KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin 2019-11-01 10:13:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û kesên bûne wesîleya vê rojê bibîr anîn.    Kongreya Civaka Demokratik (KCD), bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek niviskî weşan. Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    Li ser êrîş û qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an ku li dijî Musul, Şengal û herî dawî jî li Kobanê pêk anîn 5 sal derbas bûn. Pêvajoya 5 salan ku bi sûcên hatin kirin û li hemberî mirovahiyê veguherî trajediye de, hezaran jinên Kurd hatin revandin, li bazaran hatin firotin, bi mîlyonan mirov ji neçarî cihê xwe guherîn, koçber bûn û bi sedhezaran mirov hatin îşkencekirin û qetilkirin. Lê bi yekîtiya gelan û berxwedena ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên metînger ên li pişt wî  hat dayîn bû pêvajoya binketin û windakirina DAÎŞ’ê jî.   Piştî çeteyên DAÎŞ’ê Musul û Şengal dagirkirin, êrîşî Kobanê ya ku bû Stalîngrada serdemê kirin û rastî berxwedana bêhempa hatin. Çeteyên DAÎŞ’ê li vir windahiya herî mezin dan û ket pêvajoya belavbûn û paşdeçûnê.  Berxwedana Kobanê, li dijî zilma DAÎŞ’ê ku li hemberî tevahî mirovahiyê veguherîbû karasetek mezin, bû serkeftina parastina wijdan û exhaqa mirovahiyê û pêngava herî stratejik a dîrokî. Ji ber vê sedemê, ji bo piştevaniya Kobanê, bi hezaran akademisyen, nivîskar, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl di sala 2014’an de 1’ê mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ ragihandin.  Di sala 5’emîn de ku em Roja Kobanê pîroz dikin careke din li tevahî mirovahiyê pîroz be.   Em careke din berxwedêrên Kobanê, Şehîdên wê, Pêşmergeyên ku di serkeftina Kobanê de xwedî rol û rist bûn, gelê me yê ku ji bo Kobanê ket nava seferberiyê û hemû civaka Navneteweyî bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Mixabin hêzên metînger ên herêmî ku binketin û windakirina DAÎŞ’ê hezim nekirin, di serî de gelê Kurd li hemberî gelên herêmê dest bi êrîşên hovane kirin. Di bin rêveberiya tifaqa faşist AKP-MHP’ê de pêşî Efrîn hat dagirkirin û niha jî ji bo dagirkirina tevahî Rojava êrîş û hewlên dagirkeriyê didomin.   Ev hêzên hegomonîk ên herêmî, dixwazin di serî de gelê Kurd tevahî gelên herêmê ji cih û warên wan ên bi hezaran salan lê dijîn sirgûn bikin û Rojava dagir bikin. Lê divê bê zanîn ku ev hewla dagirkirinê dê bi berxwedana gelê me, bi piştevaniya gelên Navneteweyî û hêzên HSD’ê careke din vala bê derxistin û dê serkeftin ya gelan be.   Di vê dem û merheleya dîrokî de, sedemên ku 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlan kirin dewam dikin û careke din pêwistî bi piştevaniya gelên Navneteweyî heye. Êrîşên DAÎŞ’ê di serî de gelê Kurd li hemberî hebûna gelên herêmê ye. Êrîşên îro jî li dijî hebûna gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn pêk tên. Ji ber vê sedemê; Divê partî, rêxistinên saziyên sivîl û Rewşenbîr ên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn bi ruhê yekîtiya Netewî rabin ser piyan û piştevaniya herî xurt ya bi gelê Rojava re deynin holê.  Roj Roja avakirina Yekîtiya Netewî ye!   Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku bi kelecanek mezin tê pîrozkirin, pîroz dikin û yên bûne wesîle bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.