Xiristiyanên Suryanî û Ermenî di hedefa êrîşên DAIŞ OSO û El Nusra de ne 2019-11-13 10:16:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Xirîstiyanên Ermenî û Suryanî yên piştî komkujiya 1915'an komçî Rojava kirin, piştî şerê navxweşî yê Sûriyeyê 8 salin bê navber rastî êrîşên DAIŞ, El Nusra, OSO û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê tên. Di 8 salan de gelê xiristiyan ê Suryanî û Ermenî gelek caran rastî êrîşên dijwar ên DAIŞ û OSO hatin, hatin kuştin û mal û milkê wan  hatin talankirin. Êrîşên li diji Suryanî û Ermeniyan didome. Li ser axa Rojhilata Navîn û bi taybetî li axa Mezopotamya, bi hezaran salin gelên xwedî bawerî û nasnameyên cuda di nava hevde dijîn. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baweriyên Musliman, Xirîstiyan, Durzî, Elevî, Îsmaîlî bi sedan sal in bi hevre di hembêza hev de dijîn. Kurd, Ereb, Ermenî, Asurî-Suryanî, Çerkes, Turkmen, bi ziman û nasnameya xwe têkoşîna hebûna xwe didin. Piştî serdema dewleta Osmanî û Tirkiyeyê li dijî van nasnameyan êrîşan dest pê kir. Bi taybetî Di sed sala dawî de êrîşên li dijî bawerî û nasnameyan zêde bûn. Piştî şerê navxweşî yê Sûriyeyê êrîşên li dijî bawerî û nasnameyên gelan zêdetir bûn. Li ser axa Rojava baweriya hearî zêde rastî êrîşan tên Xiristiyan in. Di sala 1915’an de li dijî Xiristiyanên Ermenî û Suryanî komkujî pêk hat. Di komkujiyê de herî kêm 2 milyon mirovên Xiristiyan hatin qetilkirin. Yên man jî sirgûnî çolan kirin.  Ev zilma Tirkiye di hişê gelê Xiristiyan de hêj zindî û taze ye, bi şerê li dijî Sûriyeyê dîsa bi komkujiyek nû re rû bi rû man. Di salên dawî de çeteyên cihadist El Nusra û DAÎŞ'ê li dijî gelê xwedî baweriya ola Xiristiyan dest bi zilmê û paqijiya nijadî kirin.    LAZIKIYE KESEP    Di 22'ê Adara 2014’an de li Bajaroka Kesep a Lazikiyeyê; ji aliyê çeteyên Qoqas ê di fermandariya Ebu Muslim El Şişanî û El Nusra, Ensar Îslam û Ebu Musa El Şişanî yên Dewleta Tirk piştgirî dida wan ve, rastî êrîşan hatin.  Di êrîşa bi xwîn de ku navê “Şerê Enfalê" lê kirin, hêzên îstîxbarata Tirk (MÎT) jî bi çekên giran ji hewa de piştgirî dan vê êrîşê. Di êrîşê de nêzî 900 malbatên Ermenî ji Bajarokê neçar man ku koçî Lazkiye û cihên din bikin. Bi sedan ermeniyên ku ji çeteyan nereviyan ji aliyê çeteyan ve hatin girtin. Çeteyan mal û dêrên ermeniyan talan kirin û wêran kirin. Di şerê Suriyeyê de yek ji kesê herî qirêj Heysem Topalca jî, di êrîşa li dijî Bajaroka Keseb ya ku MÎT'ê piştgirî da wan de cihê xwe girt. Ev kes di heman demê de di komkujiya li dijî Elewiyên Reyhanliye de cihê xwe girtibû.    IDLIB    Li navçeya Cîsîr El Şîgur a Idlibê, li herêmên El Cidida, El Xesaniya, El Yakubiye, El Qiniya û El Heloz nifûsa gelê Xiristiyan di hêjmara sala 2010'an de nêzî 15 hezaran bû. Di sala 2012'an de Xirîstiyan, ji aliyê çeteyên OSO ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ve rastî êrîşê hatin û ketin hedefa OSO. Bi hezaran Xristiyan koçî bajarên din ên Sûriyeyê û Lubnanê kirin. Di sala 2013'an de çeteyên DAIŞ'ê dema herêma Cisur El Şîgur dagir kir, Dêr, Warên baweriyê û goristanên wan xera kirin. Hemû Xirîstiyanên li Herêmê neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin.  