Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin

  • rojane
  • 09:05 10 Mijdar 2019
  • |
img
COLEMÊRG - Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, 2 sal berê gundî hatibûn îşkencekirin. Hîn jî derbarê bersûcan de doz nehatiye vekirin. Şêniya gund Atiye Atabak, got: "Hingî kurê mn îşkence kiribûn, her derê wî birîn bûbûn. Ji bo birînên wî bicebirin, min birînên wî 3 rojan bi çermê bizinan girê da." 
 
Di 7'ê Tebaxa 2017'an de li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, polîsan avêtibûn ser gund û zêdetirî 100 gundî hatibûn îşkencekirin. Di ser bûyerê re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî derbarê bersûcan de doz nehatiye vekirin. Piştî bûyerê ji kesên hatin îşkencekirin 38 jê serî li Serdozgeroya Komarê ya Bersûcê dabûn. Li ser vê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de gundiyan 6 polîsên îşkence li wan kiribûn teşhîs kiribûn. 
 
Gundiyên wê rojê hatibûn îşkencekirin, behsa wê şevê û tiştên piştî wê rojê pêk hatin kirin. 
 
'EM 6 SAETAN SERDEVKÎ MAN' 
 
Di avêtina ser gund de Cafer Atabak û kurê xwe jî hatibûn îşkencekirin. Atabak, anî ziman ku wê rojê 6 saetan serdevkî hatine hiştin û polîsan bi qundaxên çekan li wan dane û ew li erdê dirêj kirine. Atabak, got: "Di destê polîsan de lsîteyek hebû. Li derî dan heta giham ber derî, derî şikandin û ketin hundir. Gava min zevt kirin heta eywanê li min dan. Gava bi qundaxa çekê li sînga min dan ketim erdê. Birîndar bûm. Paşê pirsa kurê min kirin. Wê kêliyê kurê min jî hat. Bi qundaxê li wî jî dan. Gava li kurê min dan serê wî li camê ket û cam di canê wî re çûn. Ji 12'ê êvarî heta 6'ê sibê em serdevkî li erdê bûn. Kîjan polîsa hat pêl pişta me kir û bi pehîna li me da. Paşê em birin emniyetê. Lê heta em birin, di rê de em îşkence kirin. Li emniyetê jî heta 9'ê sibehê em îşkence kirin. Paşaê polîsên TEM'ê hatin. Ji bo lêpirsînê. Wêneyên me girtin. Ji me re gotin, 'we hevalên me kuştine.' Me israr kir, lê ev yek li me ferz kirin." 
 
'DOZGER JI BO ÎŞKENCEYÊ LÊBORÎN XWEST' 
 
Atabak, anî ziman ku li mala wan kamera hebûye û xwestiye li kamerayê bê nerîn, lê belê polîsan qebûl nekiriye. Atabak, got: "Ji min re gotin, ew ê li kamerayê nenêrin. Min jî got, 'Nexwe hûn bi deran sûcan dixin stuyê me.' A rast ji bo îşeknceyê rewa bikin li kamerayê nenêrîn. Em 24 saetan di binçavan de man, paşê em birin dozgeriyê. Dozger got, 'Li ser navê dewletê dawa lêborînê dikim. Dizanim hûn hatine îşkencekirin. Mafê we ye ku hûn giliyê vana bikin.' Me jî got, em gilî dikin û me berdan. Lê di ser re ev qas wext derbas bûye hîn jî tiştek çê nebûye. Bawer nakim tiştek jî jê derê." 
 
Atabak, anî ziman ku di ser îşkenceyê re du sal derbas bûne, lê belê hîn jî kurê wî li Stenbolê tê tedawîkirin û got: "Hingî bi pehîna li serê kurê min dan, xwîn di serê wî de kom bûye. Hîn jî dest, pî û canê wî birîn in. Tenê ne kurê min, hema bêje hîn jî birîn li ser canê gundiyan heye. Wê şevê gundî giş îşkence kirin. Li emniyetê wê em bigirtana, lê belê gava gel got wê rabin ser piya, em berdan. Ji xwe ji wextê boriye jî diyar e wê tiştek ji vê dozê dernekeve. Sedema nevekirina dozê, ji ber ku dewlet sûcdar e. Heger dewlet ne sûcdar bûna wê dozger lêborîn nexwestana." 
 
