Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin 2019-11-10 09:05:44   COLEMÊRG - Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, 2 sal berê gundî hatibûn îşkencekirin. Hîn jî derbarê bersûcan de doz nehatiye vekirin. Şêniya gund Atiye Atabak, got: "Hingî kurê mn îşkence kiribûn, her derê wî birîn bûbûn. Ji bo birînên wî bicebirin, min birînên wî 3 rojan bi çermê bizinan girê da."    Di 7'ê Tebaxa 2017'an de li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, polîsan avêtibûn ser gund û zêdetirî 100 gundî hatibûn îşkencekirin. Di ser bûyerê re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî derbarê bersûcan de doz nehatiye vekirin. Piştî bûyerê ji kesên hatin îşkencekirin 38 jê serî li Serdozgeroya Komarê ya Bersûcê dabûn. Li ser vê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de gundiyan 6 polîsên îşkence li wan kiribûn teşhîs kiribûn.    Gundiyên wê rojê hatibûn îşkencekirin, behsa wê şevê û tiştên piştî wê rojê pêk hatin kirin.    'EM 6 SAETAN SERDEVKÎ MAN'    Di avêtina ser gund de Cafer Atabak û kurê xwe jî hatibûn îşkencekirin. Atabak, anî ziman ku wê rojê 6 saetan serdevkî hatine hiştin û polîsan bi qundaxên çekan li wan dane û ew li erdê dirêj kirine. Atabak, got: "Di destê polîsan de lsîteyek hebû. Li derî dan heta giham ber derî, derî şikandin û ketin hundir. Gava min zevt kirin heta eywanê li min dan. Gava bi qundaxa çekê li sînga min dan ketim erdê. Birîndar bûm. Paşê pirsa kurê min kirin. Wê kêliyê kurê min jî hat. Bi qundaxê li wî jî dan. Gava li kurê min dan serê wî li camê ket û cam di canê wî re çûn. Ji 12'ê êvarî heta 6'ê sibê em serdevkî li erdê bûn. Kîjan polîsa hat pêl pişta me kir û bi pehîna li me da. Paşê em birin emniyetê. Lê heta em birin, di rê de em îşkence kirin. Li emniyetê jî heta 9'ê sibehê em îşkence kirin. Paşaê polîsên TEM'ê hatin. Ji bo lêpirsînê. Wêneyên me girtin. Ji me re gotin, 'we hevalên me kuştine.' Me israr kir, lê ev yek li me ferz kirin."    'DOZGER JI BO ÎŞKENCEYÊ LÊBORÎN XWEST'    Atabak, anî ziman ku li mala wan kamera hebûye û xwestiye li kamerayê bê nerîn, lê belê polîsan qebûl nekiriye. Atabak, got: "Ji min re gotin, ew ê li kamerayê nenêrin. Min jî got, 'Nexwe hûn bi deran sûcan dixin stuyê me.' A rast ji bo îşeknceyê rewa bikin li kamerayê nenêrîn. Em 24 saetan di binçavan de man, paşê em birin dozgeriyê. Dozger got, 'Li ser navê dewletê dawa lêborînê dikim. Dizanim hûn hatine îşkencekirin. Mafê we ye ku hûn giliyê vana bikin.' Me jî got, em gilî dikin û me berdan. Lê di ser re ev qas wext derbas bûye hîn jî tiştek çê nebûye. Bawer nakim tiştek jî jê derê."    Atabak, anî ziman ku di ser îşkenceyê re du sal derbas bûne, lê belê hîn jî kurê wî li Stenbolê tê tedawîkirin û got: "Hingî bi pehîna li serê kurê min dan, xwîn di serê wî de kom bûye. Hîn jî dest, pî û canê wî birîn in. Tenê ne kurê min, hema bêje hîn jî birîn li ser canê gundiyan heye. Wê şevê gundî giş îşkence kirin. Li emniyetê wê em bigirtana, lê belê gava gel got wê rabin ser piya, em berdan. Ji xwe ji wextê boriye jî diyar e wê tiştek ji vê dozê dernekeve. Sedema nevekirina dozê, ji ber ku dewlet sûcdar e. Heger dewlet ne sûcdar bûna wê dozger lêborîn nexwestana."    'PÊXWAS BIRIN EMNIYETÊ'    Atiye Atabak ku li ber çavê wê kurê wê û hevjînê wê hatin îşkencekirin, got: "Bi lêdanê kurê min û hevjînê min derxistin derve. Ez qîriyam û min doza alîkariyê kir. Lê ji ber wê kêliyê polîsa ketibûn hemû malan kes nehat. Gava qîriyam, li min û keça min jî dan û deriyê odeyê li ser me girtin. Min di hundirê odeyê de jî kir hawar, 'Hewar e gundîno, werin tana me.' Min digot, qey wê kurê min û hevjînê min bikujin. Çimkî ji bo kuştinê ew derxistibûnd erve. Ji şevê heta sibehê li ber çavê min li kurê min û hevjînê min dan. Her ku min didît, diqîriyam. Gava dîtin diqîrim, hatin gef xwarin û gotin: 'Heger biqîrî, em ê wan bikujin.' Ez ê birînên kurê xwe û hevjînê xwe qet ji bîr nekim. Hîn jî li ber çavê min e. Heta sax bim wê destê min di qirika vê dewletê de be. Min sê rojan li ser hev birînên kurê xwe bi çermê bizinan girê da. Hingî îşkence lê kiribûn ku birînên kûr lê çê bûbûn. Nehiştin kurê min pêlava xwe jî têke piyê xwe. Pêxwas wî birin emniyetê. Kurê min bi rojan li vira raza û paşê me wî şand Stenbolê. Piştî wê îşkenceyê derûniya min xirab bû û niha dermanan dixwim. Ji bo tedawiyê her meh diçim Stenbolê."    Zekiye Çîrgîn a 90 salî jî hatiye îşkencekirin. Çîrgîn, got: "Ma mirov li kesên bêsûc wiha dike? Nîviyê şevê lid eriyê me dan. Gava kurê min derî vekir bi derbekê re ketin hundir. Bi qundaxê li serê kurê min dan. Xwedêyo tu vê neheqiyê qebûl nekî. Me lava kir, lê guh nedan me û bi saetan kurê min îşkence kirin. Gava li ber wan rabûm, bi copan li destê min jî dan. Hîn jî şûna copan li ser destê min e. Me gilî kir, lê wê çi jê derê. Li her du dinyayan jî ez ê gilîdar bim û van kirinan ji bîr nekim."    MA / Adnan Bîlen