3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin 2019-11-09 12:13:27 MÊRDÎN – Di ser kuştina Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk re 3 sal derbas bûn. 3 sal borîn lê hêj nakokiyên dosyayê xelas nebûne. Derket holê ku kesên hatine binçavkirin îfadeya wan li dervê qeydan û bêyî parêzer û Baroya Mêrdînê hatine girtin."  Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk 3 sal berê di 10'ê Mijdara 2016'an de li meqamê xwe hat kuştin. Safîturk, di encama teqîna bombeya di odeya wî de hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest da. Li gel ku 3 sal borîn, lê hêj nakokiyên dosyayê zelal nebûne. Hêj kujer nehatiye ronîkirin. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Par Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şefî Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû, Devran Aslan, Fîkret Bagî, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Nûrseş Eser, Zûhal Dalçîn, Zînet Erdaş û Mehmet Denîz ji nû ve hatibûn darizandin. Danişîna dozê dê di 21'ê Mijdarê de bê dîtin. Mesutoglu, ji bo bi awayekî adîl bê darizandin 140 rojin di greva birçîbûnê de ye.      HETA NIHA GELEK DELÎL HATIN REŞKIRIN   Di dosyayê de heta niha gelek delîl hatin reşkirin. Derket holê ku îfade li dijî qeydan hatine girtin û bêyî parêzer û Baroya Mêrdînê îfadeya kesan hatiye girtin. Derket holê ku piştî kuştina Safîturk, Mehmet Alî Gezgîncî û Devran Aslan ku der barê wan de 5 rojan qedexeya parêzeran hatibû girtin, bêyî parêzeran îfadeya wan hatiye girtin. Derket holê ku îfadeya Gezgincî di 12'ê mijdarê de û îfadeya Aslan jî di 13'ê mijdarê de bêyi parêzeran hatiye girtin. Di girtekan de hat diyar kirin ku îfadeya Gezgincî di bin çavdêriya parêzer M.B. ku Baroya Mêrdînê erkdar kiriye de hatiye girtin. Îfadeya Aslan jî ji ber M.B. li dervê bajar e belgeya erkdariyê daye. Lê derket holê ku Baroya Mêrdînê belgeya peyvirdariyê nedaye M.B û malbatan ew parêzer negirtiye.    BARO: BERIYA  6'Ê KANÛNÊ PARÊZER NEHATINE PEYVIRDARKIRIN   Nivîsa Baroya Mêrdînê ya der barê mijarê de di dosyayê de hatiye nivîsîn jî wiha ye: "Ji bo Gezgincî piştî binçavkirinê 27 roj şûnde di 6'ê Kanûna 2016’an de parêzer hatiye peyvirdarkirin. Ji bo Aslan jî hat gotin ku ji ber daxwaza parêzer nebûye, parêzer peyvirdar nekirine.   Bere jî derketibû holê ku îfadeyên şaş hatine dayîn. Dîmenên dema îfadeya Devran Aslan a li dozgeriyê derketin holê. Dîmena 50 deqe û 38 saniye ye. Di dîmenan de dixuyê ku beriya îfadeyê Aslan hatiye derbkirin û di dest wî de peçeteyeke bi xwîn heye. Piştî demekê di dîmenan de parêzerê Aslan jî dixuyê. Di dîmenan de dozger S.O, di hin cihan de Aslan hişyar dike. Dozger ji Aslan re dibêje "baş bifikire" û Aslan jî pêşî pozê xwe û paşê jî serê xwe nîşan dide û dibêje: "Xwîn ji pozê min tê. Heşê min ne li serê min e."  Di destpêka dîmenan de dozger dibêje: "Biner, ji emniyetê hin heval hatin û gotin, dixwazin hin tiştan bêjin. Min û te me ji bo bûyerê bi hev re xeberda. Eywelle. Lê niha divê tu li ber çavê parêzer jî û bêyî zext û zorî hebin ji me re bibêjî."  Di berdewamiya dîmenan de dozger ji Aslan dixwaze bûyerê vebêje: "Niha ji min re behsa civîna beriya meseleya kargoyê bike. Ji civînê heta kêliya teqîn pêk hat, tiştên di bîra te de mane, bibêje." Di vê kêliyê de Aslan jî dibêje, "Birêz dozger, em herin kargoyê." Dozger jî dibêje: "Pêşî tu behsa civînê bike, heta wergirtina kargoyê, bicihkirina wê, teqandina wê bike."    Derketibû holê ku kargoya ku Aslan behsa wê dike qedeha kûpayê ye ku Midûriyeta Herêmê ya Kizilayê ji Şerîf Mesûtoglû re şandibû.    Mehmet Alî Gezgîncî yê berastengê zihnî jî kiribûn şahidê bûyer. Gezgîncî peyvek bi tirkî jî nizane û dîmenên wî yên îfadeyê jî derketibûn holê. Di dîmenan de derketibû holê ku çi ji Gezgîncî tê pirsîn, Gezgîncî dibêje "Erê-Na." Di dîmenan de derketibû holê ku polîsê axaftian Gezgîncî werger dikir jî xelet werger dikir.   Danişîna dozê dê di 21'ê mijdarê de bê dîtin.      MA / Ahmet Kanbal