Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e

  • rojane
  • 10:58 5 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hiqûqnas Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji sûcên hêzên paramîlîter li Rojava dikin Tirkiye berpirsiyar e û welatiyên li herêmê mexdûr bûne dikarin li dijî Tirkiyê serî li DMME’yê bidin. 

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hiqûqnas Ozturk Turkdogan hebûna hêzên eskerî yên Tirkiyê ya li Sûriyê û cihê operasyonên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî hem di hiqûqa navxweyî de û hem jî di hiqûqa navnetewî de çi ye nirxand. 
 
Turkdogan got hikumet bênavber dibêje “operasyona terorê” pêk tîne û vê operasyona bi dengdayîna AKP, MHP û CHP’ê ku pêk hat nayê ravekirin. 
 
‘HEKE HIQÛQA NAVNETEWÎ GUNCAV BIBÎNE DIKARIN TEZKEREYÊ DERXIN’ 
 
Turkdogan da zanîn ku xala 92’yemîn a Destûra Bingehîn ku behsa tezkere an jî operasyona navbera milet û dewlatan dike pir eşkere ye û got: “Li gorî ku hiqûqa navdewletî rewa dibîne, Tirkiye tenê dikare biryara tezkereye bigire. Nikare bêyî hikumetên Sûrî û Iraqê biçe wan welatiyan û destwerdanê pêk bîne. Yanî heke Şam û Baxdat we vexwînin hûn dikarin biçin wir.” 
 
‘LI GORÎ PEYMANA NY’YÊ DIVÊ ÊRIŞÊN CIDÎ LI DIJÎ TIRKIYÊ HEBIN’ 
 
Turkdogan anî ziman ku ji bo operasyon di çarçoveya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) were nirxandin divê li dijî Tirkiyê êrîşên cidî hebûna an jî pêk bihatana. 
Turkdogan got: “Van êrişan dibû ku rêveberiya Şamê jî û rêxistinên cîhadî yên li wir bikirina. An jî komên kurd ku Tirkiye li dijî xwe dibîne dikaribûn van êrişan bikin. Lê dema mirov li gavên şênber dinêre, ji roja şerê navxweyî yê Tirkiyê dest pê kiriye û heta niha yanî di warê xala 51’emîn ya NY de pozîsyona parastina rewa ya Tirkiyê bixe zorê û li dijî vê mafê xwe parastinê pêk bîne êrişek nîne.”
 
‘ÊRIŞ DIDOMIN’ 
 
Turkdogan da zanîn ku berevajî vê yekê Tirkiye ewil di tebaxa 2016an de êrişî ser Cerablûsê kir û got: “Piştî Cerablûsê, Tirkiye di meha çileya 2018’an de li dijî Efrînê deswerdana eskerî da destpêkirin. Herî dawî jî di 9’ê Cotmeha 2019an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî destwerdana eskerî da destpêkirin. Piştî operasyon hat destpêkirin û gelek dever hatin wêrankirin jî êriş pêk tên û didomin. Ji ber vê yekê xala 51’emîn a NY’yê derxin pêş ne rastî ye.” 
 
Turkdogan got şertên NY’yê mafê mudaxelekirina li dijî dewletek bi qasî te ne hêzdar be nas nake. 
 
‘BIRYARÊN KENY’YÊ NE GUNCAV IN’ 
 
Di xala 2’yemîn a biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ku di 24’ê sibata 2018’an de girtiye dibêje “Operasyonên li dijî DAIŞ, El Kaîde, El Nusra û rêxistinên din operasyona eskerî rewa ye.” Turkdogan têkildarî biryara KENY’ê wiha got: “Herî dawî di 9’ê Cotmehê destwerdana li dijî Rojava pêk hat, koalîsyona navdewletî destek nedayê. Berevajî vê yekê hêzên navdewletî li dijî operasyona Tirkiyê derketin. Ji ber vê yekê li vir di biryara konseya ewlehiyê de tu tişek guncav jî nîne.” 
 
‘PEYMANA EDENEYÊ NE DERBASDAR E’ 
 
Turkdogan bal kişand ser Peymana Edeneyê ya ku di vê demê de hat rojevê û wiha got: “Di navbera Tirkiyê û Sûriyê de di sala 1999’an de Peymana Edeneyê hat îmzekirin. Ji bo Peyman bikeve meriyetê divê rêveberiya Şamê destûr bide. Ji bilî wê jî ancak heke Şam destûrê bide jî di hundirê sînorê Sûriyê de herî zêde dikare 5 kîlometre biçe û şopa germ bike û vegere. Lê niha li gelek deverên axa Sûriyê eskerên Tirkiyê hene. Dema em div î warî de lê dinêrin, tezkereya li Meclîsê ji bo vê operasyonê hatiye erêkirin ne rasteqîn e. Her wiha ne li gorî hiqûqa navnetewiye jî. Çimkî rêxistinên kurdan PYD û komên girêdayî PYD’ê heta niha ji aliyê hiqûq û hêzên navdewletî ve wek ‘terorê’ nehatine pênasekirin û wan wisa nabîne.” 
 
‘JI SÛCÊN TÊN KIRIN TIRKIYE BERPIRSIYAR E’ 
 
Turkdogan destnîşan kir ku raste rast ji sûc û kirinên grûpên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê de li ser axa Sûriyê pêk tînin Tirkiye berpirsiyar e û got: “Heke grûpên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyê de li derveyî axa welat sûc bikin hem ji aliyê hiqûqa navnxweyî ve hem jî di warê hiqûqa nanetewî de jixwe hûn berpirsyar in. Heke niha nebe jî lê dê di siberojê de Tirkiye li pêşberî darazê hesab bide.” 
 
Turkdogan got niha Tirkiye li Sûriyê serweriyek fîlî bikar tîne û bloka îktîdara fîlî niha şerekî birêve dibe. 
 
Turkdogan da zanîn ku ji bo van sûcên şer ên li Sûriyê tên kirin jî Peymana Cenevre dikeve dewrê û di çarçoveya vê peymanê de hesab dikare were pirsîn. 
 
XELKÊ ROJAVA DIKARIN SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN 
 
Turkdogan diyar kir ku xelkê li Efrîn, Cerablûsê, El Babê û niha jî li bajarên din ên Bakurê Sûriyê mexdûr bûne dikarin li dijî kirinên Tirkiyê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. 
 
‘HER ROJ KOMKUJIYÊN MÎNA ROBOSKÎ PÊK TÊN’ 
 
Turkdogan anî ziman ku di çarçoveya vê operasyonê cihên sivîlan tên bombebarankirin û got: “Bombebarana niha bombebarana li Roboskî tîne bîra mirov. Her roj komkujiyên dişibin mîna Roboskî pêk tên.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

05/11/2019
17:51 Gelê Dirbesiyê şervanên QSD'ê bi girseyi oxir kirin
16:27 Gelê Kobanê bi keviran êrîşî dewriya Tirkiyeyê û Rûsya kirin
15:50 ‘Girtina hevşaredarê me ne hiqûqî, siyasî ye’
15:36 Endamê Meclîsa Şaredariya Hênê hat girtin
15:34 DÎSK: Ji sedî 75'ê bacê em didin dewletê
15:24 Ji bo rawestandina hinardeya çekan a Tirkiyeyê îmze berhev kirin
15:16 Qoseriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Em ê di sindoqan de bersivê bidin
14:58 Ji Erdogan peyama 'Dê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin'
13:52 Li Qoserê berteka li dijî polisan: Ev bajar bajarê me ye
13:51 Bariş: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrişên DAIŞ’ê ye
13:42 Bûldan: HDP hêviya azadî û edaletê ye
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:39 Zarok dît, lê tundî ne dît
12:33 Banka Cîhanê: Dê aboriya Tirkiyê di 2020’an mezin nebe
11:46 'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin
11:15 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
10:58 Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e
10:41 Xwendekar: Bi YOK'ê dest bi yek tîpê û bi 15'ê Tîrmehê dest bi tasfiyeyê kirin
10:40 'Divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin'
09:23 Doza Şemzînanê-1
Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin
09:20 Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye
09:19 'Sirf ji bo pêşî li rexneyên DMME'yê bên girtin pakêtên darazê tên çêkirin'
09:18 Dewlet li şûna komirê keviran belav dike
09:18 Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket
09:17 Girtiyê nexweş ê parçeyên şarapnelê di canê wî de ne nayê tedawîkirin
09:16 Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran
09:15 Li Kêrîserê jin bi hevre amadekariya zivistanê dikin
09:15 Sedema israra ji bo santrala nukleerê: Kar û rant
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
04/11/2019
16:52 Odeya Bijîjkan a Rihayê: Jiyana hempîşeyên me yên li Grê Spî di talûkeyê de ye
16:33 Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê vekir
16:14 Xwendekaran xwestin Cem Tekînoglû ji peywirê bê girtin
16:14 Oluç: Îktidar bi hişmendiya darbeyê nagêjin meqseda xwe
16:03 Qeyûm nehişt endamên Meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
15:34 Pero Dundar: Kobanê neket dê Qoser jî nekeve
15:33 Ji ÎHD’ê rapora qeyûman: Baweriya xelkê ya ji bo hilbijartinê qedandin
15:31 Dozger xwest siyasetmedarên jin bên girtin
15:06 'Em bibin kevir û bikevin ber diranên çerxê’
15:03 Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî Xanesora Şengalê kirin
14:29 Ji bo qeyûm dosyaya 2014’an zindî kirin
14:24 Daneşîna doza 22 kesan ji bo aşkerakirina biryarê taloq bû
14:23 ‘Yên behsa îradeya netewî dikin, qeyûm tayînî îradeya gel dikin’
13:53 Rêveberiya Xweser: Em guhertina demografiyê bi tundî red dikin
13:40 Di teqîna li Reyhaniyê de 2 welatî birîndar bûn
13:25 Qeyûm bi qulûbeyên xwe yên 'ewlehiyê' vegeriya
13:20 DYB: Komên Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşa konvaya leşkerên me kirin
12:54 Polîsê 2 kilo hişbir li ser hat girtin hat berdan
12:37 Soylû: Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan
12:01 Cezayê hucreyê li hûnermend Benlî yê ji Doza Nisêbînê girtiye birîn
11:56 ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar
11:55 Qeyûmê Erdîşê ewil ‘Pirtûkbês’ê kir armanca xwe
11:45 Li Rezanê qeza: 5 kes birîndar bûn
11:32 Li Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan dest pê dike
11:23 14 jinên siyasetmedar derxistin dadgehê
11:15 Piştî gotina Erdogan a 7'ê Cotmeha 2018'an qeyûmê 15'emîn tayîn kirin
11:07 Li Erxeniyê mirineke bi guman a jinekê
10:36 Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket
09:07 Xweşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye
09:07 Komeleyên herêmî: Tayînkirina qeyûman parçeyek ji konsepta şer e
09:07 Temellî: HDP rih û evîn e, kes nikare wê asteng bike
09:07 Li Girtîgeha Sîncanê qedexeyek nû: Di wêne de herî zêde dê 3 kes hebin
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê nameyên kurdî nadin girtiyan
09:07 Zarok bi rûkeniya xwe berrûyan difiroşin
09:07 Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû
09:07 Qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê kirin
09:01 ‘Cenaze nedihat nasîn’
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2019'AN
03/11/2019
20:53 Li Bismilê zilamekî jinek kuşt
20:33 Li Mûşê her cûre çalakî hatin qedexekirin
19:13 Demîrtaş: Hiqûq û edalet tune ye lê hevrêtî heye
19:00 Zeydan: Dadger û dozger ji bo berjwendiyên AKP'ê darazê binpê dikin
18:35 ‘Li girtîgehan 500 heb berhemên nivîskarên jin hatine windakirin'
16:34 Tirkiyê bijîşkan kir armanc: Bijîşkek hat kuştin û yek birîndar bû
16:06 Mizrakli: Em kesên îsyankar in
15:47 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Stenbolê Bûlût û Avcî hatin hilbijartin
15:44 'Em dest ji tekoşîna xwe ya jinan bernadin'
15:06 Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
14:35 Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune
Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe
14:21 Li Tûşbayê endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê dûr kirin
13:40 Ji darbeya 4’ê Mijdarê heta îro: Encama wê giran bû
13:20 Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir
13:08 Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan qedera kurdan biguherîn in
12:33 Tirkiye xizmetkarên tenduristiyê dike hedef û peymana Cenevre binpê dike
12:15 Ciwanan ji bo Rojava çalakiya bi pankart li dar xistin
12:10 Foza Yûsif: Çawa Sadam û Bagdadî têk çû Erdogan jî dê têk biçe
12:09 Li Amedê du kes hatin binçavkirin
11:31 Li Licê piştî bombardomanê pevçûn derket
11:08 Siyasetmedarên jin ên dibin çavan de wê sibê derxin edliyeyê
09:19 Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê
09:16 Bi kilamên xwe nahêle Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin
09:15 Di Pakêta Darazê ya 2'yemîn de nafaka: Jin tên hepskirin
09:13 Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike
09:11 Dinya sar bû, eleqeya ji bo etar û bêhnfiroşan jî zêde bû
09:10 Li vî bajarê mezin tenê ew sefariyê dike
09:08 'Heta Kurd li Rojhilata Navîn kêfxweş nebin tu kes kêfxweş nabin'
09:07 Qeymeqamtiyê ji bo biryara derbarê bêdestanê de got, biryarek 'bîrdozî' ye
09:05 Destvala vedigerin malê
09:03 Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2019'AN
02/11/2019
20:17 Balî: Tirkiye bi vê êrîşê dixwaze mirov axa xwe vala bikin