KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin

  • rojane
  • 10:13 1 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û kesên bûne wesîleya vê rojê bibîr anîn. 
 
Kongreya Civaka Demokratik (KCD), bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek niviskî weşan. Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: 
 
Li ser êrîş û qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an ku li dijî Musul, Şengal û herî dawî jî li Kobanê pêk anîn 5 sal derbas bûn. Pêvajoya 5 salan ku bi sûcên hatin kirin û li hemberî mirovahiyê veguherî trajediye de, hezaran jinên Kurd hatin revandin, li bazaran hatin firotin, bi mîlyonan mirov ji neçarî cihê xwe guherîn, koçber bûn û bi sedhezaran mirov hatin îşkencekirin û qetilkirin. Lê bi yekîtiya gelan û berxwedena ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên metînger ên li pişt wî  hat dayîn bû pêvajoya binketin û windakirina DAÎŞ’ê jî.
 
Piştî çeteyên DAÎŞ’ê Musul û Şengal dagirkirin, êrîşî Kobanê ya ku bû Stalîngrada serdemê kirin û rastî berxwedana bêhempa hatin. Çeteyên DAÎŞ’ê li vir windahiya herî mezin dan û ket pêvajoya belavbûn û paşdeçûnê. 
Berxwedana Kobanê, li dijî zilma DAÎŞ’ê ku li hemberî tevahî mirovahiyê veguherîbû karasetek mezin, bû serkeftina parastina wijdan û exhaqa mirovahiyê û pêngava herî stratejik a dîrokî.
Ji ber vê sedemê, ji bo piştevaniya Kobanê, bi hezaran akademisyen, nivîskar, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl di sala 2014’an de 1’ê mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ ragihandin. 
Di sala 5’emîn de ku em Roja Kobanê pîroz dikin careke din li tevahî mirovahiyê pîroz be.
 
Em careke din berxwedêrên Kobanê, Şehîdên wê, Pêşmergeyên ku di serkeftina Kobanê de xwedî rol û rist bûn, gelê me yê ku ji bo Kobanê ket nava seferberiyê û hemû civaka Navneteweyî bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.
Mixabin hêzên metînger ên herêmî ku binketin û windakirina DAÎŞ’ê hezim nekirin, di serî de gelê Kurd li hemberî gelên herêmê dest bi êrîşên hovane kirin. Di bin rêveberiya tifaqa faşist AKP-MHP’ê de pêşî Efrîn hat dagirkirin û niha jî ji bo dagirkirina tevahî Rojava êrîş û hewlên dagirkeriyê didomin.
 
Ev hêzên hegomonîk ên herêmî, dixwazin di serî de gelê Kurd tevahî gelên herêmê ji cih û warên wan ên bi hezaran salan lê dijîn sirgûn bikin û Rojava dagir bikin. Lê divê bê zanîn ku ev hewla dagirkirinê dê bi berxwedana gelê me, bi piştevaniya gelên Navneteweyî û hêzên HSD’ê careke din vala bê derxistin û dê serkeftin ya gelan be.
 
Di vê dem û merheleya dîrokî de, sedemên ku 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlan kirin dewam dikin û careke din pêwistî bi piştevaniya gelên Navneteweyî heye.
Êrîşên DAÎŞ’ê di serî de gelê Kurd li hemberî hebûna gelên herêmê ye. Êrîşên îro jî li dijî hebûna gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn pêk tên. Ji ber vê sedemê; Divê partî, rêxistinên saziyên sivîl û Rewşenbîr ên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn bi ruhê yekîtiya Netewî rabin ser piyan û piştevaniya herî xurt ya bi gelê Rojava re deynin holê. 
Roj Roja avakirina Yekîtiya Netewî ye!
 
Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku bi kelecanek mezin tê pîrozkirin, pîroz dikin û yên bûne wesîle bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.
 

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir