9 hezar sal berê diçîne
09:18 Lêpirsîna derbarê kuştina şivan Sertîp Şen hîn jî temam nebûye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2019'AN
11/11/2019
23:59 Du endamên meclîsê yên HDP'î hatin girtin
23:59 Xwendekarekî dawî li jiyana xwe anî
22:36 Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin girtin
20:53 Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê: Hevkariya me ya bi QSD’ê re didome
17:02 Trûmp nameyeke din ji Erdogan re şand
16:57 Li Begiriyê mêvanxane û pirtûkxaneya jinan hat vekirin
16:49 HDP: Îşkenceya li endamê partiya me tê kirin bi lez bi dawî bikin
16:18 Di teqînên Qamişloyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
16:17 Gelê Şehbayê ji bo 5 endamên QSD'ê merasim li dar xistin
16:14 Piştî bi hepsa malê hat berdan mehek şûnde dîsa hat binçavkirin
16:05 Dema binçavkirina ciwanên HDP’yî hat dirêjkirin
15:53 Malbata Îbrahîm Çelîk ê HPG'yî mewlîd da
15:49 KESK: Dawî li polîtîkaya qeyûman bînin
15:46 DAIŞ'iyê DYA'yî di navbera Tirkiye û Yunan de asê ma
15:10 Li Şemrexê jin li dijî tundiyê li hev civiyan
15:04 Karkerên Elya Centerê: Karkerên înşaetê ne kole ne
14:45 Kesê mirî hat dîtin sîxurê berê yê îngilîz e