WAN - Lêpirsîna Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ên hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû. Li bendêye ku Kurt û Yacan di nava rojê de derxin edliyê.
Lêpirsîn û îfede dayînên Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurd û Azîm Yacan ên hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, ên li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû.
Hevşaredar Kurt û Yacan ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin û 4 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin, li bendêye ku di saetên pêş de sewqî edliyê bên kirin.