‘Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne’ 2019-11-06 12:12:23 MÛŞ – Birayê Aydin Kaya yê ji ber ku kurdî li ser gora wî hatibû nivîsandin û ji aliyê ekseran ve hat xerakirin Huseyîn Kaya got: “Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne.” Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bajarokê Lîzê ya navçeya Kopa Mûşê Aydin Kaya di 6’ê Hezîrana 2012’an de li Girtîgeha Mûşê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Li ser kêlika gora Kaya nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin. Li ser daxwaza dozgeriyê di 29’ê cotmehê de esker çûn goristanê û kêlika gora Kaya şikandin û li gel xwe biribûn.    ‘ZILMÊ QEBÛL NEDIKIR’    Birayê Kaya, Huseyîn Kaya bertek nîşanî vê sepanê da û diyar kir ku ji mirina birayê wî dewlet berpirsiyar e û dema birayê wî di çileya 2012’an de tê binçavkirin di nezaretxaneyê de nexweş dikeve.    Huseyîn Kaya wiha got: “Birayê min kesayetek ji aliyê xelkê Lîzê ve dihat hezkirin û têkiliya wî bi gel re baş bû. Di 2009’an de bû Serokê BDP’a Bajarokê Lîzê. Her tim li dijî neheqiyê serî radikin û qebûl nedikir. Neheqiyek herî biçûk jî qebûl nedikir. Aydin siyasetê dikir û di 16’ê çileya 2012’an de bi awayek bêhiqûqî hat girtin. Aydin 3 rojan li qereqolê ragirtin. Aydin mehek beriya girtina xwe kevirê ji gurçika xwe derxistibû. Li qereqolê ji ber sermaye nexweş ketibû. Pişt re wî derxistin dadgehê û ew girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Di 6’ê hezîrana 2012’an de li hefsê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ji ber li hefsê tedawiya pêwîst li birayê min nehat kirin jiyan xwe ji dest da. Lê ji ber ku serlêdana me sûcdar nehat dîtin serlêdana me di asta lêpirsînê de qedandin.”    'NIHA KÊLIKA GORA WÎ NÎNE’    Kaya anî ziman ku niha gora birayê wî bê kêlik e û wiha got: “Heta hurmeta wan ji gorên me re jî nîne. Bi şikandina kêlika gorê hûnê negihîjin tu mexseda xwe. Jixwe bi awayek dij hiqûq ji ber zilma we mir, niha jî radibin kêlika gora wî dişkînin û dibin. Tiştek ji destê min nayê. Tenê ez bi edaleta Xwedê bawer im.”    ‘EV ÊRÎŞEK LI DIJÎ NASNAMEYA KURDÎ YE’    Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî destnîşan kir ku esker li ser fermana dozgeriyê çûne kêlika gorê şikandine û got: “Lêpirsîna ji bo mirina Kaya hatibû destpêkirin bi biryara neşopindinê bi encam bû. Min mirina Kaya û êrişa li dijî gora wî veguhezand Meclîsê.”  Işik welatiyên kurd ên ji ber bi kurdî diaxivin êrişî wan tê kirin û tên kuştin û heqaret û astengiyên li dijî kurdî bi bîr xist û got: “Ev êrişek li dijî bêtehamuliya zimanê kurdî ye. Îktîdar civakê bi pêla nijadperest-şovenîzmê aşî dike û di encama vê yekê de li dijî nasname û hebûna kurd êriş pêk tên. Şikandina kêlika bi nivîsa kurdî, êrişên îro li dijî Rojava û şaredariyên me pêk tên heman armanc in.”    Işik got wî têkildarî şikandina kêlika gorê pêşniyazpirs daye Meclîsê û dê vê pêşniyazpirsê bişopîne.    AYDIN KAYA KÎ YE?    Aydin Kaya di sala 1981’an de li Bajarokê Lîzê hat dinê. Di sala 1995’an de li beşa Elektrîk û Elektronîk a Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê xwend. Di salên xwe yên ciwaniyê de di nav xebatên baskên ciwanan de cih girt. Pişt re çû Stenbolê û ji xwe re li wir kargehek vekir. Kaya li partiyên siyasî yên kurd dest bi xebatên siyasî kir. Di sala 2005’an de vegeriya Lîzê. Di sala 2009’an de bû Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Bajarokê Lîzê. Di 16’ê çileya 2012’an de hat binçavkirin û piştî 3 rojan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Mûşê. Di 6’ê hezîrana 2012’an de di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Bi beşdariyek zêde ya gel cenazeyê wî li Goristana Lîzê hat veşartin. Kaya zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.   MA / Cemîl Ugur