STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû ku îro danê sibehê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.
Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Şenoglû binçav kirin. Piştî karên li emniyetê Şenoglû sewqî Serdozgeriya Komarê ya Çaglayanê hat kirin. Bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna xwepêşandan û civînan" û "birîndarkirina polîsan" îfadeya Şengolû hat girtin. Piştî îfadeyê Şenoglû hat berdan.
Her wiha hat hînbûn ku di dema binçavkirinê de Şenoglû dest bi greva birçîbûnê kiriye.