Di sala 2014’an de komên çetayan ku Tirkiye piştgiri dan wan, li dijî Xirîstiyanan dest bi komkujiyê kirin. Li gorî şahidan serê mirovan jê kirin û gelek jin revandin. Rahîb û rahîbe revandin. Ev tenê çend bûyerên ku şahidê wan hene.  Çeteyan li El Qiniya û El Xesaniyeyê, 33 dêr, li El Qiniya peykerên Dayika Meryem û Gower Geoss şikandin û hilweşandin.  Di mijdara 2013’an de komên keçdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Gundê El Xesaniye Dêra Rum Ortodoksê kirin gora komî. Di sala 2015’an de Koma Cind El Eqsa Dêra Dayika Meryem hilweşandin.  El Nusra piştre bi navê xwe yê nû Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), li Idlibê biryar girtin ku dest dînin ser hemû mal û milkê Xiristiyanan.    KOMKUJIYA  ŞAM-ADRA    Di 13'ê Kanûna 2013’an de li Herema Çoltara Adra ya Şamê, komkujiyek pir mezin pêk anîn. Çeteyên El Nusra, li kampa ku 100 hezar Nusayrî, Durzî, Xirîstiyan û Îsmailî lê bi cih bûbûn, bi ser kampê de girtin û gelek penaber revandin. Gelek ji wan qetil kirin. Serokwezîrê Sûriyeyê Vaîl el Halakî Tirkiye berpirsiyarê komkujiyê nîşan da. Dîsa di sala 2013’an de li Malula ya 50 kîlometre dûrî Şamê ye, Dêra ku Aramî lê dijîyan, şewitandin. 12 rahibe revandin. Li Deyr Atiyyeyê komên çekdar bi ser nexweşxaneyekê de girtin. Bijîşkên nexweşxaneyê qetil kirin.    HELEB    Beriya şerê navxweyî nifûsa ermeniyan li Helebê 18 hezar bû. Piraniya ermeniyan ji ber êrîşan neçar man koç bikin. Di Nîsana 2013'an de, dema ji Bakurê Sûriyeyê di sînor de diçûn Helebê; Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Helebê Gregorios Yohanna Îbrahim û Metrepolîtê Dêra Ortodoks a Yûnan Pavlos Yazici, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. - Di çileya 2015’an de li Dêra Katolîk a Ermeniyan a berê ya Helebê, Dêra Aziza Rita, ji ailyê çeteyên Cephe EL Şamiye ve rastî êrîşê hat û zerarek mezin dît.  - Di sala 2015'an de li Helebê li taxa Suleymaniye ya ku Ermenî lê dijiyan, çeteyan êrîşek mezin a çekdar li dijî ermeniyan pêk anîn. Di êrîşê de gelek sivil hatin kuştin. Bi dehan kes birîndar bûn. Dêra Katolik zerarek mezin dit.    LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ REWŞA XIRISTIYANAN    Li navçeyên Raco û Mabata yên Efrînê û navenda Efrînê cihê herî zêde Xiristiyan lê dijîyan bû. Li herêmê nêzî 20 dêr û keşîşxane hebûn. Ji van dêran, dêra herî mezin Dêra Rai Salih bû. Di Nîsana sala 2011'an de deriyê xwe ji îbadetê re vekirbû. Beriya ku Tirkiye êrîşan pêk bine, zêdeyî 250 malbatên Xiristiyan hebûn.  