'PÊXWAS BIRIN EMNIYETÊ' 
 
Atiye Atabak ku li ber çavê wê kurê wê û hevjînê wê hatin îşkencekirin, got: "Bi lêdanê kurê min û hevjînê min derxistin derve. Ez qîriyam û min doza alîkariyê kir. Lê ji ber wê kêliyê polîsa ketibûn hemû malan kes nehat. Gava qîriyam, li min û keça min jî dan û deriyê odeyê li ser me girtin. Min di hundirê odeyê de jî kir hawar, 'Hewar e gundîno, werin tana me.' Min digot, qey wê kurê min û hevjînê min bikujin. Çimkî ji bo kuştinê ew derxistibûnd erve. Ji şevê heta sibehê li ber çavê min li kurê min û hevjînê min dan. Her ku min didît, diqîriyam. Gava dîtin diqîrim, hatin gef xwarin û gotin: 'Heger biqîrî, em ê wan bikujin.' Ez ê birînên kurê xwe û hevjînê xwe qet ji bîr nekim. Hîn jî li ber çavê min e. Heta sax bim wê destê min di qirika vê dewletê de be. Min sê rojan li ser hev birînên kurê xwe bi çermê bizinan girê da. Hingî îşkence lê kiribûn ku birînên kûr lê çê bûbûn. Nehiştin kurê min pêlava xwe jî têke piyê xwe. Pêxwas wî birin emniyetê. Kurê min bi rojan li vira raza û paşê me wî şand Stenbolê. Piştî wê îşkenceyê derûniya min xirab bû û niha dermanan dixwim. Ji bo tedawiyê her meh diçim Stenbolê." 
 
Zekiye Çîrgîn a 90 salî jî hatiye îşkencekirin. Çîrgîn, got: "Ma mirov li kesên bêsûc wiha dike? Nîviyê şevê lid eriyê me dan. Gava kurê min derî vekir bi derbekê re ketin hundir. Bi qundaxê li serê kurê min dan. Xwedêyo tu vê neheqiyê qebûl nekî. Me lava kir, lê guh nedan me û bi saetan kurê min îşkence kirin. Gava li ber wan rabûm, bi copan li destê min jî dan. Hîn jî şûna copan li ser destê min e. Me gilî kir, lê wê çi jê derê. Li her du dinyayan jî ez ê gilîdar bim û van kirinan ji bîr nekim." 
 
MA / Adnan Bîlen 

Sernavên din

11/11/2019
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin
11:50 Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin
11:35 30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin
10:44 Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan
10:06 38 endamên DAIŞ'ê gelek rastiyê ronî dikin
09:33 Di êrîşa SÎHA ya li Eyn Îsayê de 2 sivîl hatin kuştin
09:11 Di dosyeya qeymeqam Safîturk de lêpirsîneke 'nepen'
09:09 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:08 Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek
09:05 Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin
09:04 ‘Sûcê şer giran dibe'
09:02 ‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
09/11/2019
18:58 Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn
16:14 ‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’
16:13 Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin
15:35 Ji hevşaredarên dibin çavan de peyam: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
15:21 Li Stenbolê hejmara binçavkirinan derket 33’yan
14:58 Prof. Dr. Pala: Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermayeyê kirin
14:39 Xizmên Windayan: Bila Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY
14:20 QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Dema êşên me derbas nabe
13:52 Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
13:44 2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin
13:40 Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin
13:16 Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin
12:38 Ji DAIŞ'ê derbasî OSO û MSO'ê bûn
12:37 ‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne
12:13 3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin
11:58 Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê
11:31 Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin
11:10 Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike
10:49 Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
10:40 SOHR: Di nava komên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ'î jî hene
10:37 Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand
10:18 Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin
09:58 Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda
09:53 Li Edeneyê jî qedexeya çalakî û şahiyan hat dirêjkirin
09:48 Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
09:30 Ji ber qeyda wî di arşîvê de heye 15 sal ceza dixwazin
09:24 ‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’
09:22 Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê
09:22 Polîtîkaya qeyûman, mudaxileya li ser mafê bijartin û hilbijartinê ya gelê kurd e
09:21 'Tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî'
09:20 Zeytûn: Bi Ocalan re hevdîtin pêk bên dê rêya alternatîfên demokratîk vebe
09:19 3 sal in ji ber daxuyaniyeke tev lê nebûye tê darizandin!
09:18 Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike
09:18 Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
09:17 Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
08:58 Qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê kirin
08/11/2019
22:55 Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk
18:53 Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan
16:47 Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
15:57 Şaredariya Artûklûyê tabeleya pirzimanî rakir
15:21 Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê
15:04 Muxtarên gundên Xerabmişk û Xirabê Şêxmehmûd ji peyvirê girtin
15:03 HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin
14:43 Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast
14:13 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
14:04 Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir