Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!

  • rojane
  • 09:13 1 Mijdar 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Dîmenên dema îfadeya li dozgeriyê ya Devran Aslan ku ji ber kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk tê darizandin, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku dozger, tim mudaxileyî Aslan dike. 

Di 10'ê Mijdara 2016'an de Qeyûmê Şaredariay Dêrikê Qeymeqam Mûhammed Fatîf Safîturk hatibû kuştin. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Par Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şefî Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû, Devran Aslan, Fîkret Bagî, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Nûrseş Eser, Zûhal Dalçîn, Zînet Erdaş û Mehmet Denîz ji nû ve hatibûn darizandin. 
 
131 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE 
 
Piştî biryara darizandina ji nû ve danişîna ewil di 11'ê Tîrmehê de li Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê pêk hat. Di vê danişînê de jî biryar nehat girtin û taloqî 21'ê Mijdarê hat kirin. Lê belê piştî dadgeha îstinafê ji bo cezayê Mesûtoglû got "li gor hiqûqê ye", Mesûtoglû ket greva birçîbûnê û ji 24'ê Hezîranê heta niha bi daxwaza "darizandineke adil" di greva birçîbûnê de ye. 
 
DI DÎMENÊN LI DOZGERIYÊ DE PEÇETEYA BIXWÎN 
 
Dîmenên dema îfadeya Devran Aslan a li dozgeriyê derketin holê. Dîmena 50 deqe û 38 saniye ye. Di dîmenan de dixuyê ku beriya îfadeyê Aslan hatiye derbkirin û di dest wî de peçeteyeke bi xwîn heye. Piştî demekê di dîmenan de parêzerê Aslan jî dixuyê. Di dîmenan de dozger S.O, di hin cihan de Aslan hişyar dike. 
 
Dozger ji Aslan re dibêje "baş bifikire" û Aslan jî pêşî pozê xwe û paşê jî serê xwe nîşan dide û dibêje: "Xwîn ji pozê min tê. Heşê min ne li serê min e." 
 
Di destpêka dîmenan de dozger dibêje: "Biner, ji emniyetê hin heval hatin û gotin, dixwazin hin tiştan bêjin. Min û te me ji bo bûyerê bi hev re xeberda. Eywelle. Lê niha divêt u li ber çavê parêzer jî û bêyî zext û zorî hebin ji me re bibêjî." 
 
Di berdewamiya dîmenan de dozger ji Aslan dixwaze bûyerê vebêje: "Niha ji min re behsa civîna beriya meseleya kargoyê bike. Ji civînê heta kêliya teqîn pêk hat, tiştên di bîra te de mane, bibêje." Di vê kêliyê de Aslan jî dibêje, "Birêz dozger, em herin kargoyê." Dozger jî dibêje: "Pêşî tu behsa civînê bike, heta wergirtina kargoyê, bicihkirina wê, teqandina wê bike." 
 
Piştî vê diyalogê, di dîmenan de kesê parêzeriya Aslan dike jî dixuyê. Dozger, ji Aslan dixwaze behsa bûyerê bike. Gava Aslan dest pê dike, tê dîtin ku cih, dîrok û qewimandina bûyerê tev li hev dike. Piştî Aslan dibêje, "Em hatin roja kargoyê", dozger dikeve navberê, mudaxile dike û dibêje: "Neyê roja kargoyê." Di vê navberê de kesek dikeve hundur û dozger jê re dibêje: "Bi Stenbolê re pêwendiyêd eynin. Ne girîgn e, bila ev hevok di îfadeyê de derbas bibin." 
 
Piştî Aslan, di berdewmaiya îfadeya xwe de behsa wergirtina kargoyê dike, careke din dozger dikeve navberê û dibêje: "Yanî te zanibû kargo bombe ye û dîsa tu çûyî?" Aslan, dibêje: "Belê." Di berdewamiya axaftina xwe de Aslan li ser Mesûtoglû îfadeyê dide. 
 
Aslan, dibêje qeymeqam Safîturk di 7'ê Mijdara 2016'an de li avahiyê bûye. Li ser vê dozger careke din mudaxile dike û dibêje, wê rojê Safîturk li Enqereyê bûye û îfadeya ku berê nivîsandiye dixwîne. Aslan jî dibêje: "Belê. Şef ji odeyê derket, rakir ewkê. Pakêtê. Ket odeya xwe." 
 
Vê carê jî dozger dibêje: "Hîn pakêt nehatiye. Hîn em di 7'ê mehê de ne." Paşê, rengê bombeyê jê dipire û Aslan jî dibêje: "Min ji bîr kir wele. Min carek ji te re gotibû, birêz dozger." 
 
Di van dîmenan de dixuyê ku hin agahî berê bi Aslan dane ezberkirin û ji xwe di danişînên dadgeha herêmî de gelek caran gotibû bi zorê ev îfade pê hatine dayîn. Her wiha Aslan gotibû, polîsan îfadeya wî amade kiriye û bi îşkenceyê pê dane qebûlkirin û gotibû: "Li ber çavê dozger çek dan serê min û îfadeya min girtin."
 
