Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê 2019-11-03 09:19:28 WAN - Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku piştî 22 mehan hat berdan, got: "Em ê tim bibin dengê civakê û em ê tim binivîsin."    Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku di sala 2018'an de li Erdîş a Wanê hat girtin, piştî 22 mehan şûnde hat berdan. Yilmaz, behsa dema hatiye girtin, pêvajoya darizandinê û rojên li girtîgehê kir.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Yilmaz, di 26'ê Cotmeha 2019'an de hat berdan. Yilmaz, di 22 mehên xwe yên di girtîgehê de li Girtîgeha Tîpa A a Erdîşê, li Girtîgeha Wanê û li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê ma. Gava Yilmaz, di girtîgehê de bû polîsan avêtiye ser mala wan û gotine, "em lê digerin" û di avêtina ser malê de her der belawela kirine û her çend di girtîgehê de bûye, dîsa jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dozên nû lê hatine vekirin. Yilmaz, di 22 mehên xwe yên li girtîgehê de tenê carekê çûye eywana dadgehê, wekî din tim bi SEGBÎS'ê tev li danişînan bûye.    'ÎFADEYEKE SKANDAL'   Yilmaz, ji bo rewşa darazê got: "Piştî qeyûm hatin tayînkirin me bi belgeyan gelek nûçeyên derbarê nelirêtiya hatibûn kirin aşkarekirin. Me bi belgeyan îhaleyên dane şîrketên alîgir, me bi wêneyan aşkere kir. Em bi êrîşan re rû bi rû man. Me gilî kir. Li holê delîl tune bûn, me êrîşên li ser xwe bi dîmen dan ber dozgeriyê lê gavek jî nehat avêtin. Lêpirsîn jî nehat kirin. Lê belê derbarê me de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Gava dîtin tiştek ji vê jî dernakeve, di 21'ê Çileya 2018'an de avêtin ser mala me û ez binçav kirim. Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî ez girtim. Min di dadgehê de min azadiya fikr û ramanê, xalên di qanûna bingehîn de bi bîr dadgeran xist. Dadger ev tişt got: 'Heger welatiyekî ji rêzê parve bikirana belkî nebûna sûc, lê tu rojnamevan î. Tu çi parve bikî bi milyonan mirov dibînin. Loma em mecbûr in te bigirin.' Yanî bi îfadeyeke skandal re rû bi rû mam."    GAVA LI GIRTÎGEHÊ BÛ 5 DOZ Û LÊPIRSÎNEK    Gava Yilmaz di girtîgehê de bû, bi îdiaya "bi rêya çapemeniyê tehrîkirina gel a ji bo kîn û nefretê", "propagandaya rêxistinê" û "heqareta li mezinên dewletê û sazî û dezgehên dewletê" 5 doz û lêpirsînek derbarê wî de hatine vekirin. Yilmaz, bal kişand ser skandaleke din ku beriya bê berdan pêk hatibû: "Hîn 15 roj mabû ku di doza parvekirinên medyaya civakî de bêm berdan, behsa kaxezeke nîşeyan hat kirin. Dozgeriya Payîzavayê bi rêya SEGBÎS'ê îfadeya min girt. Min xwest agahiyên derbarê min de ên li ser kaxezê û mînaka tomarkirinê ya malbatê bên berwairdkirin. Min ji dozger re got, tiştên tê de ne rast in. Piştî îfadeya min, dozger biryara neşopandinê digire û dosyeyê ji Erdîşê re dişîne. Hefteyek şûnde vê carê bi talîmata buroya Têkoşîna Li Hemberî Terorê careke din îfadeya min hat girtin. Vê carê jî li ser îfadeyên îtirafkarekî hatim darizandin. Dihat gotin ku min ji rêxistinê re drone kiriye. Min di parêziya xwe de gotibû, prosedureke kirîna droneyan heye û kes wisa bi rihetî nikare dorneyan bikire. Min ji wan pirsî, gelo ji bo vê lêkolînek hatiye kirin an na. Paşê ji min re gotin, 'va ye tu dizanî û te lêkolîn kiriye.' Bi vê re dîsa hatim girtin."    Piştî Yilmaz hat girtin çend meh şûnde îdianameya wî hat amadekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.    Yilmaz, destnîşan kir ku di nirxandineke navbirî ya derbarê girtina wî de carekê behsa FETO'yê jî hatiye kirin û got: "Ji ber FETO'yê jî hatim darizandin. Sirf ji bo dema min a girtinê bê dirjêkirin tiştekî wisa kirin. Min ji dadgehê re nivîsek şand. min got, ev şaş e û xwest bê sererastkirin. Piştî daxwaznameya min 3 caran biryarên navbirî hatin girtin. Di her sêyan de jî heman hincet hebûn. Behsa Bank Asyayê hatiye kirin, lê belê tiştekî wiha tuneye. Gava min ji dadger re got, dager jî got 'em jî mirov in, dibe ku em şaşiyan bikin.' Ji ber şaşiyek wan bi mehan azadiya min hat binpêkirin."    '9 MEHAN HATIM TECRÎDKIRIN'   Yilmaz, bal kişand ser rewşa xwe ya ku gava wî ji Wanê dibin Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê û got: "Hefteyekê li girtîgeha herêmê mam. Paşê min birin Xarpêtê. Li vira 9 mehan hatim tecrîdkirin. Bi tena serê xwe diçûm werzîşê. Min nikaribû pêwendiyê bi mirovan re deyne. Mafê min ê telefonê kiribûn 15 rojan ji carekê. Min nikaribû pêwendiyê bi parêzerên xwe re deyne. Pirtûk û nameyên ji min re dihatin nedidan min. Di ser re çend meh derbas dibûn ancax çend pirtûk didan. Yanî tam 9 mehan bi her awayê bêhiqûqîtiyê re rû bi rû mam. Min daxwazname ji gelek meqamên darazê re şandin, lê bêbersiv diman."    Yilmaz, bilêv kir ku gava di girtîgehê de bûye avaêtine ser mala wan û got: "Gava di girtîgehê de bûme avêtine ser mala me, belawela kirine. Her wiha avêtine ser mala bavê min jî. Pace û deriyên malê şikandine. Apê min astengdar e, lê dîsa jî wî derb dikin. Di dema lêgerînê de henekê xwe bi malbatê dikin. Dibêjin 'Îdrîs li ku ye? Cihê wî ji me re bibêjin.' Malbata min jî heyr dimîne û gava dibêjin 'Îdrîs di Girtîgeha Xarpêtê de ye" polîs ji malê diçin."    ‘EM Ê BINIVÎSIN'    Yilmaz, destnîşan kir ku li welat gelek rojnamevan, siyasetmedar, muxalif û aktivîst bi bêhiqûqîtiyên wiha re rû bi rû mane. Îdrîs, bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî û ji bo wan bang kir: "Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Divê rojnamevanên li derve pirsên xwe berpêşî rojnamevanên girtî bikin. Çimkî fikrên wan ên di nav çar dîwaran de hilnayên hene. Divê ev bi raya giştî re bên parvekirin. Pêdiviya civakê bi rastiyan heye. Em ê jî tim û tim bidin dengê civakê û em ê tim binivîsin."