Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê

  • rojane
  • 09:19 3 Mijdar 2019
  • |
img

WAN - Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku piştî 22 mehan hat berdan, got: "Em ê tim bibin dengê civakê û em ê tim binivîsin." 

 
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku di sala 2018'an de li Erdîş a Wanê hat girtin, piştî 22 mehan şûnde hat berdan. Yilmaz, behsa dema hatiye girtin, pêvajoya darizandinê û rojên li girtîgehê kir. 
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Yilmaz, di 26'ê Cotmeha 2019'an de hat berdan. Yilmaz, di 22 mehên xwe yên di girtîgehê de li Girtîgeha Tîpa A a Erdîşê, li Girtîgeha Wanê û li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê ma. Gava Yilmaz, di girtîgehê de bû polîsan avêtiye ser mala wan û gotine, "em lê digerin" û di avêtina ser malê de her der belawela kirine û her çend di girtîgehê de bûye, dîsa jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dozên nû lê hatine vekirin. Yilmaz, di 22 mehên xwe yên li girtîgehê de tenê carekê çûye eywana dadgehê, wekî din tim bi SEGBÎS'ê tev li danişînan bûye. 
 
'ÎFADEYEKE SKANDAL'
 
Yilmaz, ji bo rewşa darazê got: "Piştî qeyûm hatin tayînkirin me bi belgeyan gelek nûçeyên derbarê nelirêtiya hatibûn kirin aşkarekirin. Me bi belgeyan îhaleyên dane şîrketên alîgir, me bi wêneyan aşkere kir. Em bi êrîşan re rû bi rû man. Me gilî kir. Li holê delîl tune bûn, me êrîşên li ser xwe bi dîmen dan ber dozgeriyê lê gavek jî nehat avêtin. Lêpirsîn jî nehat kirin. Lê belê derbarê me de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Gava dîtin tiştek ji vê jî dernakeve, di 21'ê Çileya 2018'an de avêtin ser mala me û ez binçav kirim. Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî ez girtim. Min di dadgehê de min azadiya fikr û ramanê, xalên di qanûna bingehîn de bi bîr dadgeran xist. Dadger ev tişt got: 'Heger welatiyekî ji rêzê parve bikirana belkî nebûna sûc, lê tu rojnamevan î. Tu çi parve bikî bi milyonan mirov dibînin. Loma em mecbûr in te bigirin.' Yanî bi îfadeyeke skandal re rû bi rû mam." 
 
GAVA LI GIRTÎGEHÊ BÛ 5 DOZ Û LÊPIRSÎNEK 
 
Gava Yilmaz di girtîgehê de bû, bi îdiaya "bi rêya çapemeniyê tehrîkirina gel a ji bo kîn û nefretê", "propagandaya rêxistinê" û "heqareta li mezinên dewletê û sazî û dezgehên dewletê" 5 doz û lêpirsînek derbarê wî de hatine vekirin. Yilmaz, bal kişand ser skandaleke din ku beriya bê berdan pêk hatibû: "Hîn 15 roj mabû ku di doza parvekirinên medyaya civakî de bêm berdan, behsa kaxezeke nîşeyan hat kirin. Dozgeriya Payîzavayê bi rêya SEGBÎS'ê îfadeya min girt. Min xwest agahiyên derbarê min de ên li ser kaxezê û mînaka tomarkirinê ya malbatê bên berwairdkirin. Min ji dozger re got, tiştên tê de ne rast in. Piştî îfadeya min, dozger biryara neşopandinê digire û dosyeyê ji Erdîşê re dişîne. Hefteyek şûnde vê carê bi talîmata buroya Têkoşîna Li Hemberî Terorê careke din îfadeya min hat girtin. Vê carê jî li ser îfadeyên îtirafkarekî hatim darizandin. Dihat gotin ku min ji rêxistinê re drone kiriye. Min di parêziya xwe de gotibû, prosedureke kirîna droneyan heye û kes wisa bi rihetî nikare dorneyan bikire. Min ji wan pirsî, gelo ji bo vê lêkolînek hatiye kirin an na. Paşê ji min re gotin, 'va ye tu dizanî û te lêkolîn kiriye.' Bi vê re dîsa hatim girtin." 
 
Piştî Yilmaz hat girtin çend meh şûnde îdianameya wî hat amadekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku di nirxandineke navbirî ya derbarê girtina wî de carekê behsa FETO'yê jî hatiye kirin û got: "Ji ber FETO'yê jî hatim darizandin. Sirf ji bo dema min a girtinê bê dirjêkirin tiştekî wisa kirin. Min ji dadgehê re nivîsek şand. min got, ev şaş e û xwest bê sererastkirin. Piştî daxwaznameya min 3 caran biryarên navbirî hatin girtin. Di her sêyan de jî heman hincet hebûn. Behsa Bank Asyayê hatiye kirin, lê belê tiştekî wiha tuneye. Gava min ji dadger re got, dager jî got 'em jî mirov in, dibe ku em şaşiyan bikin.' Ji ber şaşiyek wan bi mehan azadiya min hat binpêkirin." 
 
'9 MEHAN HATIM TECRÎDKIRIN'
 
Yilmaz, bal kişand ser rewşa xwe ya ku gava wî ji Wanê dibin Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê û got: "Hefteyekê li girtîgeha herêmê mam. Paşê min birin Xarpêtê. Li vira 9 mehan hatim tecrîdkirin. Bi tena serê xwe diçûm werzîşê. Min nikaribû pêwendiyê bi mirovan re deyne. Mafê min ê telefonê kiribûn 15 rojan ji carekê. Min nikaribû pêwendiyê bi parêzerên xwe re deyne. Pirtûk û nameyên ji min re dihatin nedidan min. Di ser re çend meh derbas dibûn ancax çend pirtûk didan. Yanî tam 9 mehan bi her awayê bêhiqûqîtiyê re rû bi rû mam. Min daxwazname ji gelek meqamên darazê re şandin, lê bêbersiv diman." 
 
Yilmaz, bilêv kir ku gava di girtîgehê de bûye avaêtine ser mala wan û got: "Gava di girtîgehê de bûme avêtine ser mala me, belawela kirine. Her wiha avêtine ser mala bavê min jî. Pace û deriyên malê şikandine. Apê min astengdar e, lê dîsa jî wî derb dikin. Di dema lêgerînê de henekê xwe bi malbatê dikin. Dibêjin 'Îdrîs li ku ye? Cihê wî ji me re bibêjin.' Malbata min jî heyr dimîne û gava dibêjin 'Îdrîs di Girtîgeha Xarpêtê de ye" polîs ji malê diçin." 
 
‘EM Ê BINIVÎSIN' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku li welat gelek rojnamevan, siyasetmedar, muxalif û aktivîst bi bêhiqûqîtiyên wiha re rû bi rû mane. Îdrîs, bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî û ji bo wan bang kir: "Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Divê rojnamevanên li derve pirsên xwe berpêşî rojnamevanên girtî bikin. Çimkî fikrên wan ên di nav çar dîwaran de hilnayên hene. Divê ev bi raya giştî re bên parvekirin. Pêdiviya civakê bi rastiyan heye. Em ê jî tim û tim bidin dengê civakê û em ê tim binivîsin."  

Sernavên din

05/11/2019
17:51 Gelê Dirbesiyê şervanên QSD'ê bi girseyi oxir kirin
16:27 Gelê Kobanê bi keviran êrîşî dewriya Tirkiyeyê û Rûsya kirin
15:50 ‘Girtina hevşaredarê me ne hiqûqî, siyasî ye’
15:36 Endamê Meclîsa Şaredariya Hênê hat girtin
15:34 DÎSK: Ji sedî 75'ê bacê em didin dewletê
15:24 Ji bo rawestandina hinardeya çekan a Tirkiyeyê îmze berhev kirin
15:16 Qoseriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Em ê di sindoqan de bersivê bidin
14:58 Ji Erdogan peyama 'Dê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin'
13:52 Li Qoserê berteka li dijî polisan: Ev bajar bajarê me ye
13:51 Bariş: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrişên DAIŞ’ê ye
13:42 Bûldan: HDP hêviya azadî û edaletê ye
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:39 Zarok dît, lê tundî ne dît
12:33 Banka Cîhanê: Dê aboriya Tirkiyê di 2020’an mezin nebe
11:46 'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin
11:15 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
10:58 Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e
10:41 Xwendekar: Bi YOK'ê dest bi yek tîpê û bi 15'ê Tîrmehê dest bi tasfiyeyê kirin
10:40 'Divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin'
09:23 Doza Şemzînanê-1
Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin
09:20 Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye
09:19 'Sirf ji bo pêşî li rexneyên DMME'yê bên girtin pakêtên darazê tên çêkirin'
09:18 Dewlet li şûna komirê keviran belav dike
09:18 Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket
09:17 Girtiyê nexweş ê parçeyên şarapnelê di canê wî de ne nayê tedawîkirin
09:16 Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran
09:15 Li Kêrîserê jin bi hevre amadekariya zivistanê dikin
09:15 Sedema israra ji bo santrala nukleerê: Kar û rant
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
04/11/2019
16:52 Odeya Bijîjkan a Rihayê: Jiyana hempîşeyên me yên li Grê Spî di talûkeyê de ye
16:33 Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê vekir
16:14 Xwendekaran xwestin Cem Tekînoglû ji peywirê bê girtin
16:14 Oluç: Îktidar bi hişmendiya darbeyê nagêjin meqseda xwe
16:03 Qeyûm nehişt endamên Meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
15:34 Pero Dundar: Kobanê neket dê Qoser jî nekeve
15:33 Ji ÎHD’ê rapora qeyûman: Baweriya xelkê ya ji bo hilbijartinê qedandin
15:31 Dozger xwest siyasetmedarên jin bên girtin
15:06 'Em bibin kevir û bikevin ber diranên çerxê’
15:03 Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî Xanesora Şengalê kirin
14:29 Ji bo qeyûm dosyaya 2014’an zindî kirin
14:24 Daneşîna doza 22 kesan ji bo aşkerakirina biryarê taloq bû
14:23 ‘Yên behsa îradeya netewî dikin, qeyûm tayînî îradeya gel dikin’
13:53 Rêveberiya Xweser: Em guhertina demografiyê bi tundî red dikin
13:40 Di teqîna li Reyhaniyê de 2 welatî birîndar bûn
13:25 Qeyûm bi qulûbeyên xwe yên 'ewlehiyê' vegeriya
13:20 DYB: Komên Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşa konvaya leşkerên me kirin
12:54 Polîsê 2 kilo hişbir li ser hat girtin hat berdan
12:37 Soylû: Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan
12:01 Cezayê hucreyê li hûnermend Benlî yê ji Doza Nisêbînê girtiye birîn
11:56 ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar
11:55 Qeyûmê Erdîşê ewil ‘Pirtûkbês’ê kir armanca xwe
11:45 Li Rezanê qeza: 5 kes birîndar bûn
11:32 Li Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan dest pê dike
11:23 14 jinên siyasetmedar derxistin dadgehê
11:15 Piştî gotina Erdogan a 7'ê Cotmeha 2018'an qeyûmê 15'emîn tayîn kirin
11:07 Li Erxeniyê mirineke bi guman a jinekê
10:36 Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket
09:07 Xweşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye
09:07 Komeleyên herêmî: Tayînkirina qeyûman parçeyek ji konsepta şer e
09:07 Temellî: HDP rih û evîn e, kes nikare wê asteng bike
09:07 Li Girtîgeha Sîncanê qedexeyek nû: Di wêne de herî zêde dê 3 kes hebin
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê nameyên kurdî nadin girtiyan
09:07 Zarok bi rûkeniya xwe berrûyan difiroşin
09:07 Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû
09:07 Qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê kirin
09:01 ‘Cenaze nedihat nasîn’
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2019'AN
03/11/2019
20:53 Li Bismilê zilamekî jinek kuşt
20:33 Li Mûşê her cûre çalakî hatin qedexekirin
19:13 Demîrtaş: Hiqûq û edalet tune ye lê hevrêtî heye
19:00 Zeydan: Dadger û dozger ji bo berjwendiyên AKP'ê darazê binpê dikin
18:35 ‘Li girtîgehan 500 heb berhemên nivîskarên jin hatine windakirin'
16:34 Tirkiyê bijîşkan kir armanc: Bijîşkek hat kuştin û yek birîndar bû
16:06 Mizrakli: Em kesên îsyankar in
15:47 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Stenbolê Bûlût û Avcî hatin hilbijartin
15:44 'Em dest ji tekoşîna xwe ya jinan bernadin'
15:06 Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
14:35 Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune
Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe
14:21 Li Tûşbayê endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê dûr kirin
13:40 Ji darbeya 4’ê Mijdarê heta îro: Encama wê giran bû
13:20 Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir
13:08 Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan qedera kurdan biguherîn in
12:33 Tirkiye xizmetkarên tenduristiyê dike hedef û peymana Cenevre binpê dike
12:15 Ciwanan ji bo Rojava çalakiya bi pankart li dar xistin
12:10 Foza Yûsif: Çawa Sadam û Bagdadî têk çû Erdogan jî dê têk biçe
12:09 Li Amedê du kes hatin binçavkirin
11:31 Li Licê piştî bombardomanê pevçûn derket
11:08 Siyasetmedarên jin ên dibin çavan de wê sibê derxin edliyeyê
09:19 Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê
09:16 Bi kilamên xwe nahêle Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin
09:15 Di Pakêta Darazê ya 2'yemîn de nafaka: Jin tên hepskirin
09:13 Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike
09:11 Dinya sar bû, eleqeya ji bo etar û bêhnfiroşan jî zêde bû
09:10 Li vî bajarê mezin tenê ew sefariyê dike
09:08 'Heta Kurd li Rojhilata Navîn kêfxweş nebin tu kes kêfxweş nabin'
09:07 Qeymeqamtiyê ji bo biryara derbarê bêdestanê de got, biryarek 'bîrdozî' ye
09:05 Destvala vedigerin malê
09:03 Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2019'AN
02/11/2019
20:17 Balî: Tirkiye bi vê êrîşê dixwaze mirov axa xwe vala bikin