Her wiha derketibû holê ku kargoya ku Aslan behsa wê dike qedeha kûpayê ye ku Midûriyeta Herêmê ya Kizilayê ji Şerîf Mesûtoglû re şandibû. 
 
Her wiha Mehmet Alî Gezgîncî yê berastengê zihnî jî kiribûn şahidê bûyer. Gezgîncî peyvek bi tirkî jî nizane û dîmenên wî yên îfadeyê jî derketibûn holê. Di dîmenan de derketibû holê ku çi ji Gezgîncî tê pirsîn, Gezgîncî dibêje "Erê-Na." Di dîmenan de derketibû holê ku polîsê axaftian Gezgîncî werger dikir jî xelet werger dikir. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

02/11/2019
19:54 Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li Ewropa ji bo Rojava daketin qadan
17:44 Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne
17:05 Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Roja Rojava meşiyan
16:33 Li Wanê berfê çiyayan spî kir
16:32 Girtiyê pençeşêrê bi hinceta 'ewlehiya civakê' bernadin
16:19 Xizmên windayan: Rewşa Awarte didome
16:07 HDP’ê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz kir: Berxwedan meşrû ye
15:56 Taşdemîr: AKP-MHP ji DAIŞ'ê 5 kîlometre nêzîk ne aciz in, ji Kurdên 30 kîlometre dûr aciz in
15:13 Dema binçavkirinê ya siyasetmedarên jin hat dirêjkirin
15:00 Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin
14:58 HDP'iyan di dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Polîsan gef li rojnamegeran xwar
14:34 Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye
14:10 Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye
14:10 Dayikên Şemiyê: Em ên we ji me girtin dixwazin
13:40 KCDP: Di cotmehê de 36 jin hatin kuştin
13:37 Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kir
Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
13:02 TSK-OSO êrîşî gundê Mahmûdiye kirin
QSD'ê bersîv da û maşina zirxî ya TSK'ê teqandin
12:45 Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso: Em ê bi serkevin
12:27 Rêxistinên civakî û rêberên tevgerên civakî piştgirî dan Rojava
12:12 Bijişkê Swêdî: Tirkiyeyê çekên kîmyewî û xedar bi kar aniye
11:49 Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha
11:27 HDP'iyên ku parvekirinên li dijî şer kiribûn hatin berdan
11:15 Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan
10:59 Rojnamegerê Sûriyeyî: Tirkiyeyê sivîl kirin hedef û sûcê şer kir
10:59 'Gelo bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê jî mîna Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê ne?'
10:49 Li Kolana Îstiklalê mirineke bi dilşewat
10:30 Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin
10:16 Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike
09:50 Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin
09:41 Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir
09:09 Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê
09:08 Jin ruh didin keviran
09:08 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Em ê bêdeng nemînin
09:07 Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan
09:06 Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
09:06 Hevserokê TUM BEL-SEN'a Amedê: Divê kurd li hemberî êrîşan bi hev re têbikoşin
09:05 Penaberên sûriyeyî: 'Herêma ewle' ne ewle ye
09:05 Ji ber 'silavê' ceza kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN
01/11/2019
23:53 Dozgeriyê îtiraza kir, dadgehê biryara berdanê ya ji bo Zeydan betal kir
19:51 'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'
18:08 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara tehliyeyê
16:26 Cenazeyê Polat piştî 2 salan dan malbata wî
16:15 Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin
16:12 Rapora penaberan: Divê hemû sînor vebin
16:11 Doza Pirsûsê: Bila Davûtoglû bê guhdarkirin
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
15:15 Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye
15:10 Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike
15:09 Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne
13:50 Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin
13:30 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NY'yê Gûterres re hevdîtin pêk anî
13:19 Dewriya hevpar a Tirkiye-Rûsya dest pê kir
13:07 Avşîn û diya xwe hatin berdan
12:36 Lavrov: Hûn nikarin ji pirsgirêka kurd birevin
12:29 Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin
12:23 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e
12:18 Bi hênceta qedexeyê destûr nedan paqijiya derdorê
12:18 Yeneroglu yê ji AKP’ê îstîfa kir: Pirsgirêka herî mezin înkar e
11:41 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin
11:26 Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê
11:22 Li Edeneyê qezaya trênê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
11:21 Paylan: Piştî pêvajoya çareseriyê lêçûna şer 4 qat zêde bû
11:21 'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
11:15 Hevşaredarê Qaxizmanê yê berê Mehmet Alkan hat binçvkirin
11:09 Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man
10:24 Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
10:13 KCD: Em bi kelecanek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin
10:03 Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê
10:03 Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin
09:52 Li Licê 2 kes hatin berdan
09:48 Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin
09:14 Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin
09:14 Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Em kirin saxên mirî
09:13 Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike!
09:12 Li Antalyayê xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin
09:12 Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
09:11 Hejmara 2'emîn a 'Zrîngê' derket
09:10 Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be
09:10 Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe
09:09 Dozgeriyê bi îdîaya 'qaşo nûçevan e' doz lê vekir
09:08 Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN
31/10/2019
23:58 Rojnamevan Emre Orhan hat berdan
19:47 Îdia: Li Payîzavayê eskeran îşkence li gundiya kir
19:39 Kalê 70 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin
17:19 YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir