‘Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne’

  • rojane
  • 12:12 6 Mijdar 2019
  • |
img

MÛŞ – Birayê Aydin Kaya yê ji ber ku kurdî li ser gora wî hatibû nivîsandin û ji aliyê ekseran ve hat xerakirin Huseyîn Kaya got: “Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne.”

Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bajarokê Lîzê ya navçeya Kopa Mûşê Aydin Kaya di 6’ê Hezîrana 2012’an de li Girtîgeha Mûşê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Li ser kêlika gora Kaya nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin. Li ser daxwaza dozgeriyê di 29’ê cotmehê de esker çûn goristanê û kêlika gora Kaya şikandin û li gel xwe biribûn. 
 
‘ZILMÊ QEBÛL NEDIKIR’ 
 
Birayê Kaya, Huseyîn Kaya bertek nîşanî vê sepanê da û diyar kir ku ji mirina birayê wî dewlet berpirsiyar e û dema birayê wî di çileya 2012’an de tê binçavkirin di nezaretxaneyê de nexweş dikeve. 
 
Huseyîn Kaya wiha got: “Birayê min kesayetek ji aliyê xelkê Lîzê ve dihat hezkirin û têkiliya wî bi gel re baş bû. Di 2009’an de bû Serokê BDP’a Bajarokê Lîzê. Her tim li dijî neheqiyê serî radikin û qebûl nedikir. Neheqiyek herî biçûk jî qebûl nedikir. Aydin siyasetê dikir û di 16’ê çileya 2012’an de bi awayek bêhiqûqî hat girtin. Aydin 3 rojan li qereqolê ragirtin. Aydin mehek beriya girtina xwe kevirê ji gurçika xwe derxistibû. Li qereqolê ji ber sermaye nexweş ketibû. Pişt re wî derxistin dadgehê û ew girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Di 6’ê hezîrana 2012’an de li hefsê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ji ber li hefsê tedawiya pêwîst li birayê min nehat kirin jiyan xwe ji dest da. Lê ji ber ku serlêdana me sûcdar nehat dîtin serlêdana me di asta lêpirsînê de qedandin.” 
 
'NIHA KÊLIKA GORA WÎ NÎNE’ 
 
Kaya anî ziman ku niha gora birayê wî bê kêlik e û wiha got: “Heta hurmeta wan ji gorên me re jî nîne. Bi şikandina kêlika gorê hûnê negihîjin tu mexseda xwe. Jixwe bi awayek dij hiqûq ji ber zilma we mir, niha jî radibin kêlika gora wî dişkînin û dibin. Tiştek ji destê min nayê. Tenê ez bi edaleta Xwedê bawer im.” 
 
‘EV ÊRÎŞEK LI DIJÎ NASNAMEYA KURDÎ YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî destnîşan kir ku esker li ser fermana dozgeriyê çûne kêlika gorê şikandine û got: “Lêpirsîna ji bo mirina Kaya hatibû destpêkirin bi biryara neşopindinê bi encam bû. Min mirina Kaya û êrişa li dijî gora wî veguhezand Meclîsê.” 
Işik welatiyên kurd ên ji ber bi kurdî diaxivin êrişî wan tê kirin û tên kuştin û heqaret û astengiyên li dijî kurdî bi bîr xist û got: “Ev êrişek li dijî bêtehamuliya zimanê kurdî ye. Îktîdar civakê bi pêla nijadperest-şovenîzmê aşî dike û di encama vê yekê de li dijî nasname û hebûna kurd êriş pêk tên. Şikandina kêlika bi nivîsa kurdî, êrişên îro li dijî Rojava û şaredariyên me pêk tên heman armanc in.” 
 
Işik got wî têkildarî şikandina kêlika gorê pêşniyazpirs daye Meclîsê û dê vê pêşniyazpirsê bişopîne. 
 
AYDIN KAYA KÎ YE? 
 
Aydin Kaya di sala 1981’an de li Bajarokê Lîzê hat dinê. Di sala 1995’an de li beşa Elektrîk û Elektronîk a Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê xwend. Di salên xwe yên ciwaniyê de di nav xebatên baskên ciwanan de cih girt. Pişt re çû Stenbolê û ji xwe re li wir kargehek vekir. Kaya li partiyên siyasî yên kurd dest bi xebatên siyasî kir. Di sala 2005’an de vegeriya Lîzê. Di sala 2009’an de bû Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Bajarokê Lîzê. Di 16’ê çileya 2012’an de hat binçavkirin û piştî 3 rojan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Mûşê. Di 6’ê hezîrana 2012’an de di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Bi beşdariyek zêde ya gel cenazeyê wî li Goristana Lîzê hat veşartin. Kaya zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.
 
MA / Cemîl Ugur

Sernavên din

08/11/2019
13:52 HAK-PAR’ê banga ‘peymana yekîtiya neteweyî ya kurd’ kir
13:45 Rojnameger Akyol bi xwînerên xwe re tê gel hev
13:45 7 hezar tl ceza li Rojnameger Adnan Bilen birîn
13:27 Li xebatkarê Azadiya Welat 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
13:12 Li Stenbolê yek jê zarok 15 kes hatin binçavkirin
13:03 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wê Tirkiye çi bi vê 100 hezar makîneya sûc bike?
12:41 Ji bo Dayika Aştiyê ku polisan wê bi erdê ve kaş kiribûn daxwaza 10 sal ceza
12:30 Malbat Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Li Denîzlî traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî
11:43 Xelkê bi keviran dewriya Tirkiyê û Rûsya şermezar kirin
11:42 Li Şênê operasyona leşkerî ya hêzên teybet dest pê kir
11:07 Serokê Înîsiyatîfa Maf: Koçer: Qeyûm demokrasiyê binpê dike
10:38 Li Enqereyê 9 jinên hatine binçavkirin dê derxin dadgehê
10:36 Miduriyeta Polisan a Amedê ji bo rawestandina pêşiya HDP'ê pere teklîfî wan kir
10:36 DYA’yê ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da: Sûce şer û paqijiya nijadî kirin
10:18 Polîsan rêveberên HDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê binçavkirin
10:09 Sayiştayê derbarê 31 qeyûman de serlêdana sûc kiriye
10:06 Dr. Dundar: Koçberî tenduristiya mirovan xera dike
09:59 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
09:55 Nivîskar û dîroknasa Kurd Leylan: Divê em yekîtiya Medya zîndî bikin
09:27 Ceza li kesên beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn birîn
09:22 Yegen: Tirkiye li gor siyaseta 'bila kurd tiştekî jî bi dest nexin' tev digere
09:19 Îtiraza ji bo doza Ayvalitaş: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
09:14 Nivîskarên kurd: Bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin
09:12 'Ji bo daxwazên kedkaran em ê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin'
09:07 Çapa ewil a pirtûka 'Alîkariya Destpêkê' qediya
09:06 Bi hatina zivistanê re sekn ji colemêrgiyan re tuneye
09:05 Kîloya penêrê bi sîrik bû 45 TL ye
09:04 Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî 28 roj in di destê SMO’yê de ye
09:04 'Heta kurd nebin yek wê herin yek bi yek'
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:11 Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin
07/11/2019
16:27 Karkerên ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyan hatin astengkirin
15:53 Salek şûnde pirsnameya HDP’ê bersivandin: Pirsgirêka Akkuyu tune
15:50 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Em ê bêdeng nemîn in û li ber xwe bidin
15:44 10 meh ceza dan rojnameger Sonmez
15:20 Ji ber Rojava cezayê hucreyê dan 54 girtiyan
14:59 TEV-DEM: ‘Tirkiye bi çekên NATO’yê êrîşî gelê kurd dike’
14:58 Macran NATO rexne kir: Mirina mejî pêk tê
14:57 TMSF'ê daxwaza karkeran qebûl kir
14:27 Karkerê 41 salî Altintaş, bû qurbanê kar
14:22 Banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kirin
14:21 TJA: Medya hewzê têkoşîna jinan hedef digire
13:42 HDP'ê li Rihayê dest bi amadekariyên kongreyê kir
13:37 SYKP’ê wê konferansa ‘Ekolojiya Polîtîk’ lidar bixe
13:21 Tirkiye êrîş dike Rûsya û DYA temaşe dike
12:58 Li Girtîgeha Denîzliyê 41 pirtûk hatin qedexekirin
12:58 Kesekê li Edliya Çaglayanê întîxar kir
12:57 Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Darên zeytûnên Efrînê weke êzing tên firotan
12:52 Meclîsa Jinan a Enqereyê: Endamên me li midûriyeta polîsan rastî tundiyê tên
12:39 ‘Enqere Interpolê ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne’
12:17 Hevjîna Bexdadî di 2018’an de li Hatayê hatibû girtin
12:16 HDP'ê şerh danî ser pêşnûmeqanûna nû ya bacê
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 Polîsan HDP'î jî di nav de 12 kes li Elkê binçav kirin
11:05 101 sal berê îro: Kovara JÎN derket
10:37 Zewaca di temenê biçûk de û tundiya 32 salan
10:11 Arslan: Em bi rihê yekîtiya neteweyî diçin kongreyê
10:07 Li ser îfadeya 2 kesan 15 sal ceza ji Hevşaredara Karazê dixwazin
10:04 Tûran: Biryarên li dijî partiya me biryarên hiqûqî yên şerin
09:13 'Kuştina bijîşk Seng, sûcekî navneteweyî ye'
09:12 ‘Tirk, li hemberî kurdan bi nefretê hatine tijekirin'
09:12 ‘Ji bo em ji gund derkevin rê girtin'
09:11 Banga şîrbirayê Mesûd Barzanî ya ji bo 'yekîtiya neteweyî'
09:10 23 sal in Reşikan çê dike
09:10 Karkerên înşaatê: Heta em heqê xwe nestînin em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2019'AN
06/11/2019
17:46 QSD: Me 27 çete kuştin, tangek û erebeyeke eskerî îmha kir
16:45 Erdogan: Me hevjîna Bagdadî girt
16:27 Egîtîm Sen: Divê YOK bê rakirin
15:45 Karkerên madenê yên Somayê çalakiya xwe bi dawî kirin
15:38 Leyla Guven: Çareserî li Îmraliyê ye divê deriyê Îmraliyê vebe
14:28 Tirkiye ji bo rêya M4 kontrol bike êriş dike
14:23 TGS: Derxistina 45 endamên me ya ji kar, êrîşa mafê sendîkayî ye
14:00 Li Qoserê şermezarkirina qeyûm: Karmendê hatiye tayînkirin ne meşrû ye
13:45 Îttîrazê tehliyeya Altan û Ilicak kirin
13:29 'Butçeya 2020'an butçeya şîrketa Erdogan e'
13:05 Di danişîna rojnameger Parlak de şahidên nepen hatin derewandin
12:59 Hevserokên HDP'a Stenbolê: Em ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin
12:50 Komîsyona Lêkolîna Meclîsa: Li Girtîgeha Sîlîvrî du caran kelepçe dikin
12:12 ‘Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne’
11:44 Lêkolina Qadê: Hilbijêrên HDP'ê dê di hilbijartinek din de deng nedin CHP’ê
11:34 Malbatên li ber HDP'ê bi hev ketin: Akkoyûn a ku dest bi çalakiyê kiribû hat dûrxistin
11:19 TMMOB'a Amedê hûrguliyên bajarên hatin hilweşandin kiriye rapor
10:26 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin
10:26 Taşçier: Yekitiya neteweyî dê rê li pêş komkujiyê bigire
10:17 HDP'ê nûçeyên 'derabe girt' derewand: Xebatên me li kuçeyan didomin
10:14 Li Enqere û Mersînê 6 jin hatin binçavkirin
09:39 Dayika Aştiyê ya 65 salî: Li min dan û heqareta giran kirin
09:39 'Em ne li şaredariyê ne, lê em di nav gel de ne'
09:38 Sonmez: Wê gel bi pêşnûmaya bacê ya nû hîn bêtir xizan bibe
09:37 Hevseroka MEBYA-DER'ê ya polîsan gef lê xwar serî li ÎHD'ê da
09:37 Îcraatên qeyûmên Qoserê: Derbarê kurdan de çi hebû guherandin
09:36 60 sal in aşvaniyê dike
09:34 Estûkyan: 'Peymana Tirkîtiyê' di dewrê de ye
09:34 Ji bo bi hezaran delîlan xwe li nedîtinê danîn, 'Zarokên baş' ber bi beraatê ve diçin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2019'AN
05/11/2019
20:22 Serokê RTUK'ê îstîfa kir
19:43 Balafirên TSK'ê piştî Xanesorê, Barê bombebaran kirin
18:07 Welatiyê wesayît lê qelibî giran birîndar bû