MÊRSÎN - Li Mêrsînê xwendekara zanîgehê Zelal Topçul, ji dolmîşa lê siwar bûbû, bi zorê daxistin û revandin. Dîmenê revandinê Topçul a ji aliyê 2 kesan ve di kameraya dolmîşê de hat qeydkirin.
Li Mêrsînê xwendekara beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Mêrsînê Zelal Topçul, ji aliyê 2 kesan ve bi zorê ji dolmîşa lê suyar bûbû hat daxistin û revandin. Malbat piştî bûyerê ket nava lêgerîna keça xwe. Dema Topçul hat revandin, ew kêlî ket qeydên kameraya ewlekariya dolmîşê. Hat diyar kirin ku Topçul ji aliyê xizmên xwe ve hatiye revandin. Bavê Topçul Yusuf Topçul, diyar kir ku ên keça wî revendî zarokên kurê pismamê wê ne û wiha axivî: “Yên revandine telefonên xwe girtine. Malbata wan jî peyamên gefxarinê ji me re dişînin. Xizmên me yên ji bo me ketine navberê hene. Ev yek zorbetiye.”