AGIRÎ – Leşker û cerdevanên li gundê Taşkesandê ya girêdayî navçeya Giyadînê bicih bûne bi obus û hewanan herêma Çiyayê Tendurekê bombebaran dikin. Gundiyan got ku ji ber bombebarnê metirsiyên wan hene.
Li Çiyayê Tendurekê yê di navbera sêgoşeya navçeya Çaldêrana Wanê û navçeyên Bazîd û Giyadîna Agiriyê de cih digire ji 24’ê gulana 2017’an ve bi îlankirina “Herêma ewlehiya taybet” operasyonên leşkerî berdewam dike. Leşker û cerdevanên li gundê Taşkesand û mezraya Ket ên Giyadînê hatin bichikirin bi obus û hewanan Çiyayê Tendurekê bombebaran dikin. Hat zanîn ku leşker û cerdevan bi taybetî herêmên Zozanên Kanîspî, Girê Nêriya û Mêrg Pelexê dikin hedef.
Şêniyê gundê Rihmequlî M.S. yê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku li nêzî gund dengên teqînên mezin û bixof tên bihîstin û got: “Bi dengên teqînan re zarokên me li hundirê malê ditirsin û nasekinin. Em di rewşek zor de ne û cihek em biçinê jî tune ye. Li gund her roja me bi tirsa mirinê û qilqaliyê derbas dibe. Êdî em hatine wê rewşê ku nikarin êm bidin sewalên xwe.”
'ME GIYAYÊN XWE JÎ NEANÎ’
Welatiyek ji gundê Taşkesandê ku nexwest navê bide jî destnîşan kir ku tevahiya havînê ji ber operasyonê nikaribûn biçin zozanan û wiha got: “Salê li me jehrî kirin. Di dema operasyonan de riyên me kolandin û nehiştin wesayîtên me jî di rê de biçin. Hemû riyên erdên me hatin girtin. Me giyayên xwe nikaribû ji nav erdan bianiya. Metirsiyên şêniyên gund hene.”