ENQERE - Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Girtiyan a Meclisê der barê Girtîgeha Sîlîvrî de raporek amade kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku mafê girtiyên nexweş ê dermankirinê asteng dikin û wan bi kelepçeyê muayîne dikin.
Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Girtiyan a Meclisê, di 5'ê Îlona 2019'an de der barê Girtîgeha Sîlîvrî de raporek amade kir. Komîsyonê li Girtîgeha Hêjmar 1 û Hêjmar 4 a Tîpa L a Sîlîvriyê de lêkolîn kir û rapor amade kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku kapasita girtiyan zêde ye û wiha cih dan raporê: "Li Girtîgeha Îngaza Ceza ya Sîlîvrî 22 hezar û 781 girtî hene. Di ser kapasiteyê de girtî hene. Cih têra girtiyan nake.
Komîsyonê cih da binpêkirina mafên girtiyan û wiha xal bi xal binpêkirin rêz kir:
LI GIRTÎGEHA TÎPA L A HÊJMAR 1
“* Xwarina tê dayîn kêm e û ne xwedîker e. Xwarin têra pêvistiya wan a rojane nake. Divê xwarina girtiyan û cureyê wê zêde bikin.
* Di tedawiya girtiyan de pirsgirêk zêde ne. Bi taybetî di dermankirina diran de pirsgirêk zêde ne. Dema girtî sewqî nexweşxaneyên derve dikin rastî tundiyê tên.
* Girtî ji xizmeta derûnî sûdê nagirin.
* Pêdiviyên mast, xwê û deterjan û wekî wê zêde li kantinê nayê dayîn. Berhemên heyî jî bi buhayê zêde difiroşin.
* Di roja ziyaretê de malbatên diçin hevdîtinan ji aliyê personelan ve rastî astengiyên keyfî tên.
* Daxwazên giriyan ên sewqê nayên qebûlkirin. Yên daxwazên wan tên qebûlkirin jî pereyekî zêde ji malbatan dixwazin.
* Mafê wan ê sporê û civakî ji destê wan tê girtin.
* Kargeriyên kar û wargeh kêm in.
* Bi taybetî ji aliyê personelên girtîgehê ve rastî pêkaninên keyfî tên.
LI GIRTÎGEHA TÎPA L A HÊJMAR 4'AN BINPÊKIRINÊN MAFAN
* Şert û mercên girtiyan ên fîzîkî kêm in.
* Xwarin û kalîteya xwarinê kêm e.
* Pêdiviyên wan ên bingehîn ji kantinê nayê temînkirin.
* Di saetên ziyaretan de deqeyên hevdîtinê kêm dikin.
* Mafê wan ê spor û civakî ji destê wan digirin.
* Mafê wan ê zagonî ji destê wan tê girtin.
* Daxwazên girtiyan ên pirtûkan tên guhertin.
* Di ziyaretên malbatan de personel neheqiyê li malbat û girtiyan dikin.
* Ava girtiyan ne paqij e û dibe sedema nexweşiyan. Zivistanî ava germ kêm didin girtiyan.