AMED - Malbatên Sûrê yên malên wan bi biryara Lijneya Wezîran hat rûxandin, xwestin bi Serokê Meclisê û Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê re li Enqereyê hevdîtinê bikin. Lê daxwaza wan hat redkirin.
Lijneya Wezîran li 15 taxên navçeya Sûrê ya Amedê, der barê 6 hezar û 300 parselî de biryara "Îstimlaqa bi lezgîn" derxist û rûxandinê dest pê kir. Roja ku rûxandinê dest pê kiriye heta niha, şêniyên taxê li dijî rûxandinê nerazîbûnên xwe didin nîşan, dixwazin demek ji ya din zûtir ev talan bê rawestandin. Ji bo vê heyeta ji 11 kesan pêk dihat li Sûrê hat avakirin û çûn Enqereyê.
Berdevkê komê Mehmet Çelîk, diyar kir ku daxwazên wan ji bo malbatên li Sûrê zerar dîtine hene û ev tişt got: "Divê rûxandin bê rasewtandin, li cihê malên ku hatine rûxandin malên nû bên avakirin û van malan bi buhayekî guncav bidin welatiyan û ew bixwe têde rûnên. Dîsa di dema pevçûnan de gelek kel û pelên welatiyan zerar dîtin, divê dewlet vê zerarê jî bide."
Heyeta Sûrê ya ji 11 kesan pêk tê, xwestin bi Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman û Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê Mehmet Ozhesekî re hevdîtinê pêk bînin. Lê her du wezîran jî daxwaza hevdîtinê ya heyeta Sûrê red kir.