Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan 2019-11-08 18:53:47   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû ku îro danê sibehê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.    Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Şenoglû binçav kirin. Piştî karên li emniyetê Şenoglû sewqî Serdozgeriya Komarê ya Çaglayanê hat kirin. Bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna xwepêşandan û civînan" û "birîndarkirina polîsan" îfadeya Şengolû hat girtin. Piştî îfadeyê Şenoglû hat berdan.    Her wiha hat hînbûn ku di dema binçavkirinê de Şenoglû dest bi greva birçîbûnê kiriye.