AMED - Li Amedê diz ketin buroya parêzerê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş Prz. Mehmet Emin Aktar. Hat diyar kirin ku dizan agahiyên der barê dosyaya Demîrtaş a doza ku di 7'ê Kanûnê de bê dîtin dizîne.
Diz ketin buroya Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş Prz. Mehmet Emin Aktar û 4 hempîşeyên wî. Dizên ketin buroya Aktar a li Kolana Lîse ya navçeya Yenişehirê 3 bîlgîsayarên li ser masê dizîn. Hat diyar kirin ku bîlgisayarên hatin dizîn agahiyên der barê dosyayên Hevserokê Giştî yê HDPê Selehattîn Demîrtaş a di 7'ê kanûnê de bê dîtin hene.
Dizan, 2 bilgîsayarên li dervê apartmanê xistin, hat diyar kirin ku êdî nayên bikar anîn. Li ser kaseyekê şopa xwîna dizeki hat dîtin. Yekîneyên Buroya dizan a Polîsan li cihê bûyerê delîl kom kirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin.
Di salekê de 4 car diz ketin buroya Mehmet Emîn Aktar. Dizan 2 caran hewl dan diziyê bikin, lê bi ser neketin. Du caran jî bîlgisayar dizîn.