COLEMÊRG - Li Geverê maşineya zirxî ya kobra li ser welatiyan gule rejandibûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birindar bibûn. 4’emîn danişîna doza 4 kesên hatin kuştin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dê di 5'ê Kanûnê de bê dîtin. Malbatan, banga piştevaniyê kirin.
Li navçey a Gevara Colemêrgê, di 8’ê Cotmeha 2016’an de polîsan ji maşîneya zirxî ya Kobra gule li ser gel reşandin û Serhat Buldan, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen kuştin. Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî di bûyerê de birindar bû. Têkildarî bûyerê derbarê polîs Îlyas Mekîklî de doz hat vekirin. 4’emîn danişîna dozê ya li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dê 5'ê kanûnê bê dîtin. Polîsê girtî yê 4 kes kuştin û 2 kes birîndar kirin, bi sûcdariya “Kuştina zanebûn” heya 15 salan cezayê girtîgehê jê tê xwestin, di danişîna dozê ya sêyemîn de hatibû berdan. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, berî danişînê banga piştevaniyê kirin û xwestin ku kujer bên cezakirin.
‘EMÊ ŞOPDARÊ DOZÊ BIN’
Bavê Serhat Buldan ê 15 salî ku jiyana xwe ji dest da Hasan Buldan, diyar kir ku ji bo ser dozê bigirin, doz veguhestîn û wiha axivî: “Daxuyaniyên rayedarên dewlet û desthilatdariyê yên ji bo ceza kirin kujeran, tenê bi armanca malbatan bixapînin dikin. Doz bi demê tê hiştin. Polîsê derbarê wî de cezayê heta hetayê tê xwestin serbest hat berdin.”
Buldan, da zanîn ku di 22’yê Mijdarê de bi parlamenterên HDP’ê re bi Alîkarê Wezareta Karê Hûndir û Wekîlê Serokê Meclîsê re hevdîtin pêk anîn û wiha bi dawî kir: “Di hevdîtinê de me behs kuştina van 4 kesan kir. Em tenê dixwazin ên ku canê 4 malbatan şewitandin bên cezakirin. Em edaletê dixwazin. Em ê li hemû derê dengê xwe bilind bikin.”
‘ÊDÎ BAWERIYA ME BI DADGEHÊ NEMAYE’..
Bavê Necdet Îşozu yê jiyana xwe ji dest da Sabrî Îşozu jî, diyar kir ku êdî baweriy wan bi dadgehê nemaye û wiha axivî: “Piştî rêyên hiqûqî yên hûndirîn qediyan em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) bidin. Ji maşineyên zirxî re ku her roj mirovn dikujin re êdî bese. Divê mirina mirovan evqas ne erzan be. Dikujin, dûre jî dibêjin qeza bû. Polîsê ku zarokên me kuştin niha devredene û ne diyare dê kê bikujin. Kesên zarokên me dikujin baweriya xwe darazê tîn in. Maşîneyên zirxî yên zarokên me dikujin ji bajarên me derxînin.”
'BI DARAZÊ KURÊ MIN DUYEMÎN CAR HAT KUŞTIN'
Bavê Aydin Tumen ê jiyana xwe ji dest da Ubeyt Tumen jî, anî ziman ku bi berdana polîsê kurê wî kuşt re duyemîn car kurê wî kuştin û wiha axivî: “Wesayîteke ‘Xerabe’ çawan dikare 6 kesan birindar bike û gule li serê kurê min ê di hembêza min de bide? Bi zanebûn 4 kes hatin kuştin. Li gel şahidên bûyerê û dîmenên heyî, serbest berdana polîs girtî, pêvajoya xapandinê ye. Maşîneyên zirxî yên mirovan dikujin hîna li ser karin û mirovan dikujin. Em banga piştevaniyê li raya giştî dikin.”