STENBOL - Redkara wîcdanî ya jin a sergirtî ya yekemîn Zeynep Duygu Agbayir hat girtin.
Jina Sergirtî ya yekemîn Redkara Wîjdanî û Mislimana Dijkapitalist Zeynep Duygu Agbayir ku 5 roj berê li Stenbolê li malê hat binçavkirin hat girtin. Agbayir piştî lêpirsîna Midûriyeta Polîsan a Stenbolê birin Agiriyê. Agbayir ku li Agiriyê sewqî dadgehê kirin, li dadgehê hat girtin. Hat zanin ku der barê dosyaya Agbayir de dosyaya veşartinê heye. Agbayir ku li Agiriyê 2 salan mamostetiya bi peyman çêkir, kampanyayên alikariyê ji bo zarokan amade kiribûn. Agbayir di 18'ê Gulana 2013'an de reda Wîcdanî aşkere kiribû.