Komîsyona Lêkolîna Meclîsa: Li Girtîgeha Sîlîvrî du caran kelepçe dikin 2019-11-06 12:50:45   ENQERE - Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Girtiyan a Meclisê der barê Girtîgeha  Sîlîvrî de raporek amade kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku mafê girtiyên nexweş ê dermankirinê asteng dikin û wan bi kelepçeyê muayîne dikin.    Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Girtiyan a Meclisê, di 5'ê Îlona 2019'an de der barê Girtîgeha  Sîlîvrî de raporek amade kir. Komîsyonê li Girtîgeha Hêjmar 1 û Hêjmar 4 a Tîpa L a Sîlîvriyê de lêkolîn kir û rapor amade kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku kapasita girtiyan zêde ye û wiha cih dan raporê: "Li Girtîgeha Îngaza Ceza ya Sîlîvrî 22 hezar û 781 girtî hene. Di ser kapasiteyê de girtî hene. Cih têra girtiyan nake.    Komîsyonê cih da binpêkirina mafên girtiyan û wiha xal bi xal binpêkirin rêz kir:    LI GIRTÎGEHA TÎPA L A HÊJMAR 1    “* Xwarina tê dayîn kêm e û ne xwedîker e. Xwarin têra pêvistiya wan a rojane nake. Divê xwarina girtiyan û cureyê wê zêde bikin.    * Di tedawiya girtiyan de pirsgirêk zêde ne. Bi taybetî di dermankirina diran de pirsgirêk zêde ne. Dema girtî sewqî nexweşxaneyên derve dikin rastî tundiyê tên.    * Girtî ji xizmeta derûnî sûdê nagirin.    * Pêdiviyên mast, xwê û deterjan û wekî wê zêde li kantinê nayê dayîn. Berhemên heyî jî bi buhayê zêde difiroşin.    * Di roja ziyaretê de malbatên diçin hevdîtinan ji aliyê personelan ve rastî astengiyên keyfî tên.    * Daxwazên giriyan ên sewqê nayên qebûlkirin. Yên daxwazên wan tên qebûlkirin jî pereyekî zêde ji malbatan dixwazin.    * Mafê wan ê sporê û civakî ji destê wan tê girtin.    * Kargeriyên kar û wargeh kêm in.    * Bi taybetî ji aliyê personelên girtîgehê ve rastî pêkaninên keyfî tên.    LI GIRTÎGEHA TÎPA L A HÊJMAR 4'AN BINPÊKIRINÊN MAFAN   * Şert û mercên girtiyan ên fîzîkî kêm in.    * Xwarin û kalîteya xwarinê kêm e.    * Pêdiviyên wan ên bingehîn ji kantinê nayê temînkirin.    * Di saetên ziyaretan de deqeyên hevdîtinê kêm dikin.    * Mafê wan ê spor û civakî ji destê wan digirin.    * Mafê wan ê zagonî ji destê wan tê girtin.   * Daxwazên girtiyan ên pirtûkan tên guhertin.    * Di ziyaretên malbatan de personel neheqiyê li malbat û girtiyan dikin.    * Ava girtiyan ne paqij e û dibe sedema nexweşiyan. Zivistanî ava germ kêm didin girtiyan.