Doza Şemzînanê-1
Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin

  • rojane
  • 09:23 5 Mijdar 2019
  • |
img

WAN - Di ser bombekirina "Ûmût Kîtapeviyê" re 14 sal derbas bûn. Di dîroka Tirkiyeyê de, dewleta kûr cara ewil ji aliyê gel ve di ser sûc de hatibû girtin. Doza Şemzînanê ku ji bo "çareserkirina têkiliyên kûr" wekî tûrnûsolê ye, wekî gelek bûyerên kiryar nediyar di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat hiştin û windakirin. 

Di 9'ê Mijdara 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê Ûmût Kîtapevî hatibû bombekirin. Li Tirkiyeyê cara ewil di vê bûyerê de "dewleta kûr" ji aliyê gel ve li ser sûc hatibû zevtkirin. Lê belê her çend 14 sal di ser bûyerê re derbas bûbûn jî, dosyeya ji bo "çareserkirina têkiliyên kûr" wekî tûrnûsolê ye, wekî gelek bûyerên kiryar nediyar di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat hiştin. 
 
Bombekirina Ûmût Kîtapeviyê, li Colemêrg û navçeyên wê xeleka dawî ya teqînan bû ku di 4 mehan dawî de pêk hatibûn. Nexasim jî di navbera 1'ê Çileyê û 9'ê Mijdara 2005'an de piranî jê li Şemzînanê 22 çalakiyên bombeyî pêk hatibûn. Di 5'ê Tebaxa 2005'an de li ber Garnîzona Eskerî ya Şemzînanê bombeyek teqiya û di wê teqînê de 5 leşker miribûn. Di 1'ê Îlona 2005'an de li Mîtînga 1'ê Îlonê di wesayîtekê de bombeyek teqiya û xesareke mezin a maddî çê bûbû. Beriya teqîna li Şemzînanê bi hefteyekê di wesayîteke ku di navbera Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê û garnîzona eskerî de bombeyek teqiya bû û di vê teqînê de 6 esker, 3 polîs û 16 sivîl birîndar bûbûn. Di van teqînên li ser hev du pêk dihatin tiliya "Turk Întîkam Tûgayi" (Tûgaya Tolhildanê ya Tirk) hebû ku ev tûgay di Tîrmeha 2005'an de li Geverê danezanên gefxwariyî belav kiribûn. Di vî 4 mehî de bûyera dawî li Ûmût Kîtapeviyê pêk hatibû. Pirtûkxane hatibû bombekirin. 
 
BERIYA 1'Ê MIJDARÊ BI ROJEKÊ 
 
Berî Ûmût Kîtapevî bê bombekirin bi rojekê yanî di 8'ê Mijdarê de, 3 kes bi wesayîteke plakaya wê 30 AK 933 hatibûn Şemzînanê. Kesên di vê wesayîtê de li navenda navçeyê daketibûn û gelek caran di ber Pasaja Ozîpekê re derbas bûbûn, bala gel kişandibûn. Ji xwe piştî teqînê şahidan gotibû, di 8'ê Mijdarê de wan ev kesên xerîb dîtibûn. Di sibeha 9'ê Mijdarê de heman wesayît dîsa tê navenda navçeyê û li ber avahiya AKP'ê disekine. Li gor îfadeyên hatin dayîn wê plansazî ev bûna: Wê têketana hundirê pasajê, wê bombe bihatana avêtin û wê bi wesayîta li derve ji herêmê bireviyana. Lê belê di plansaziyê de tiştekî ku hesan nekiribûn hebû: Gel! 
 
9'Ê MIJDARÊ...
 
Di 9'ê Mijdarê de Seferî Yilmaz û esnafên Pasaja Ozîpekê wekî her carê wê rojê jî ji bo navrojê bi hev re rûdinên. Gava Seferî Yilmaz û hevalên xwe li ser sifreyê rûdinên bombe tê avêtin. Gava Seferî Yilmaz, diqîre û dibêje "bombe" esnaf jî baz didin derve û di wê kêliyê de bombe li ber Ûmût Kîtapeviyê diteqe. Paşê bombeya duyemîn davêjin hundirê pasajê. Di bûyerê de xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz bi saxî difilite, lê belê Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dide. Welatiyê bi navê Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bûbû. 
 
Piştî vê pevçûn û bazdanê, gava ev kes ber bi wesayîta xwe ve baz didin gel pêşiya wesayîtê digire û her sê kesan zevt dike. Her sê kesên hatibûn zevtkirin, ew kes bûn ku gel berê ew dîtibûn. Piştî gel dest danîbû ser wesayîtê û nasnameyê wan kesan, derketibû holê ku dudo jê elemanê Teşkîlata Îstixbarata Cendirmeyan (JÎT) bûne; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş. Li ser van her sê kesan nasnameyên leşkerî, di wesayîtên wan de krokî û çek hatibûn dîtin. Wesayîta Renaûlt a bi plakeya 30 AK 933 ya Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bûye û di bagaja wê de 3 keleşnîkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyan, êlegên esker û polîsan bûye. Piştî bûyer hatibû bihîstin bi hezaran şemîznanî daketibûn kuçeya û li têketin û derketina navçeyê barîkat danîbûn û rê girtibûn. 
 
SERHILDAN
 
Piştî demeke kurt Qeymeqamê Navçeyê û Midûrê Emniyeta Navçeyê hatibûn cihê bûyerê û xwestibûn bi gel re biaxivin, lê belê bûyer zêdetir gur bûbû. Piştî her sê kesên hatibûn zevtkirin ji dêvla emniyetê dibin qereqola cendirmeyan, bûyer gurtir bûbû. Gel ber bi qeymeqamtiyê û saziyên cemaweriyê ve meşiyabû û xwestibû kesên hatine zevtkirin teslîmî emniyetê bên kirin. Piştî soz hatibû dayîn ku dê wan bibin emniyetê, vê carê hatibû xwestin Serdozgeriya Komarê li ber çavên gel lêkolînê bike. Dozger di heman rojê de hatibû cihê bûyerê û gava dest bi lêkolînan kiribû li jora cihê bûyerê careke din dengê çekan hatibû. Gava çawîşê pispor Tanjû Çavûş xwestibû derkeve derveyî navçeyê gel wî rawestandibû û piştî ev yek hatibû bihîstîn çawîşê navbirî gel guleberan kiribû. Di vê bûyerê de 6 kes birîndar bûbûn. Ji kesên birîndar Alî Yilmaz, di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ev jî tê bihsîtin careke din bûyer gur dibin. Hema bêje hemû kuçe û kolanên navçeyê vediguherin qada şer. Gel, li hemû têketin û derketinên navçeyê noqteyên lêgerînê çê dikin. Lê dîsa jî gel dev ji wesayîta çek û krokî têde bûne bernade. Dozger saeet di 22.00'an de careke din tê cihê bûyerê û lêkolîna mayî dike. Ev bûyer li navçeyên din jî berbelav dibin. Di 10'ê Mijdarê di çalakiyên şermezarkirinê yên li Geverê de Îslam Bartin, Ergîn Mengeç û Abdulhalîk Geylanî jiyana xwe ji dest didin. 
 
KÎ ÇI GOT? 
 
Piştî bûyerê rayedarên dewletê li ser hev du daxuyaniyan didin. Piştî bûyerê bi rojekê Serfermandarê Giştî di daxuyaniya xwe de dibêje: "Tê gotin hin kesên esker jî daxilî nav vê bûyera xembar bûne. Ev bûyer bi her awayî întiqalî meqamên edlî hatiye kirin." Her wiha Serfermandarê Giştî yê wê demê Hîlmî Ozkok jî gotibû: "Me di warê îdarî de lêpirsîn daye destpêkirin. Merciyên edlî jî lêpirsîna edlî dikin. Divê em li bendê bên. Ez ne personelên xwe tawanbar dikim, ne jî diparêzim." 
 
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê bi 3 rojan yanî di 11'ê Mijdara 2005'an de gotibû: "Kî dibe bila bibe, kî kiribe jî wê bedêla vê yekê bide. Bila tu kes ne li benda îltimas, parastinê be. Çi bikeve ser milê darazê wê bi awayekî herî baş pêk bîne." Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit jî ji bo bersûc Alî Kaya gotibû: "Ez wî nas dikim, zarokekî baş e." Piştî bûyerê hatibû gotin ku Buyukkanit û Alî Kaya bi hev re xebitîne heta bi hev re kooperatîfek çê kirine û serokê vê kooperatîfê jî Alî Kaya bûye. 
 
PLANSAZÎ ÇI BÛ? 
 
Piştî bûyerê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş 2 rojan li Miduriyeta Emniyetê tên ragirtin. Lê belê di daxuyaniyên rayedaran de hatibû gotin ku "derbarê bûyerê de tenê kesek di binçavan de ye, wekî din kes nehatiye binçavkirin." Ev nîşe û daxuyanî bal kişandibû. Piştî gel vê yekê dibihîse careke din dadikeve kuçe û kolanan. Piştî vê careke din tê daxuyandin ku hejmar ne yek, 3 kes bûne. Piştî îfadeya li dozgeriyê her sê kes tên berdan. Vê carê jî gel serî radike û her sê kesan careke din dişînin dadgehê û tên girtin. Li gorî belgeyên derketin holê; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz gava li cendirmeyê di bin çavan de bûne nivîsekê didin amadekirin. Di nivîsê de hatibû gotin ku "ji bo peywireke fermî li Şemzînanê" bûne, lê belê piştî fermandarên fermî nivîs îmze nekirine ev plansazî pêk nehatiye. Heger plansaziya Kaya û Îldenîz pêk bihatana, wê ji bo her duyan belgeyên fermî bihatana amdekirin ku ji bo peywireke fermî li Şemzînanê bûne û wê ji bo "peywira li dijî terorê" nehatana girtin. 
 
SIBÊ:
 
Pêvajoya hiqûqî ya Doza Şemzînanê û tiştên piştî wê pêk hatin: Di dosyeya Şemzînanê de kîjan dadgeh çi biryar girt? Wesayîta kargoyê ya PTT'ê ku ewraqên dozê tê de bûn çawa qeza kir? Doz ber bi beraatê ve diçe? Parêzerê dozê Mûrat Tîmûr behs dike... 
 
MA / Adnan Bîlen
 
 

Sernavên din

05/11/2019
17:51 Gelê Dirbesiyê şervanên QSD'ê bi girseyi oxir kirin
16:27 Gelê Kobanê bi keviran êrîşî dewriya Tirkiyeyê û Rûsya kirin
15:50 ‘Girtina hevşaredarê me ne hiqûqî, siyasî ye’
15:36 Endamê Meclîsa Şaredariya Hênê hat girtin
15:34 DÎSK: Ji sedî 75'ê bacê em didin dewletê
15:24 Ji bo rawestandina hinardeya çekan a Tirkiyeyê îmze berhev kirin
15:16 Qoseriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Em ê di sindoqan de bersivê bidin
14:58 Ji Erdogan peyama 'Dê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin'
13:52 Li Qoserê berteka li dijî polisan: Ev bajar bajarê me ye
13:51 Bariş: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrişên DAIŞ’ê ye
13:42 Bûldan: HDP hêviya azadî û edaletê ye
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:39 Zarok dît, lê tundî ne dît
12:33 Banka Cîhanê: Dê aboriya Tirkiyê di 2020’an mezin nebe
11:46 'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin
11:15 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
10:58 Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e
10:41 Xwendekar: Bi YOK'ê dest bi yek tîpê û bi 15'ê Tîrmehê dest bi tasfiyeyê kirin
10:40 'Divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin'
09:23 Doza Şemzînanê-1
Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin
09:20 Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye
09:19 'Sirf ji bo pêşî li rexneyên DMME'yê bên girtin pakêtên darazê tên çêkirin'
09:18 Dewlet li şûna komirê keviran belav dike
09:18 Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket
09:17 Girtiyê nexweş ê parçeyên şarapnelê di canê wî de ne nayê tedawîkirin
09:16 Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran
09:15 Li Kêrîserê jin bi hevre amadekariya zivistanê dikin
09:15 Sedema israra ji bo santrala nukleerê: Kar û rant
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
04/11/2019
16:52 Odeya Bijîjkan a Rihayê: Jiyana hempîşeyên me yên li Grê Spî di talûkeyê de ye
16:33 Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê vekir
16:14 Xwendekaran xwestin Cem Tekînoglû ji peywirê bê girtin
16:14 Oluç: Îktidar bi hişmendiya darbeyê nagêjin meqseda xwe
16:03 Qeyûm nehişt endamên Meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
15:34 Pero Dundar: Kobanê neket dê Qoser jî nekeve
15:33 Ji ÎHD’ê rapora qeyûman: Baweriya xelkê ya ji bo hilbijartinê qedandin
15:31 Dozger xwest siyasetmedarên jin bên girtin
15:06 'Em bibin kevir û bikevin ber diranên çerxê’
15:03 Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî Xanesora Şengalê kirin
14:29 Ji bo qeyûm dosyaya 2014’an zindî kirin
14:24 Daneşîna doza 22 kesan ji bo aşkerakirina biryarê taloq bû
14:23 ‘Yên behsa îradeya netewî dikin, qeyûm tayînî îradeya gel dikin’
13:53 Rêveberiya Xweser: Em guhertina demografiyê bi tundî red dikin
13:40 Di teqîna li Reyhaniyê de 2 welatî birîndar bûn
13:25 Qeyûm bi qulûbeyên xwe yên 'ewlehiyê' vegeriya
13:20 DYB: Komên Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşa konvaya leşkerên me kirin
12:54 Polîsê 2 kilo hişbir li ser hat girtin hat berdan
12:37 Soylû: Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan
12:01 Cezayê hucreyê li hûnermend Benlî yê ji Doza Nisêbînê girtiye birîn
11:56 ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar
11:55 Qeyûmê Erdîşê ewil ‘Pirtûkbês’ê kir armanca xwe
11:45 Li Rezanê qeza: 5 kes birîndar bûn
11:32 Li Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan dest pê dike
11:23 14 jinên siyasetmedar derxistin dadgehê
11:15 Piştî gotina Erdogan a 7'ê Cotmeha 2018'an qeyûmê 15'emîn tayîn kirin
11:07 Li Erxeniyê mirineke bi guman a jinekê
10:36 Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket
09:07 Xweşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye
09:07 Komeleyên herêmî: Tayînkirina qeyûman parçeyek ji konsepta şer e
09:07 Temellî: HDP rih û evîn e, kes nikare wê asteng bike
09:07 Li Girtîgeha Sîncanê qedexeyek nû: Di wêne de herî zêde dê 3 kes hebin
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê nameyên kurdî nadin girtiyan
09:07 Zarok bi rûkeniya xwe berrûyan difiroşin
09:07 Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû
09:07 Qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê kirin
09:01 ‘Cenaze nedihat nasîn’
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2019'AN
03/11/2019
20:53 Li Bismilê zilamekî jinek kuşt
20:33 Li Mûşê her cûre çalakî hatin qedexekirin
19:13 Demîrtaş: Hiqûq û edalet tune ye lê hevrêtî heye
19:00 Zeydan: Dadger û dozger ji bo berjwendiyên AKP'ê darazê binpê dikin
18:35 ‘Li girtîgehan 500 heb berhemên nivîskarên jin hatine windakirin'
16:34 Tirkiyê bijîşkan kir armanc: Bijîşkek hat kuştin û yek birîndar bû
16:06 Mizrakli: Em kesên îsyankar in
15:47 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Stenbolê Bûlût û Avcî hatin hilbijartin
15:44 'Em dest ji tekoşîna xwe ya jinan bernadin'
15:06 Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
14:35 Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune
Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe
14:21 Li Tûşbayê endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê dûr kirin
13:40 Ji darbeya 4’ê Mijdarê heta îro: Encama wê giran bû
13:20 Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir
13:08 Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan qedera kurdan biguherîn in
12:33 Tirkiye xizmetkarên tenduristiyê dike hedef û peymana Cenevre binpê dike
12:15 Ciwanan ji bo Rojava çalakiya bi pankart li dar xistin
12:10 Foza Yûsif: Çawa Sadam û Bagdadî têk çû Erdogan jî dê têk biçe
12:09 Li Amedê du kes hatin binçavkirin
11:31 Li Licê piştî bombardomanê pevçûn derket
11:08 Siyasetmedarên jin ên dibin çavan de wê sibê derxin edliyeyê
09:19 Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê
09:16 Bi kilamên xwe nahêle Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin
09:15 Di Pakêta Darazê ya 2'yemîn de nafaka: Jin tên hepskirin
09:13 Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike
09:11 Dinya sar bû, eleqeya ji bo etar û bêhnfiroşan jî zêde bû
09:10 Li vî bajarê mezin tenê ew sefariyê dike
09:08 'Heta Kurd li Rojhilata Navîn kêfxweş nebin tu kes kêfxweş nabin'
09:07 Qeymeqamtiyê ji bo biryara derbarê bêdestanê de got, biryarek 'bîrdozî' ye
09:05 Destvala vedigerin malê
09:03 Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2019'AN
02/11/2019
20:17 Balî: Tirkiye bi vê êrîşê dixwaze mirov axa xwe vala bikin