Piştî di 20'ê Çileya 2018’an de êrîşa Tiriye li dijî Efrînê dest pê kir, balafirên şer ên Tirkiyeyê li Navçeya Raco malbatek Ermenî qetil kir. Di komkujiyê de dayik û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan. Keça wan jî piyê wê jê bû. Ji ber êrîşên dagirker, piraniya Xiristiyanên li Efrînê koçî Helebê kirin. Hem ji ber bombebaranê, hem jî ji ber gefên çeteyan ên ‘Sere kafiran jêkin" nêzî 250 malbatên Xiristiyan ên man jî neçar man koç bikin. Dêr û warên pîroz ên Xiristiyanan tev talan û wêran kirin.    GIRÊ SPΠ   Komên El Nusra û DAÎŞ'ê, di sala 2013’an de êrîşî Girê Spî kirin. Çeteyan bi hezaran malbatên Kurd û Ermenî revandin. Yên man jî ji ber êrîşên hovane yên çeteyan neçar man koç bikin. Li Girê Spî gelek Dêrên Ortodoks ên Ermeniyan hebûn. Lê çeteyan hemû dêr û warên pîroz ên aydî Xirîstiyana talan û wêran kirin. Gelek ji wan kirin warên perwerdehiya eskerî û barageh. Kirin avahiyên Emîrên xwe. Piştî Girê Spî di sala 2015'an de ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, gelek malbatên Xiristiyan dîsa li bajar vegeriyan.    SERÊKANIYÊ    Li bajar ji çar mezheban bi giştî 150 malbatên Suryanî û Ermenî hebûn. Li bajar Dêra Suryaniyên Ortotoks ya Mar Toma Resul û Dêra Suryaniyên Katolîk a Dayika Meryem û yek jê Dêra Ermeniyan hebû. Bi giştî 3 dêr hebûn. Nêzî 1000 Xirîstiyanên Ermenî û Suryaniyên Asûrî li vir dijiyan. Piştî êrîşên çeteyên El Nusra, DAÎŞ û Xerebe El-Şam, Ermenî û Suryaniyên li vir bi zorê koç kirin. Di Kanûna 2012’an de komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgirî dan wan, li Serêkaniyê malên Xirîstiyanan talan û wêran kirin. Êrişî dêran kirin. Hemû alavên hundirê wan şewitandin. Teqemenî li hundirê wê bi cih kirin. Dêra Ortodoksên Suryanî hatibû wêrankirin. Di der aliyê dêrê de teqemenî bi cih kiribûn. Çeteyan dibistanên Suryaniyan jî şewitandibûn. Bi îdîaya têkiliya wan bi Rejîma Suriyeye re heye, bi dehan Xiristiyan revandin.  Di sala 2013’an de piştî YPG/YPJ’ê li ber xwe da, bajar ji çeteyan hat rizgarkirin. Piştî bajar ji çeteyan hat paqijkirin, gelê aydi olê Xiristiyanê dîsa vegeriyan û li gorî bîr û baweriya xwe disa dest bi îbadetê kirin.    DÊRAZOR    Piştî DAÎŞ’ê Dêrazor dagir kir, di sala 2014’an de Çeteyên DAÎŞ'ê Dêra Katolîk a Ermeniyan şewitandin. Li bajar nêzî 4000 Ermenî, li qadên di bin Rêveberiya Xweser de bi cih bûn. Bi taybetî li Qamişloyê bi cih bûn. Çeteyên DAIŞ'ê hemû mal û milkên Ermeniyan desteser kirin û malên wan talan kirin.    TIL TEMÎR    Di payiza sala 2012’an de komên çete yên OSO li herêma Cizîrê dest bi êrîşên talankirin û wêrankirinê kirin. Piştî êrîşan, çeteyan beşek ji Hesekê û bajarê Serêkaniyê û Til Temir dagir kirin. Komên çeteyan li vê herêmê li ser rêyan nokteyên lêgerînê ava kirin û sivîl revandin. Komên çeteyan di sala 2013’an de, di rêyên navbera Til Temir, Reqa û Halebê de maşîneyên aydî Xirîstiyanan kirin hedefa xwe. Di 23'ê Sibata 2015’an de Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî herêma Xabûr û Tiltemîr a 35 gundên Asuriyan lê hebû kirin. Di van êrişan de çeteyên DAÎŞ'ê jin û zarok jî di navde nêzî 200 sivîl revandin û birin Şedade û Reqayê. Dêr û warên pîroz ên Xirîstiyanan tev talan û wêrean kirin.    