Dîmenên nû yên doza Safîturk: Bersûc dibêje, dozger jî sererast dike! 2019-11-01 09:13:31 MÊRDÎN - Dîmenên dema îfadeya li dozgeriyê ya Devran Aslan ku ji ber kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk tê darizandin, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku dozger, tim mudaxileyî Aslan dike.  Di 10'ê Mijdara 2016'an de Qeyûmê Şaredariay Dêrikê Qeymeqam Mûhammed Fatîf Safîturk hatibû kuştin. Piştî kuştina Safîturk 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 15 kes jê hatibûn girtin. Par Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê biryar dabû. Dadgehê derbarê 14 kesan de biryara beraatê dabû û 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê li Şefî Şerîf Mesûtoglû ku berê şefê nivîsgeha qeymeqamtiyê bû birî bû. Piştî dadgeha îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiribû, Devran Aslan, Fîkret Bagî, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Nûrseş Eser, Zûhal Dalçîn, Zînet Erdaş û Mehmet Denîz ji nû ve hatibûn darizandin.    131 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE    Piştî biryara darizandina ji nû ve danişîna ewil di 11'ê Tîrmehê de li Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê pêk hat. Di vê danişînê de jî biryar nehat girtin û taloqî 21'ê Mijdarê hat kirin. Lê belê piştî dadgeha îstinafê ji bo cezayê Mesûtoglû got "li gor hiqûqê ye", Mesûtoglû ket greva birçîbûnê û ji 24'ê Hezîranê heta niha bi daxwaza "darizandineke adil" di greva birçîbûnê de ye.    DI DÎMENÊN LI DOZGERIYÊ DE PEÇETEYA BIXWÎN    Dîmenên dema îfadeya Devran Aslan a li dozgeriyê derketin holê. Dîmena 50 deqe û 38 saniye ye. Di dîmenan de dixuyê ku beriya îfadeyê Aslan hatiye derbkirin û di dest wî de peçeteyeke bi xwîn heye. Piştî demekê di dîmenan de parêzerê Aslan jî dixuyê. Di dîmenan de dozger S.O, di hin cihan de Aslan hişyar dike.    Dozger ji Aslan re dibêje "baş bifikire" û Aslan jî pêşî pozê xwe û paşê jî serê xwe nîşan dide û dibêje: "Xwîn ji pozê min tê. Heşê min ne li serê min e."    Di destpêka dîmenan de dozger dibêje: "Biner, ji emniyetê hin heval hatin û gotin, dixwazin hin tiştan bêjin. Min û te me ji bo bûyerê bi hev re xeberda. Eywelle. Lê niha divêt u li ber çavê parêzer jî û bêyî zext û zorî hebin ji me re bibêjî."    Di berdewamiya dîmenan de dozger ji Aslan dixwaze bûyerê vebêje: "Niha ji min re behsa civîna beriya meseleya kargoyê bike. Ji civînê heta kêliya teqîn pêk hat, tiştên di bîra te de mane, bibêje." Di vê kêliyê de Aslan jî dibêje, "Birêz dozger, em herin kargoyê." Dozger jî dibêje: "Pêşî tu behsa civînê bike, heta wergirtina kargoyê, bicihkirina wê, teqandina wê bike."    Piştî vê diyalogê, di dîmenan de kesê parêzeriya Aslan dike jî dixuyê. Dozger, ji Aslan dixwaze behsa bûyerê bike. Gava Aslan dest pê dike, tê dîtin ku cih, dîrok û qewimandina bûyerê tev li hev dike. Piştî Aslan dibêje, "Em hatin roja kargoyê", dozger dikeve navberê, mudaxile dike û dibêje: "Neyê roja kargoyê." Di vê navberê de kesek dikeve hundur û dozger jê re dibêje: "Bi Stenbolê re pêwendiyêd eynin. Ne girîgn e, bila ev hevok di îfadeyê de derbas bibin."    Piştî Aslan, di berdewmaiya îfadeya xwe de behsa wergirtina kargoyê dike, careke din dozger dikeve navberê û dibêje: "Yanî te zanibû kargo bombe ye û dîsa tu çûyî?" Aslan, dibêje: "Belê." Di berdewamiya axaftina xwe de Aslan li ser Mesûtoglû îfadeyê dide.    Aslan, dibêje qeymeqam Safîturk di 7'ê Mijdara 2016'an de li avahiyê bûye. Li ser vê dozger careke din mudaxile dike û dibêje, wê rojê Safîturk li Enqereyê bûye û îfadeya ku berê nivîsandiye dixwîne. Aslan jî dibêje: "Belê. Şef ji odeyê derket, rakir ewkê. Pakêtê. Ket odeya xwe."    Vê carê jî dozger dibêje: "Hîn pakêt nehatiye. Hîn em di 7'ê mehê de ne." Paşê, rengê bombeyê jê dipire û Aslan jî dibêje: "Min ji bîr kir wele. Min carek ji te re gotibû, birêz dozger."    Di van dîmenan de dixuyê ku hin agahî berê bi Aslan dane ezberkirin û ji xwe di danişînên dadgeha herêmî de gelek caran gotibû bi zorê ev îfade pê hatine dayîn. Her wiha Aslan gotibû, polîsan îfadeya wî amade kiriye û bi îşkenceyê pê dane qebûlkirin û gotibû: "Li ber çavê dozger çek dan serê min û îfadeya min girtin."   Her wiha derketibû holê ku kargoya ku Aslan behsa wê dike qedeha kûpayê ye ku Midûriyeta Herêmê ya Kizilayê ji Şerîf Mesûtoglû re şandibû.    Her wiha Mehmet Alî Gezgîncî yê berastengê zihnî jî kiribûn şahidê bûyer. Gezgîncî peyvek bi tirkî jî nizane û dîmenên wî yên îfadeyê jî derketibûn holê. Di dîmenan de derketibû holê ku çi ji Gezgîncî tê pirsîn, Gezgîncî dibêje "Erê-Na." Di dîmenan de derketibû holê ku polîsê axaftian Gezgîncî werger dikir jî xelet werger dikir.    MA / Ahmet Kanbal