ÊLIH- Encamên pêşbaziya wêneya a bi navê "Bi çavên zarokan aştî" ku Şaxa Egîtîm Sen a Wanê li ser navê Muhammed Veysel Atilgan ê di Komkujiya Gar Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li dar xistibû hatin daxuyandin.
Di pêşbaziya wêneyan de, di şaxê dibistana seretayî de Îklîm Bensû Bengul bû yekemîn, Lîzge Geçer bû duyemîn û Berçem Taşar jî bû sêyemîn. Her wiha di şaxê dibistana navîn de jî Ferhat Înal bû yekemîn, Ûmût Kizil bû duyemîn û Elîf Yurek û Mekeknûr Keskîn jî bûn sêyemîn.