TIRBESPIYÊ    Xirîstiyanên li Tirbespiyê dijiyan, rastî êrîşên komên çekdar ku Tirkiyeyê piştgirî dida wan hatin. Gelek gundên Xirîstiyanan hatin valakirin. Gundê Til Cihan ê Suryaniyan, rastî dehan êrîşên artêşa tirk a dagirker hat. Di 2'ê mijdara 2018’an de li ser rêya Gundê Til Cihan sivîlek ji aliyê eskerên tirk ên dagirker ve hat kuştin.    QAMIŞLO    Ermenî û Suryaniyên ku wekî perçeyek Rêveberiya Rojava li vir bi bîr û baweriya xwe, bi çand, perwerde û zimanê xwe dijîyan bûn hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgirî dan wan. Di 11'ê Tîrmeha 2019’an de li taxa Wista, li nêzî Dêra Ezra ya Suryanî, çeteyên DAIŞ'ê êrîşa bi bombeyî pêk anîn. Di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn. Dêrê zerarek mezin dît. Bi mehan deriyê dêrê girtî ma. Piştî 9'ê Cotmehê ku Tirkiye êrîşî Rojava kir, komên çekdar dîsa herêmên ku Xiristiyan lê dijiyan kirin hedefa xwe. Beriya 9'ê cotmehê, komên girêdayî Tirkiyeyê bi çekên di destê xwe de li ser sînor rawestiyan û gotin “Em diçin serê Kafîran jêkin" û gef xwarin. Dîsa Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan, di Nimêja Înê ya li Mizgefata Uskudarê de gotibû “Em ê li dijî Kuffara (Yên ne misilman" bê rahm bin. Dilê me bi wan naêşe û fetva da. Piştre komên çekdar ewil gelê Xiristiyan kirin hedefa xwe.    SERÊKANIYÊ    Li bajarê Serêkaniyê ku gel û bawerî bi hevre dijîn, piştî sala 2013’an, dêr û warên piştî êrîşên komên çekdar talan û wêran kiribûn ji nûve hatin avakirin. Dengê Çanan ji nûve olan da. Lê piştî êrîşên dagirker disa dest pê kir, gelên Ermenî û Suryanî ji nûve neçar man ku ji Serêkaniyê koç bikin. Nêzî 100 malbatên Hristiyan neçar man ax û malên xwe terk bikin û koç bikin. Malbat hatin li Haseke û bi alîkariya cemaata Ermenî û dêran bi cih û war bûn.  Çeteyên ketin bajar her der talan û wêran kirin.    GIRÊ SPΠ   Girê Spî piştî di sala 2015’an de hat rizgarkirin, dêr û warên pîroz ên DAÎŞ'ê talan û wêran kiribûn, gelê Xiristiyan ji nûve dêr ava kirin û deriyê wan li îbadetê vekirin. Piştî 9'ê cotmehê bi êrîşa Tirkiyeyê re gelê Girê Spî dîsa neçar man koç bikin. Di dîmenên çapemeniyê de jî hat dîtin ku Dêra Ortodoksên Ermenî wêran kirine.  Nêzî 50 malbatên Ermenî û Suryaniyên li bajar, ji ber êrîşan neçar man koçî Kobanê bikin.    TIL TEMÎR    Yek ji warê gelê Qedîm li Til Temîrê jî Tirkiye û komên çekdar armanc dikin dagir bikin. Piştî 9'ê Cotmehê gund û axa Suryaniyan bombe kirin. Gelê Suryanî ji bo li dijî van êrîşan ax û warê xwe bernede berxwedana xwe berdewam dike. Di meha dawî de li Til Temir û gundên wê di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin. Çeteyên DAÎŞ'ê  piştî êrîşa Tirkiye ya liser Rojava di 11'ê mijdarê de li Qamişlo, Keşîşê Dêra Katolik a Ermeniyan Hosip Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan li ser rêya Hesekê-Derazor qetil kirin.  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîş bi hevkariya DAÎŞ-dewleta tirk pêk hatiye.    MA - Hêvî Hesen