STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 710’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bû 710 car parêzer daxwaza serlêdana hevdîtinê dikin.
Heta niha serlêdanên parêzeran 709 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.