Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû 2019-11-11 10:59:51   WAN - Lêpirsîna Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ên hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû. Li bendêye ku Kurt û Yacan di nava rojê de derxin edliyê.   Lêpirsîn û îfede dayînên Hevşaredarên Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurd û Azîm Yacan ên hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, ên li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû.    Hevşaredar Kurt û Yacan ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin û 4 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin, li bendêye ku di saetên pêş de sewqî edliyê bên kirin.