Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e 2019-11-05 10:58:56 ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hiqûqnas Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji sûcên hêzên paramîlîter li Rojava dikin Tirkiye berpirsiyar e û welatiyên li herêmê mexdûr bûne dikarin li dijî Tirkiyê serî li DMME’yê bidin.  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hiqûqnas Ozturk Turkdogan hebûna hêzên eskerî yên Tirkiyê ya li Sûriyê û cihê operasyonên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî hem di hiqûqa navxweyî de û hem jî di hiqûqa navnetewî de çi ye nirxand.    Turkdogan got hikumet bênavber dibêje “operasyona terorê” pêk tîne û vê operasyona bi dengdayîna AKP, MHP û CHP’ê ku pêk hat nayê ravekirin.    ‘HEKE HIQÛQA NAVNETEWÎ GUNCAV BIBÎNE DIKARIN TEZKEREYÊ DERXIN’    Turkdogan da zanîn ku xala 92’yemîn a Destûra Bingehîn ku behsa tezkere an jî operasyona navbera milet û dewlatan dike pir eşkere ye û got: “Li gorî ku hiqûqa navdewletî rewa dibîne, Tirkiye tenê dikare biryara tezkereye bigire. Nikare bêyî hikumetên Sûrî û Iraqê biçe wan welatiyan û destwerdanê pêk bîne. Yanî heke Şam û Baxdat we vexwînin hûn dikarin biçin wir.”    ‘LI GORÎ PEYMANA NY’YÊ DIVÊ ÊRIŞÊN CIDÎ LI DIJÎ TIRKIYÊ HEBIN’    Turkdogan anî ziman ku ji bo operasyon di çarçoveya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) were nirxandin divê li dijî Tirkiyê êrîşên cidî hebûna an jî pêk bihatana.  Turkdogan got: “Van êrişan dibû ku rêveberiya Şamê jî û rêxistinên cîhadî yên li wir bikirina. An jî komên kurd ku Tirkiye li dijî xwe dibîne dikaribûn van êrişan bikin. Lê dema mirov li gavên şênber dinêre, ji roja şerê navxweyî yê Tirkiyê dest pê kiriye û heta niha yanî di warê xala 51’emîn ya NY de pozîsyona parastina rewa ya Tirkiyê bixe zorê û li dijî vê mafê xwe parastinê pêk bîne êrişek nîne.”   ‘ÊRIŞ DIDOMIN’    Turkdogan da zanîn ku berevajî vê yekê Tirkiye ewil di tebaxa 2016an de êrişî ser Cerablûsê kir û got: “Piştî Cerablûsê, Tirkiye di meha çileya 2018’an de li dijî Efrînê deswerdana eskerî da destpêkirin. Herî dawî jî di 9’ê Cotmeha 2019an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî destwerdana eskerî da destpêkirin. Piştî operasyon hat destpêkirin û gelek dever hatin wêrankirin jî êriş pêk tên û didomin. Ji ber vê yekê xala 51’emîn a NY’yê derxin pêş ne rastî ye.”    Turkdogan got şertên NY’yê mafê mudaxelekirina li dijî dewletek bi qasî te ne hêzdar be nas nake.    ‘BIRYARÊN KENY’YÊ NE GUNCAV IN’    Di xala 2’yemîn a biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ku di 24’ê sibata 2018’an de girtiye dibêje “Operasyonên li dijî DAIŞ, El Kaîde, El Nusra û rêxistinên din operasyona eskerî rewa ye.” Turkdogan têkildarî biryara KENY’ê wiha got: “Herî dawî di 9’ê Cotmehê destwerdana li dijî Rojava pêk hat, koalîsyona navdewletî destek nedayê. Berevajî vê yekê hêzên navdewletî li dijî operasyona Tirkiyê derketin. Ji ber vê yekê li vir di biryara konseya ewlehiyê de tu tişek guncav jî nîne.”    ‘PEYMANA EDENEYÊ NE DERBASDAR E’    Turkdogan bal kişand ser Peymana Edeneyê ya ku di vê demê de hat rojevê û wiha got: “Di navbera Tirkiyê û Sûriyê de di sala 1999’an de Peymana Edeneyê hat îmzekirin. Ji bo Peyman bikeve meriyetê divê rêveberiya Şamê destûr bide. Ji bilî wê jî ancak heke Şam destûrê bide jî di hundirê sînorê Sûriyê de herî zêde dikare 5 kîlometre biçe û şopa germ bike û vegere. Lê niha li gelek deverên axa Sûriyê eskerên Tirkiyê hene. Dema em div î warî de lê dinêrin, tezkereya li Meclîsê ji bo vê operasyonê hatiye erêkirin ne rasteqîn e. Her wiha ne li gorî hiqûqa navnetewiye jî. Çimkî rêxistinên kurdan PYD û komên girêdayî PYD’ê heta niha ji aliyê hiqûq û hêzên navdewletî ve wek ‘terorê’ nehatine pênasekirin û wan wisa nabîne.”    ‘JI SÛCÊN TÊN KIRIN TIRKIYE BERPIRSIYAR E’    Turkdogan destnîşan kir ku raste rast ji sûc û kirinên grûpên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê de li ser axa Sûriyê pêk tînin Tirkiye berpirsiyar e û got: “Heke grûpên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyê de li derveyî axa welat sûc bikin hem ji aliyê hiqûqa navnxweyî ve hem jî di warê hiqûqa nanetewî de jixwe hûn berpirsyar in. Heke niha nebe jî lê dê di siberojê de Tirkiye li pêşberî darazê hesab bide.”    Turkdogan got niha Tirkiye li Sûriyê serweriyek fîlî bikar tîne û bloka îktîdara fîlî niha şerekî birêve dibe.    Turkdogan da zanîn ku ji bo van sûcên şer ên li Sûriyê tên kirin jî Peymana Cenevre dikeve dewrê û di çarçoveya vê peymanê de hesab dikare were pirsîn.    XELKÊ ROJAVA DIKARIN SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN    Turkdogan diyar kir ku xelkê li Efrîn, Cerablûsê, El Babê û niha jî li bajarên din ên Bakurê Sûriyê mexdûr bûne dikarin li dijî kirinên Tirkiyê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    ‘HER ROJ KOMKUJIYÊN MÎNA ROBOSKÎ PÊK TÊN’    Turkdogan anî ziman ku di çarçoveya vê operasyonê cihên sivîlan tên bombebarankirin û got: “Bombebarana niha bombebarana li Roboskî tîne bîra mirov. Her roj komkujiyên dişibin mîna Roboskî pêk tên.”    MA / Bêrîvan Altan