3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin

  • rojane
  • 12:13 9 Mijdar 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Di ser kuştina Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk re 3 sal derbas bûn. 3 sal borîn lê hêj nakokiyên dosyayê xelas nebûne. Derket holê ku kesên hatine binçavkirin îfadeya wan li dervê qeydan û bêyî parêzer û Baroya Mêrdînê hatine girtin." 

Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk 3 sal berê di 10'ê Mijdara 2016'an de li meqamê xwe hat kuştin. Safîturk, di encama teqîna bombeya di odeya wî de hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest da. Li gel ku 3 sal borîn, lê hêj nakokiyên dosyayê zelal nebûne. Hêj kujer nehatiye ronîkirin. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Par Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şefî Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû, Devran Aslan, Fîkret Bagî, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Nûrseş Eser, Zûhal Dalçîn, Zînet Erdaş û Mehmet Denîz ji nû ve hatibûn darizandin. Danişîna dozê dê di 21'ê Mijdarê de bê dîtin. Mesutoglu, ji bo bi awayekî adîl bê darizandin 140 rojin di greva birçîbûnê de ye. 
 
 
HETA NIHA GELEK DELÎL HATIN REŞKIRIN
 
Di dosyayê de heta niha gelek delîl hatin reşkirin. Derket holê ku îfade li dijî qeydan hatine girtin û bêyî parêzer û Baroya Mêrdînê îfadeya kesan hatiye girtin. Derket holê ku piştî kuştina Safîturk, Mehmet Alî Gezgîncî û Devran Aslan ku der barê wan de 5 rojan qedexeya parêzeran hatibû girtin, bêyî parêzeran îfadeya wan hatiye girtin. Derket holê ku îfadeya Gezgincî di 12'ê mijdarê de û îfadeya Aslan jî di 13'ê mijdarê de bêyi parêzeran hatiye girtin. Di girtekan de hat diyar kirin ku îfadeya Gezgincî di bin çavdêriya parêzer M.B. ku Baroya Mêrdînê erkdar kiriye de hatiye girtin. Îfadeya Aslan jî ji ber M.B. li dervê bajar e belgeya erkdariyê daye. Lê derket holê ku Baroya Mêrdînê belgeya peyvirdariyê nedaye M.B û malbatan ew parêzer negirtiye. 
 
BARO: BERIYA  6'Ê KANÛNÊ PARÊZER NEHATINE PEYVIRDARKIRIN
 
Nivîsa Baroya Mêrdînê ya der barê mijarê de di dosyayê de hatiye nivîsîn jî wiha ye: "Ji bo Gezgincî piştî binçavkirinê 27 roj şûnde di 6'ê Kanûna 2016’an de parêzer hatiye peyvirdarkirin. Ji bo Aslan jî hat gotin ku ji ber daxwaza parêzer nebûye, parêzer peyvirdar nekirine.
 
Bere jî derketibû holê ku îfadeyên şaş hatine dayîn. Dîmenên dema îfadeya Devran Aslan a li dozgeriyê derketin holê. Dîmena 50 deqe û 38 saniye ye. Di dîmenan de dixuyê ku beriya îfadeyê Aslan hatiye derbkirin û di dest wî de peçeteyeke bi xwîn heye. Piştî demekê di dîmenan de parêzerê Aslan jî dixuyê. Di dîmenan de dozger S.O, di hin cihan de Aslan hişyar dike. Dozger ji Aslan re dibêje "baş bifikire" û Aslan jî pêşî pozê xwe û paşê jî serê xwe nîşan dide û dibêje: "Xwîn ji pozê min tê. Heşê min ne li serê min e."  Di destpêka dîmenan de dozger dibêje: "Biner, ji emniyetê hin heval hatin û gotin, dixwazin hin tiştan bêjin. Min û te me ji bo bûyerê bi hev re xeberda. Eywelle. Lê niha divê tu li ber çavê parêzer jî û bêyî zext û zorî hebin ji me re bibêjî."  Di berdewamiya dîmenan de dozger ji Aslan dixwaze bûyerê vebêje: "Niha ji min re behsa civîna beriya meseleya kargoyê bike. Ji civînê heta kêliya teqîn pêk hat, tiştên di bîra te de mane, bibêje." Di vê kêliyê de Aslan jî dibêje, "Birêz dozger, em herin kargoyê." Dozger jî dibêje: "Pêşî tu behsa civînê bike, heta wergirtina kargoyê, bicihkirina wê, teqandina wê bike." 
 
Derketibû holê ku kargoya ku Aslan behsa wê dike qedeha kûpayê ye ku Midûriyeta Herêmê ya Kizilayê ji Şerîf Mesûtoglû re şandibû. 
 
Mehmet Alî Gezgîncî yê berastengê zihnî jî kiribûn şahidê bûyer. Gezgîncî peyvek bi tirkî jî nizane û dîmenên wî yên îfadeyê jî derketibûn holê. Di dîmenan de derketibû holê ku çi ji Gezgîncî tê pirsîn, Gezgîncî dibêje "Erê-Na." Di dîmenan de derketibû holê ku polîsê axaftian Gezgîncî werger dikir jî xelet werger dikir.
 
Danişîna dozê dê di 21'ê mijdarê de bê dîtin. 
 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/11/2019
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin
11:50 Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin
11:35 30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin
10:44 Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan
10:06 38 endamên DAIŞ'ê gelek rastiyê ronî dikin
09:33 Di êrîşa SÎHA ya li Eyn Îsayê de 2 sivîl hatin kuştin
09:11 Di dosyeya qeymeqam Safîturk de lêpirsîneke 'nepen'
09:09 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:08 Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek
09:05 Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin
09:04 ‘Sûcê şer giran dibe'
09:02 ‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
09/11/2019
18:58 Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn
16:14 ‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’
16:13 Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin
15:35 Ji hevşaredarên dibin çavan de peyam: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
15:21 Li Stenbolê hejmara binçavkirinan derket 33’yan
14:58 Prof. Dr. Pala: Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermayeyê kirin
14:39 Xizmên Windayan: Bila Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY
14:20 QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Dema êşên me derbas nabe
13:52 Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
13:44 2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin
13:40 Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin
13:16 Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin
12:38 Ji DAIŞ'ê derbasî OSO û MSO'ê bûn
12:37 ‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne
12:13 3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin
11:58 Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê
11:31 Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin
11:10 Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike
10:49 Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
10:40 SOHR: Di nava komên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ'î jî hene
10:37 Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand
10:18 Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin
09:58 Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda
09:53 Li Edeneyê jî qedexeya çalakî û şahiyan hat dirêjkirin
09:48 Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
09:30 Ji ber qeyda wî di arşîvê de heye 15 sal ceza dixwazin
09:24 ‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’
09:22 Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê
09:22 Polîtîkaya qeyûman, mudaxileya li ser mafê bijartin û hilbijartinê ya gelê kurd e
09:21 'Tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî'
09:20 Zeytûn: Bi Ocalan re hevdîtin pêk bên dê rêya alternatîfên demokratîk vebe
09:19 3 sal in ji ber daxuyaniyeke tev lê nebûye tê darizandin!
09:18 Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike
09:18 Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
09:17 Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
08:58 Qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê kirin
08/11/2019
22:55 Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk
18:53 Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan
16:47 Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
15:57 Şaredariya Artûklûyê tabeleya pirzimanî rakir
15:21 Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê
15:04 Muxtarên gundên Xerabmişk û Xirabê Şêxmehmûd ji peyvirê girtin
15:03 HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin
14:43 Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast
14:13 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
14:04 Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir