Doza Şemzînanê-1Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin 2019-11-05 09:23:56 WAN - Di ser bombekirina "Ûmût Kîtapeviyê" re 14 sal derbas bûn. Di dîroka Tirkiyeyê de, dewleta kûr cara ewil ji aliyê gel ve di ser sûc de hatibû girtin. Doza Şemzînanê ku ji bo "çareserkirina têkiliyên kûr" wekî tûrnûsolê ye, wekî gelek bûyerên kiryar nediyar di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat hiştin û windakirin.  Di 9'ê Mijdara 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê Ûmût Kîtapevî hatibû bombekirin. Li Tirkiyeyê cara ewil di vê bûyerê de "dewleta kûr" ji aliyê gel ve li ser sûc hatibû zevtkirin. Lê belê her çend 14 sal di ser bûyerê re derbas bûbûn jî, dosyeya ji bo "çareserkirina têkiliyên kûr" wekî tûrnûsolê ye, wekî gelek bûyerên kiryar nediyar di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat hiştin.    Bombekirina Ûmût Kîtapeviyê, li Colemêrg û navçeyên wê xeleka dawî ya teqînan bû ku di 4 mehan dawî de pêk hatibûn. Nexasim jî di navbera 1'ê Çileyê û 9'ê Mijdara 2005'an de piranî jê li Şemzînanê 22 çalakiyên bombeyî pêk hatibûn. Di 5'ê Tebaxa 2005'an de li ber Garnîzona Eskerî ya Şemzînanê bombeyek teqiya û di wê teqînê de 5 leşker miribûn. Di 1'ê Îlona 2005'an de li Mîtînga 1'ê Îlonê di wesayîtekê de bombeyek teqiya û xesareke mezin a maddî çê bûbû. Beriya teqîna li Şemzînanê bi hefteyekê di wesayîteke ku di navbera Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê û garnîzona eskerî de bombeyek teqiya bû û di vê teqînê de 6 esker, 3 polîs û 16 sivîl birîndar bûbûn. Di van teqînên li ser hev du pêk dihatin tiliya "Turk Întîkam Tûgayi" (Tûgaya Tolhildanê ya Tirk) hebû ku ev tûgay di Tîrmeha 2005'an de li Geverê danezanên gefxwariyî belav kiribûn. Di vî 4 mehî de bûyera dawî li Ûmût Kîtapeviyê pêk hatibû. Pirtûkxane hatibû bombekirin.    BERIYA 1'Ê MIJDARÊ BI ROJEKÊ    Berî Ûmût Kîtapevî bê bombekirin bi rojekê yanî di 8'ê Mijdarê de, 3 kes bi wesayîteke plakaya wê 30 AK 933 hatibûn Şemzînanê. Kesên di vê wesayîtê de li navenda navçeyê daketibûn û gelek caran di ber Pasaja Ozîpekê re derbas bûbûn, bala gel kişandibûn. Ji xwe piştî teqînê şahidan gotibû, di 8'ê Mijdarê de wan ev kesên xerîb dîtibûn. Di sibeha 9'ê Mijdarê de heman wesayît dîsa tê navenda navçeyê û li ber avahiya AKP'ê disekine. Li gor îfadeyên hatin dayîn wê plansazî ev bûna: Wê têketana hundirê pasajê, wê bombe bihatana avêtin û wê bi wesayîta li derve ji herêmê bireviyana. Lê belê di plansaziyê de tiştekî ku hesan nekiribûn hebû: Gel!    9'Ê MIJDARÊ...   Di 9'ê Mijdarê de Seferî Yilmaz û esnafên Pasaja Ozîpekê wekî her carê wê rojê jî ji bo navrojê bi hev re rûdinên. Gava Seferî Yilmaz û hevalên xwe li ser sifreyê rûdinên bombe tê avêtin. Gava Seferî Yilmaz, diqîre û dibêje "bombe" esnaf jî baz didin derve û di wê kêliyê de bombe li ber Ûmût Kîtapeviyê diteqe. Paşê bombeya duyemîn davêjin hundirê pasajê. Di bûyerê de xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz bi saxî difilite, lê belê Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dide. Welatiyê bi navê Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bûbû.    Piştî vê pevçûn û bazdanê, gava ev kes ber bi wesayîta xwe ve baz didin gel pêşiya wesayîtê digire û her sê kesan zevt dike. Her sê kesên hatibûn zevtkirin, ew kes bûn ku gel berê ew dîtibûn. Piştî gel dest danîbû ser wesayîtê û nasnameyê wan kesan, derketibû holê ku dudo jê elemanê Teşkîlata Îstixbarata Cendirmeyan (JÎT) bûne; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş. Li ser van her sê kesan nasnameyên leşkerî, di wesayîtên wan de krokî û çek hatibûn dîtin. Wesayîta Renaûlt a bi plakeya 30 AK 933 ya Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bûye û di bagaja wê de 3 keleşnîkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyan, êlegên esker û polîsan bûye. Piştî bûyer hatibû bihîstin bi hezaran şemîznanî daketibûn kuçeya û li têketin û derketina navçeyê barîkat danîbûn û rê girtibûn.    SERHILDAN   Piştî demeke kurt Qeymeqamê Navçeyê û Midûrê Emniyeta Navçeyê hatibûn cihê bûyerê û xwestibûn bi gel re biaxivin, lê belê bûyer zêdetir gur bûbû. Piştî her sê kesên hatibûn zevtkirin ji dêvla emniyetê dibin qereqola cendirmeyan, bûyer gurtir bûbû. Gel ber bi qeymeqamtiyê û saziyên cemaweriyê ve meşiyabû û xwestibû kesên hatine zevtkirin teslîmî emniyetê bên kirin. Piştî soz hatibû dayîn ku dê wan bibin emniyetê, vê carê hatibû xwestin Serdozgeriya Komarê li ber çavên gel lêkolînê bike. Dozger di heman rojê de hatibû cihê bûyerê û gava dest bi lêkolînan kiribû li jora cihê bûyerê careke din dengê çekan hatibû. Gava çawîşê pispor Tanjû Çavûş xwestibû derkeve derveyî navçeyê gel wî rawestandibû û piştî ev yek hatibû bihîstîn çawîşê navbirî gel guleberan kiribû. Di vê bûyerê de 6 kes birîndar bûbûn. Ji kesên birîndar Alî Yilmaz, di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ev jî tê bihsîtin careke din bûyer gur dibin. Hema bêje hemû kuçe û kolanên navçeyê vediguherin qada şer. Gel, li hemû têketin û derketinên navçeyê noqteyên lêgerînê çê dikin. Lê dîsa jî gel dev ji wesayîta çek û krokî têde bûne bernade. Dozger saeet di 22.00'an de careke din tê cihê bûyerê û lêkolîna mayî dike. Ev bûyer li navçeyên din jî berbelav dibin. Di 10'ê Mijdarê di çalakiyên şermezarkirinê yên li Geverê de Îslam Bartin, Ergîn Mengeç û Abdulhalîk Geylanî jiyana xwe ji dest didin.    KÎ ÇI GOT?    Piştî bûyerê rayedarên dewletê li ser hev du daxuyaniyan didin. Piştî bûyerê bi rojekê Serfermandarê Giştî di daxuyaniya xwe de dibêje: "Tê gotin hin kesên esker jî daxilî nav vê bûyera xembar bûne. Ev bûyer bi her awayî întiqalî meqamên edlî hatiye kirin." Her wiha Serfermandarê Giştî yê wê demê Hîlmî Ozkok jî gotibû: "Me di warê îdarî de lêpirsîn daye destpêkirin. Merciyên edlî jî lêpirsîna edlî dikin. Divê em li bendê bên. Ez ne personelên xwe tawanbar dikim, ne jî diparêzim."    Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê bi 3 rojan yanî di 11'ê Mijdara 2005'an de gotibû: "Kî dibe bila bibe, kî kiribe jî wê bedêla vê yekê bide. Bila tu kes ne li benda îltimas, parastinê be. Çi bikeve ser milê darazê wê bi awayekî herî baş pêk bîne." Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit jî ji bo bersûc Alî Kaya gotibû: "Ez wî nas dikim, zarokekî baş e." Piştî bûyerê hatibû gotin ku Buyukkanit û Alî Kaya bi hev re xebitîne heta bi hev re kooperatîfek çê kirine û serokê vê kooperatîfê jî Alî Kaya bûye.    PLANSAZÎ ÇI BÛ?    Piştî bûyerê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş 2 rojan li Miduriyeta Emniyetê tên ragirtin. Lê belê di daxuyaniyên rayedaran de hatibû gotin ku "derbarê bûyerê de tenê kesek di binçavan de ye, wekî din kes nehatiye binçavkirin." Ev nîşe û daxuyanî bal kişandibû. Piştî gel vê yekê dibihîse careke din dadikeve kuçe û kolanan. Piştî vê careke din tê daxuyandin ku hejmar ne yek, 3 kes bûne. Piştî îfadeya li dozgeriyê her sê kes tên berdan. Vê carê jî gel serî radike û her sê kesan careke din dişînin dadgehê û tên girtin. Li gorî belgeyên derketin holê; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz gava li cendirmeyê di bin çavan de bûne nivîsekê didin amadekirin. Di nivîsê de hatibû gotin ku "ji bo peywireke fermî li Şemzînanê" bûne, lê belê piştî fermandarên fermî nivîs îmze nekirine ev plansazî pêk nehatiye. Heger plansaziya Kaya û Îldenîz pêk bihatana, wê ji bo her duyan belgeyên fermî bihatana amdekirin ku ji bo peywireke fermî li Şemzînanê bûne û wê ji bo "peywira li dijî terorê" nehatana girtin.    SIBÊ:   Pêvajoya hiqûqî ya Doza Şemzînanê û tiştên piştî wê pêk hatin: Di dosyeya Şemzînanê de kîjan dadgeh çi biryar girt? Wesayîta kargoyê ya PTT'ê ku ewraqên dozê tê de bûn çawa qeza kir? Doz ber bi beraatê ve diçe? Parêzerê dozê Mûrat Tîmûr behs dike...    MA / Adnan Bîlen